Endama PYD’ê Şerîfa Hisên diyar kir ku armanca kongreya damezrîner ew e ku hemû jinên ji ber sîstemên sermayedar êşê dikişînin ji zîhniyeta desthilatdar a mêran rizgar bibin di hemû aliyên jiyanê de xwe bi rêxistin bikin.
Endama Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Şerîfe Hesen ku ew jî beşdarî Kongreya Damezirîner a Rêxistina Jinan a PYD`ê bû got, “Em wek jinên PYD`ê, xwe wek endam di nava partiyê de bi rêxistin kir. Lê li gorî pêngava di dema niha de ji me tê xwestin ku em rêxistina xwe li ser asta Rojava-Bakurê Sûriyê berfireh bikin û navendên xwe li Reqa, Tebqa, Dêrazor û Ewropayê jî vekin da ku rêxistina me ya jinan berfireh were avakirin.ʺ
Şerîfe Hisên di berdewama axaftina xwe wiha got: “Ji ber wê jî di vê demê de, me kongreya rêxistina jinan a PYD’ê li dar xist da ku dengê me bigihîje hemû jinên Rojava, Sûriyê û hemû Ewropayê. Armanca me ji lidarxistina kongreyê ew e ku em bi hemû jinan re têkildar bin da ku jin bigihîjin azadiya xwe bi rêxistin bikin.Şerîfa tekez kir ku êrîşên li ser Rojava tên hemû di destpêkê de li ser jinan bûn, ji ber wê jî PYD’ê girîngiyeke mezin da rola jinan di civakê de.Di dawiya axaftina xwe de Şerîfe Hisên got: ʺJinan di hemû qadên jiyanê de cih girtiye. Bi avakirina rêxistineke taybet ji bo jinan di nava PYD`ê de, jin wê bikarin hê zêdetir xwe bi rêxistin bikin…ANHA






