Rojnameya Ronahî

Yekemîn sala Şoreşa: “JIN JIYAN AZADÎ ”

Kakşar Oremar

Her bûyer dema ku rû dide, nasnameya wê di dirûşmên wê de ye. Salek ji şoreşekê derbas bû ku di hemû temenê komara îslamî a Îranê de ne ewqas bedelên giran hebûne û ne jî ewqas bûye sedema lerzandina stûnên rejîmeke îslamî ku ji destpêkê heya niha jin di çavên hakimên wê de di dereca duyê û sêyê de bûye.

Diruşma “Jin, Jiyan, Azadî” bi awayê herî eşkere daxwazên gelên Îranê nîşan dide.

Roj 16. Îlona sala 2022an. Jîna bi destê berpirsên komara îslamî li Tehranê hate kuştin. Çend roj şûnde termê wê li aramistana Ayçî a bajarê Seqiz hate veşartin. Li wira yekemîn car bi dirûşima” Jin, Jiyan, Azadî” çirûskên şoreşekê roj ji rojê zêdetir gortir bûn û ji Seqiz destpêkir û heya Mehabad, Urmiye, Sine û hemû Îranê ronahiya xwe li her derê belav kir.

Xwîna keç û lawên welatê Rojê ji mêjda bû ku ketibû herikîna xwe a ji gûherandinên bingehîn re. Lîstikvanên wê şoreşa mezin teorîsiyenekî navdar yê bi navê Ocalan û xwendevanên wê xwendingehê jî şpreşgerên mîna: Sakîne Cansiz, Azîme Anûş, şervanên qadên girtîgehên dewleta dagîrkera Tirkiyê li bakurê Kurdistan û çelengên qadên şerê bi Daîşên korbîn re li Kobanê û Rojava bûn. Ew ramanên felsefî ji bakur û Rojavayê Kurdistanê gehabûn rojhilatê Kurdistanê jî.

Sal 2010, dema ku Şirîn Eemhulî bi destê rejîma dîktaora îslamî li Îranê hate îdam kirin, hevalên wê li ser dera herî bilind a dîwarê hocreya wê rastî nivîseke sê peyvî hatibûn:” Jin, Jiyan, Azadî…”.

Sedemeke herî mezin a îdama Şirînê îmana wê bi şoreş û mafên wekhevî ji jin û mêran re bû.

Sala 1987an teorîsyenê qada Jineolojiyê A. Ocalan li dijî sê têgehên: “cinsiyet, mirin, koletî” li ser dirûşa:” jin, jiyan, azadî” bi hûrgilî sekinîbû û nirxandineke wiha kiribû:” Heya jin azad nebê civak û welat azad nabin…”

“Jin, jiyan, azadî” şireşeke siyasî û civakî ye ku berê ji aliyê şervanên jin ên Kurd li bakurê Kurdistanaê û piştre di şerê li dijî DAIŞê de bû pareke cudanebûyî a têkoşîna jin û keçên Kurd li gelek welatên cihanê. Serhildana ku xwedî armancên pîroz û hiqûqî, pêre kô bi pêngavên tije xwîn û ked meşrûyeta xwe bi sîstemên serdest re daye selmandin.

Komara îslamî û Kurd

Dema em li salên 1978an û şûnde li şoreşa Kurdên rojhilatê Kurdistanê dinêrin, gelek rastiyên dîrokî têne bîra me. Wan salan li dijî rejîma Pehlewî xwepêşandan û meş li Kurdistanê ti rengê xwe yê olî nebû û daxwazên gel li ser: “azadî, demokrasî û mafên netewî yên gelê Kurd” bûn. Berevajî wê alîgirên Xumeynî li Tehranê dirûşima “Êstêqlal-êstêqlan, Cimhuriyê îslamî-Serxwebûn, Serxwebûn, Komara Îslamî” bilind kirin, lê xelkê Kurdistanê bi dengekî bilind wiha qêriyan: “Azadî, Serxwebûn, Komara Gelan”

Di vî warî de jî civaka siyasî-rewşenbîrî li rojhilatê Kurdistanê zû bi paşverotiya bîr-ramanên hikûmeta nû a Îranê hesiyan ku meleyan pêşengiya wê ji destê siyasetmedarên rastîn rexistibûn. Ji ber wê jî referanduma “ belê an ne” a ji komareke îslamî re yekemîn car Kurdan boykut kirin. Hîmê wê desthilatê zû û beriya herkesî li dijî mafên azadiyê ji jinê re cewherê xwe eşkere kir. Partiyên siyasî li Kurdistanê li dijî vê rêbazê derketin. Ev jî bû sedem ku hemû rêxistinên siyasî li deverên dn yên Îranê berê xwe dane Kurdistanê. Berevajî deverên din ên Îranê ku Hizbullah lê çalak bû, li Kurdistanê hemû rêxistin, partî û komên siyasî-olî û civakî azad bûn.

Bi destpêkirina xwepêşandanên li dijî hikûmeta Muhemed Riza Şahê Pehlewî re, kîna dijberiya bi sîstemên dîktator re ku bi salan di nav gelê Kurdistanê de hatibû tepeserkirin, bû qêrîn û hawarên azadiyê. Di rojên destpêkê de gel daxwaza “ cî bi cîkirin an jî pêkanîna rastîn a yasaya bingehîn” dikir. Yasayên berraq ku Xumêynî li ser diaxivî. Wan dixwestin bizanin ka wê yasaya bingehîn bi qaşo şoreşa îslamî re çi cudatî bi a serdema Pehlewî re hene. Lê ligel tundbûna zordestî û tundiya desthilatdariyê, di demeke kin de ji hêla Kurdan ve daxwaza “ hilanîna zulma li ser kêmnetewên etnîkî-olî” pirrengtir û dirûşmên li dijî rejîma nûhatî jî zêdetir ketin tevgerê û siyasîtir bûn.

Di dirêjahiya dîrokê de heya hingî gelê Kurdistanê ti carî ji aliyê desthilatdariya navendî ve bi awayekî cidî nehatibû hesibandin. Ew hertim di bin xezeba şik û gumanan de bûn û Kurdistan yek ji xizantirîn herêmên hemû Îranê bû. Weke ku hemû rojhilatê Kurdistanê pareke cuda be ji wilayetên din yên Îranê!. Têde zext, zor, kuştin û girtin ji her tiştekî berçavtir bûn. Welatekî mîlîtarîzekirî û tije girtîgehên mezin. Ji ber wê bû ku Kurd bi bêbaweriya xwe bi hikûmeta navendî re ji destpêkê heya wê demê bi daxwazên taybet ketin nava tevgerê. Daxwazên wan gûherandinên bingehîn û piraktîkî bûn. Bi armanca rûxandina rejîma berê beşdarî şoreşa nû a gelên Îranê bibûn, piştre serkeftina wê pîroz kirin, lê belê guh nedan daxwazên Xumeynî û hikûmeta nû a ku xwedî kirasekî hejmonîxwaz û îslam a bi nasnama xwe a Şîtiyê bû!.

Di qada olî de piraniya Kurdên li Îranê sunî ne. Hikûmeta nû hikûmeta Şîeyan û serweriya wan li ser hemû ol û mezhebên din bû. Tiştekî ku paşê di makezagona wê de krîstal bû, bi awayekî ku serokkomar û hemû berpirsên saziyên sereke yên dewletê divê Şîe bin! Tevgerên li Kurdistanê berevajî parçeyên din ên Îranê ne xwediyê rengekî olî bûn û ne jî mafên kêmnetewên din înkar dikirin. Civak ji ber hebûna partiyên siyasî û serhildanên sedsalên berê zêdetir sekular bû. Rêberekî olî yê weke Şêx Izedîn Huseynî( 1922- 2011) berevajî Xumeynî tim di wê baweriyê de bû ku divê dîn ji siyasetê cuda be. Ew wiha bû rêheval û dengê doza gelê xwe di pêkanîna daxwazên wan yên dîrokî û meşrû de.

Encam

Şoreşa Jîna Emînî xwedî hêzeke mezin û di temenê xwe yê yeksalî de destkeftên wê yên mezin hene. Dewleta totalîte a Îranê karî hinek dengê wê şoreşê bifetisîne, lê ew şoreş weke “agirê bin xwelîdankê” yê dîsa geştir bibe. Sedem jî mafxwazîyên meşrû û binpêkirî di sedan salên bihûrî de ne. Dema mafên nîva nifûsa civakê neyên dîtin lê li Rojavayê Kurdistanê û di dilê welatên Rojhilata Navîn de jin bibine sedema têkçûna DAÎŞê, elbete hingî yên jinên Kurd li perçên din yên Kurdistan, Îran, Efxanistan û hwd bêdeng nemînin. Ev şoreş yê berdewam û destkeftên wê di xêra hemû çûnên civakê û doza mirovahiyê de bin.