Rojnameya Ronahî

XETIMÎNE ÎCAR DIXWAZIN BI XIYANETÊ PIŞTA KURDAN BIŞKÎNIN!

DILYAR CIZÎRÎ

Dewleta Tirk ev demek dirêje li dijî Herêmên Parastinê Yên Medya li Başûrê Kurdistanê êrişên berfireh pêk tîne. Tevî hemû cûreyên çekên pêşketî yên NATO’yê di dest de ye, hêza PDK’ê di xizmetê de ye û gelek ajanan dixe dewrê li hember gerîlayên serdemê nikare herêmê dagir bike. Berûvajî wê gerîla derbeyên giran li dagirkeran dixin û hema bêje roj derbas nabe ku nûçeyên çalakiyên gerîla li ser saziyên ragihandinê nayê weşandin.

Di heman demê de û bi heman konsptê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê xwestin bi îdaya şerê navxweyî siyasetên xwe li herêmê pêk bînin û ji Dêrazorê destpê kirin, şaneyên DAIŞ’ê, çeteyên hikûmeta Şamê û çeteyên Dewleta Tirk bûn yek, lê car de çawa li herêmên Parastinê yên Medya serneketin, li Dêrazrê jî hêzên QSD’ê bi hoz û eşîrên herêmê re plan vala derxistin. Berûvajî wê gelê herêmê piştgiriya xwe ya bi QSD’ê re hîn zêdetir kir. Berûvajî wê em dinerin di aliyê dîplomasî de gavên hîn mestir têne avêtin. Di rojên pêş de jî wê encamên wê hîn zêdetir diyar bikin.

Li Bakurê Kurdistanê jî gelê kurd bi hemû hêza xwe berxwedanek bê hempa nîşan dide û tevî zulim û zordariyên herî mezin, qirkirina siyasî û girtinan gelê Bakur nikarin siyaset û ejindeyên xwe li ser gelê kurd feriz bikin. Berûvajî wê tekoşîna gelê kurd hîn mezin û firehtir dibe.

Li Rojhilatê Kurdistanê jî me dît di salvager serhildana “JIN, JIYAN, AZADΔ de çalakî û xwepêşandanên berfireh û berdewam li seranserî Rojhilat û Îranê hatin lidarxistin. Herî çendî rêjîma Îranê û hevkara dewleta Tirk a civînên Astanayê dixwaze dawî li tevgera gel bîne, lê li wir jî agirê bi pîzota Jina Ciwan a Kurd Jîna Emînî destpê kir, her ku diçe gûrtir dibe.

Li Derveyî welat jî bi çalakî û tevgera xwe gavan ber bi vekirina kenalên dîplomasî ya di çarçoveya her çar aliyên welat davêtin. Ev di konfrans û çalakiyên têne lidarxistin û beşdarbûna biyaniyan diyar dibe.

Ev gavên behsa mijarê ne li xweşiya dewleta Tirk û dijminên gelê kurd yên din tên, ji ber wê jî êrişên xwe yên heyî çend qat zêdetir kirine. Êrişên li Şengal, Hewlêr, Silêmanî, Qamişlo, Minbic û deverên din ku bi balafirên bê mirov û bi êrişan pêk hatin, di çarçoveya zêdekirina êrişên li dijî Tevgera Azadiyê û gelê kurd pêk hatine.

Di encama êrişan de komeke din pêşeng û şoreşgerên kurdan şehîd  û birîndar bûn. Lê heger kesên li ser erdê agahî parvenekiribana, wê dewleta Tirk nikarîba êriş pêk baniya. Ez li vir behsa him êrişên bi balafirên bê mirov û him êrişên din dikim.

Yenî wer xuyaye şebekeyên xayînan baş di nav me de bi cih dikin. Ji bo wê jî û ji bo parastina destkeftiyên gelê kurd li her derê divê em êdî bi pisporî şerê xayînan bikin. Ew xayîn partîbin, kom bin, kes bin, çi dibin bela bibin. Êdî erka her kurdekiye li dijî van xayînan bikeve tevgerê û bi hemû hêza xwe di aşkerekirin û tazîkirina planên wan û dijminan de tevbigere.