Rojnameya Ronahî

Navenda Hêzil roleke girîng di parastina çand û hunera Kurdî de list

Hemza Sêvo/Qamişlo

Reveberê Navenda Hêzil Mehmûd Osman diyar kir ku çalakî û xebatên hunerî yên navenda Hêzil vedgerin salên 80’î, herwiha da zanîn ku armanca wan ya sereke bilindkirina asta çandî û hunerî ya gelên navçeya Tirbespiyê ye.

Navenda Hêzil ya Çand û Hunerê ya navçeya Tirbespiyê yek ji saziyên hunerî û çandî ye. Ev navend beriya Şoreşa 19’ê Tîrmehê weke komeke hunerî bû û bi navê koma Hêzil di sala 1987’an de hate damezrandin.

Di sala 2000’an de jî ji ber şehadeta Xebat Dogan ku yek ji damezrînerên vê kumê bû, navê vê komê veguherî Koma Şehîd Xebat.

Piştî destpêkirina Şoreşa Rojava, navendeke taybet ji bo çand û hunerê hat damezrandin. Navenda Hêzil bi awayekî fermî çalakiyên xwe yên hunerî li ser asta navçeya Tirbespiyê da meşandin.

Ev navend jî niha 4 koman di nav xwe de dihewîne; koma Şehîd Xebat, Koma Şehîd Behwer, Koma Şehîd Dilgeş û Koma Şehîd Rêwan. Ji van koman 2 komên zarokan in û 2 yên mezinan in. Herwiha hejmara hijmara xebatkarên navendê dighêje 42 xebatkar.

Ev kom bi hevkariya navendê çalakiyên hunerî û çandî yên weke muzîk, stran û dîlanê li navçeya Tirbespiyê li dar dixin. Herwiha  hemû kom û xebatkarên navendê hertim hewl didin ku bi behreya xwe xweşbûneke hunerî ji bo bîner û  guhdaran re li navçeya Tirbespiyê pêşkêş bikin.

Di derbarê kar û xebatên Navenda Hêzil ya Çand û Hunerê ya navçeya Tirbespiyê de rêveberiyê wê Mehmûd Osman û endama Koma Şehîd Xebat Yara Usman ji rojnameya me re wiha axivîn.

Kar û xebatên navendê yên destpêkê

Mehmûd Osman balkişand ser destpêka damezrandina Navenda Çand û Hunerê ya navçeya Tirbespiyê û wiha got: “Çalakiyên çandî û hunerî ku li navçeya Tirbispiyê dihatin lidarxistin,  ji aliyê koma Hêzil ve bûn. Hevalê me Şehîd Xebat Dogan û hin hevalên din ev kom bi rê ve dibirin û di sala 1987’an de çalakiyên çandî û hunerî li ser asta navçeya Tirbespiyê li dar dixist. Wan bi derfeteke teknîkî û hejmareke kêm tenê çalakiyên hunerî di rojên Newrozan û 15’ê Tebaxê de li dar dixistin. Sedem ji vê yekê jî siyaseta hikumeta Sûriyê ya desthilatdar bû. Her tiştê ku têkildarî gelê kurd bûna qedexe dikir û kesên eleqedar dixist zindanan. Lewma wan xwe bi awayekî veşartî fêrî muzîk, sitran, dîlan û şano dikirin. Piştre jî şano, dîlan, sitran û hwd di çalakiyên xwe de pêşkêş dikrin. Raste me di wê demê de gelek astengî didîtin, lê me bi rumetdarî û xweşbûneke bêhempa hîz dikir. ”

Çalakiyên Navenda Hêzil yên hemdemî

Osman di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: “Bi destpêkirina Şoreşa 19’ê Tîrmehê re li Rojavayê Kurdistanê rewşa gelê kurd ji dema berê baştir bû. Êdî vî gelî derfeta xwe ya xebatkatriyê di hemû warên jiyanê de dît. Rewşa çalakiyên çandî û hunerî jî ji vê yekê bêpar nema. Me jî weke Navenda Hêzil li navçeya Tirbespiyê xebata xwe zêdetir bi rêxistin kir. Em di dema heyî de xebat û çalakiyên hunerî li ser asta navçeya xwe li dar dixin. Di  heman demê de jî çi çalakiyên hunerî yên ku li ser asta herêma Cizîrê tên lidarxistin, komên me tevlî wan çalakiyan dibin. Ev kom jî yên dîlan, muzîk û sitranan in . Herwiha yên ku li ser perwerde û rêxistinbûyîna endamên koman disekinin kesên bispor û zane ne. Me di dema niha de, dest bi çalakiyeke hunerî kiriye, ev çalakî jî şevbuhêrk in. Em weke Navenda Hêzil ji heftiyê şevekê hildibijêrin û derdikevin gundekî ji gundê Tirbespiyê. Em di van şevbuhêrkan de sitranan dibêjin, dîlanê dikin û hwd… û em hertim xebatên wisa ku asta hunerê li pêş bixe, radibin. Di warê Stranbêjiyê de jî Koma Şehîd Xebat  amadekariyên xwe ji bo berhemdayîna sitraneke li ser şervanên QSD’ê dikin, koma me awaz û gotinên wê amade kirine û di demeke nêz de wê were bidawîkirin. ”   

Astengiyên ku derdikevin pêş çand û hunerê

Rêveberê Navenda Çand û Hunerê Mehmûd Osman têkildarî astengiyên dema niha de wiha axftina xwe wiha bi dawî kir: ” Em weke xebatkarên navendê hertim hewl didin asta hunerî li navçeya Tirbespiyê bilindtir bikin. Herwiha ji bo hemû bone û rojên netewî amadekar bin. Ji bo vê yekê pêwîstiya me bi hejmareke pir ya zarok, ciwan, jin û mezinan heye. Ev yek jî dibe alîkar bi me re da ku em çalakiyên xwe li pêş bixin. Lê mixabin hejmara kesên ku tevlî komên me dibin, ne weke tê xwestin e. Em di derheqê şanoyê de jî kêm mane, ev yek jî dihêle asta şanoyê lawaz bimîne. Sedem ji tunebûna koma şanoyê ew e ku hejmara kesên xwedî behre kêm in. ”

Xebata endama koma Şehîd Xebat

Keça Ciwan û endama koma Şehîd Xebat û Şehîd Rêwan, Yara Cemîl Usman ya ji navçeya Tirbespiyê, derbarê xebat xwe ya çandî û hunerî de wiha got: ” Vîn û xwestek ji her mirovekî re hêza wî ya serkeftinê ye. Ji ber vê jî vîn, xwestek û heskirina min ji çand û hunerê ez di sala 2016 hişt ez tevlî xebatên Navenda Hêzil bibim. Êdî mamosteyên hunerî yên vê navendê bi min re bûne alîkar û hin bi hin pêşketin bi min û hevalên min re jî çêbû. Ez di dema niha de di nav koma Şehîd Xebat ya muzîkê de me hem jî xwendina xwe jî berdewam dikim. Di heman demê de cihê xwe di nav koma Şehîd Rêwan ya dîlanê de jî digirim. Ez û endamên me yên di nav van koman de perwerdeya xwe bi awayekî fermî dibin. Li aliyekî din jî pirî caran ez li ser perwerdekirina hevalên xwe disekinim. Niha jî em ji bo fastîvala 6’emîn ya Şehîd Ronahî Bawer ya Dîlanê xwe amade bikin. Ev fastîval wê di 16’ê mehê de li Rimêlanê destpê bike û em ê weke koma Şehî Rêwan jî di vê fastîvalê de beşdar bibin. “