Kampa Mehmûdlî ya ku 25 km li bakurê rojavayê bajarê Tebqayê ye, ji bo pêşwazîkirina hejmarek ji malbatên ku li kampa Tiwêhniyê dimînin, wê bihata vekirin. Lê li ser daxwaza Komîseriya Bilind a Karûbarên Koçberan hate paşdexistin.
Berpirsê kampa El-Mehmûdlî û Tiwêhniyê Hisên Şihazê sedema li ser sedema paşdexistina vekirina Kampa El-Mehmûdlî wiha got: “Komîseriya Bilind a Karûbarên Koçberan ji bo destnîşankirina miqdara alîkariya ku ji bo kampê wê were dayîn, ji me xwest nêrînên wan bigirin.”
Têkildarî sedemên pêşwazîkirin an jî veguhastina koçberan ji kampa Tiwêhniyê ji bo Kampa El-Mehmûdlî Hisên Şihazê wiha got: “Kampa Tiwêhniyê ji ber lehiyan gelek zirar dîtiye û piraniya konan telef bûne, her wiha xetên kanalîzasyonê tune ne û ji bajarê Tebqayê dûr e.”






