Wednesday, July 15, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Li Dêrazorê hêza hevgirtina gelan bi ser ket

17/09/2023
in QUNCIK NIVÎS
A A
Faşîzma tirkî li Sûriyê plana dagîrkeriyeke nû dike
Share on FacebookShare on Twitter

Zozan Cizîrî

Hêzên QSD’ê yên ji pêkhateyên Kurd, Ereb, Sûryan pêk tê, roja 27’ê Tebaxê li herêma Dêrazorê operasyona “Xurtkirina Ewlehiyê” li hemberî şaneyên DAIŞ’ê û bazirganên narkotîkê dane destpêkirin û ev operasyon di nav demek kurt de bi awayek serkeftî gihîşt encamê. Elbet ev operasyon bi pêşdîtin û amadekariyek xurt beriya şaneyên çeteyan bikevin tevgere, hat destpêkirin û hemû planên qirêj ên alozkirina herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê vê carê jî vala derxist. Bi destpêkirina operasyonê re bi awayek balkêş dewleta Tirk a dagirker li dewrûbera Tiltemir û Minbicê çeteyên girêdayî xwe xistin tevgerê û êrîşên xwe berfireh kirin. Rastiya hîn balkêş jî, ragihandina dewleta çete-dagirker a Erdogan lez da makîneya xwe ya derewan û propagandaya “xelkê ereb li hemberî rêveberiya Kurd rabûn” dubare dubare derxistin pêş. Jixwe wezîrê karê derve yê Tirk Hakan Fîdan di wan rojan de wek kordîneya şer li Îranê hevdîtin li ser hevdîtinan dimeşand. Hikûmeta Erdogan a faşîst di vir de jî xwe da dest ku, di nav vê plana alozkirina herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de bi awayek aktîf cih digirin.

Di vê serkeftina QSD’ê de rastiyek pir girîng eşkere bû ku, gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi Kurd, Ereb, Sûryan, Ermen û hemû pêkhateyên xwe hevgirtî ne, ji ber li ser fikra Neteweya Demokratîk zelal bûne, ew guh nadin tu derew û fitneyên hêzên dagirker-desthilatdar. Lewre hemû gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi yek dengî çi di nav çalakiyên wekî meş, daxuyanî de, çi jî di sekna xwe de piştgiriya xwe ya ji bo QSD’ê raber kirin. Bi vê xwepêşandanê eşkere bû ku, li cihê hêza gel a demokratîk bikeve tevgerê, mimkûn nîn e tu lîstikên dijmin û dagirkeran encam bigire. Îro serkeftina gelê Kurd serkeftina gelê Ereb e, serkeftina gelê Ereb jî serkeftina gelê Kurd e. Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê belkî di warê dabînkirina hemû pêwîstiyên civakê de ji ber dorpêça hêzên dagirker û desthilatdar û ferzkirina wan a şer a li ser herêmê derfetên xwe kêm in û di gelek aliyan de kêm dimîne, lê xeta demokrasiyê ya dimeşîne ji bo hemû gelên herêmê hêvî ye, pêşeroj e, esasê hevgirtin û azadiya gelan e

Ev gava dîrokî ya li Dêrazorê, Minbicê û Tiltemirê jiyan bûyî, nêrînek gelek watedar û ciwan eşkere kir. Di vê herêmê de ku wekî nirxê herî bilind ê civakê xwîna bi hezaran keç û xortên Kurd, Ereb, Sûryan di eniyên herî pêş ên parastinê de têkelî hev bûye û bûye çavkaniya bihevbawerbûnê, hevgirtina gelan nîşana serkeftina demokrasiyê ye. Li cihê demokrasî hebe, her çendî hêzên dijmin û dagirker rojane planên qirêj, hewldanên fitneyê bixin meriyetê jî, her tim mehkûmê têkçûnê ne. Îro tu hêzeke desthilatdar bi qasî hêza demokratîk a civakê nikare ji pêwîstiyên civakê re bibe bersiv. Jixwe armanceke hêzên desthilatdar hebe, ew jî desthilatbûn, kedxwarî, dagirkerî, şer û xwînrijandin e. Lê hêzên gel ên demokratîk temînata aramî, xweşhalî û jiyana azad a civakê ne.

ShareTweetPin

Herî Dawî

RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ
HAJMARA PDF

RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ

15/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

15/07/2026
Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze
CIVAK Û JIYAN

Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze

15/07/2026
Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin
CîHAN

Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin

15/07/2026
Yekîtiya Ewropayê cezayên nû li ser Rûsya ferz dike
CîHAN

Yekîtiya Ewropayê cezayên nû li ser Rûsya ferz dike

15/07/2026
Em bi YPJ’ ê azad in
Serbest

Em bi YPJ’ ê azad in

15/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.