Li wargehe penaberan a Mexmûrê welatiyê binavê Arif Yildirim 20 sale hesinkariyê dike. Arif diyar kir ku divê hemû gelê wargehê bi xwe pêwîstiyên xwe pêkbînin û berê xwe nedin ji derve.
Welatiyên wargeha penaberan a şehîd Rûstem Cûdî di salên 90’î de ji ber zilm û zordariya dewleta Tirk, neçarman berê xwe dan Başûrê Kurdistanê. Penaberên Mexmûr tevî zilm û zordariya dewleta Tirk û alîgirên wê berxwedanek bê hempa meşandin û karîn xwe bi xwe rêve bibin. Di Wargehê de gel ji bo debara xwe ya rojane bi karên cûda ve mijûl dibin û pêwîstiyên xwe bicih tînin.
Welatiyê binavê Arif Yildirim ev 20 sale li penabertiyê hesinkariyê dike. Arîf amûrên weke derî, pencere, tankerên avê û pêwîstiyên din yên gel çêdike. Arîf di temenê xwe yê 26 salî de, dest bi karê hesinkariyê kiriye û debara xwe bi vî karî dike.
Ji bilî Arif 2 welatiyên din jî dinava wargehê karê hesinkariyê dikin. Lê Arif tenê karê çêkirina tankerên av yan jî tankerên din dike. Arif diyar kir ku her dû hevalên wî yên din karê qeynaxê dikin û ew jî weke hevalên xwe yên din pêwîstiyên gel bi cih tîne.
Arîf balkişand ser eleqeya ciwanan ya li ser karê hesinkariyê û diyar kir ku hewldanên ciwanan yê ji bo fêrbûna karê hesinkariyê hene, lê ji ber defet di destê wan de nîne ew nikare ciwanan baş fêr bikin. Arîf wek sedem jî diyar dike ku di demên dawî de kar kêm bûye.
Di demên dawî de ji ber qeyrana aborî ya li başûrê Kurdistan û Iraqê ciwan jî betal mane. Qeyran bandora xwe li karê hesinkariyê jî dike. Li ser vê yekê jî Arîf anî ziman ku beriya çeteyên DAIŞ’ê kar hebû û gel ji bo xwe kar dikir, lê piştî ku çeteyên DAIŞ derketin qeyrana aborî rû da û vê yekê bandorek li ser gelê wargehê jî kir.
Arîf di dawiya axaftina xwe de bang li gelê wargehê kir û got; “Daxwaza min ji gelê wargehê ewe ku hemû karê xwe dinava xwe de bikin û rêve bibin. Bila gelê me hemû pêwîstiyên xwe dinava xwede pêkbînin, da ku di aliyê madî de pere neçe ji derve û dîsan li wargehê vegere. Ger pereyê me biçe ji derve wê aboriya me jî bikeve û em ê jî bikevin nava qeyranê. Ez di wê baweriyê de me ku wê gelê me bi xwe karên xwe rêve bibin û xwe ji qeyranê azad bikin.”…ROJNEWS






