Friday, May 9, 2025
  • العربية
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Navenda fîtnê Enqere

16/09/2023
in QUNCIK NIVÎS
A A
Islam aştiyê dikuje yan Misilman dikujin?
Share on FacebookShare on Twitter

Hafiz Ahmet Turhalli 

Ger mirov li dîroka desthilata Tirk temaşe bike, dê mirov bibîne ev fîtneya îroyin li welatê me ne rojaneye. Berovajî bingeha xwe ya dîrokî gelekî kur û bihêztir e. Îro li çar hêlên welatê me agirê fîtneyê kû dewleta Tirk pê xistiyê û her roj gurtir dike, li ber çavane.

Li bakur, cehşên bi çek, yên bi qirewat, yên bi cubbe û şaşik, yên sîyasî, yên bi navê Perwerdê, bi navê Ol, mezhep Terîqet, sîyaset û hwd.

Li başur bi rengekî xirabtir, bi pere û pul, firokeyên cengê yên bi mirov û bê mirov bikar tîne û mirovên bê guneh dikuje. Ev jî têrê nake, bi pere û pul baregehên leşkerî û yê sîxurî ava dike. Ji bo karibe destkeftiyên Kurdan yê başur têk bibe û Kûrdîstana perçekirî ji holê rake, fîtneyê di nava gel de berfirehtir dike.

Carna Turkmenan sor dike, carnan Ereban, ew jî têrê nake, dixwaze Kurdan bi Kurdan bide kuştin. Ji bo Kurd Kurdan bikujin li başurê welatê me, çi ji destê enqerê tê dike.

Li Rojhelat wek îblîsê mezin tevdigere ji bo karibe Kurdan bi destên Îranê tunne bike. Ji bo Îranê û miletên nava Îranê de bi hev bide kûştin û qirkirinekî berfireh li ser Kurdan pêk bîne, bi şev û roj di nava liv û tevgerê de ye.

Li Rojava, bi pereyan sîxuran digre û gelê me ê bê guneh dikuje. Bi çeteyên hov re kuştina zarok û jinan pêk tîne. Ji bo karibe şerê Kurdan û Ereban pêş bixe dinale.

Welatê Suriyê dagir kiriye, li Efrîn, Ezaz, Cerablus, Serêkaniyê û Girêsipî, yek Tirkekî nîne, lê li van derûdoran dibistanên Tirkî, sazîyên Tirkî ava dike dakû van deveran tevlî Tirkiyê bike. Erebên ku qaşo yekîtiya Suriyê diparêzin,deng ji wan nayê. Recîma Suriyê bi fortan dibêje bile Tirk ji nav xaka Suriyê derkevin, lê ji milekî din ve jî, bi fîtneya dewleta Tirkan êrîşê ser Kurd û Erebên Dêrezorê dike.

Bi navê Eşîr û Êlan fîtnê di nava gelan de çêdike.

Ji ber desthilata Tirk heta neha di rojhilata navîn de bi fîtnê cihê xwe çêkiriye.

Fîtneya Enqerê Suriye talan kir, hêjî henek aliyên ku, bi Tirkan re di nava peywendiyan de ne.

Fîtneya Enqerê ne tenê Kurdan û Kurdistanê tevlîhev dike, rojhilata navîn hemû di bin bandora fîtna Enqerê de dinale.

Navenda fîtnê desthilata Enqerê dest dirêjî û fîtnê ne tenê li Kurdîstanê dimeşîne, li Lîbya, Misir, henek welatên Efrîka, Flîstîn Azerbeycan, Ermenîstan û Afganîstanê jî, para xwe ji fîtneya Enqerê girtiye.

Fîtne bi wateya têk birin, xirakirin û ruxandin. Ger em temaşe bikin, kar û barên desthilata Enqerê talan, wêran kirin û mal wêranî ye. Qur’an dibêje: “Fîtne ji kuştina mirovan xirabtir e”.

Kuştina Mirovan karê were çareser kirin, lê fîtne nayê çareser kirin.

Ji ber fîtne pêş dikeve, aramî aşitî jî, dibe wek xeyalekî ku tu car mirov nikaribin bigihêjin û hêviyê tune dike.

Divê em Fîtnê tune bikin, daku hêvî şîn bibe.

Fîtneya Kurdistanê bi taybetî û ya rojhilata navîn bi giştî, bi têk birina Enqere û sîyaseta wê ve girêdayî ye.

Miletên ku dixwazin di nav aşitî, aramî û jiyaneke aram de bijîn, divê demlidest dijî fîtneya Enqerê tê bikoşin.

Post Views: 38
ShareTweetPin

Herî Dawî

HRRK komxebata nirxandina li ser konferansa Yekrêzîya Kurdi lidarxist
NÛÇE

HRRK komxebata nirxandina li ser konferansa Yekrêzîya Kurdi lidarxist

08/05/2025
Kanê pêngav li ku ma?
POLÎTÎKA

Kanê pêngav li ku ma?

08/05/2025
Jinên ciwan li dijî tundiya li ser jinan semînerek li dar xistin
NÛÇE

Jinên ciwan li dijî tundiya li ser jinan semînerek li dar xistin

08/05/2025
Tekez wê têkoşîna gelan bi serkeve
JIN

Tekez wê têkoşîna gelan bi serkeve

08/05/2025
Li Bajarê Dêrikê Pêşbirka Bazdanê
NÛÇE

Li Bajarê Dêrikê Pêşbirka Bazdanê

08/05/2025
Pakistan û Hindistan pevçûnên xwe nû dikin
POLÎTÎKA

Pakistan û Hindistan pevçûnên xwe nû dikin

08/05/2025
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.