Wednesday, July 15, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Êrîşên ser Başûr û Rojava ên hemwext!

10/09/2023
in QUNCIK NIVÎS
A A
Aştîxwaziya durû ya Dolmabahçe!
Share on FacebookShare on Twitter

Ahmed Aktaş

Bûyerên van rojên dawî yên li Kerkûk û Dêrezorê pêk tên balkêş e.!

Gotina dawî, heke li pêşî were gotin; li pey her du bûyeran jî destê dewleta tirk heye. Erê nuha navê Kerkûkê û Dêrezorê derketiyê pêş, ji ber ku taybetmendiyên van bajaran hene, lê bi bingehîn êrîşên dewleta tirk, yekser jî, him li tevaya Başûr û him li tevaya Rojava her dewam dike.

Bi tenê cudahiya van êrîşên dawî yên ser her du herêman ev e; dewleta tirk, ji bo ku êrîşên xwe yên yekser sernuxûm bike, taybetmendiyên van herêman dide xebitandin.

Li Kerkûkê him bi nasnama Tirkmenî û him bi nasnama olî-mezhebî, Ereb û Kurd û Tirkmenên Sune jî bi hevre tevgêr dike, li dijî olî-mezhebiya şîa radike serhildanê.

Li Dêrezorê jî gelek eşîrên cuda yên Ereban tevgêr dike û li dijî hêzên Rêveberiya Xweser radike raperînê.

Erê dibe ku li Kerkûkê bi giranî dijberiya hêzên ser bi Îranê tên xuya kirin, lê belê li herdû herêman jî dijberiya bingehîn a li hemberî Tevgera Azadiya Gelê Kurdistanê ye.

Ev armancên mijara gotinê, jixwe di projeya despêkê de ya ku dan destê Receb T.Erdogan de hene û armancên stratejîk in. Dibe ku ev proje hatibe jibîrkirin.

Ka em bînin bîra xwe; 20 sal berê DYEyê bi navê Projeya Mezin a Rojhilata Navîn amade kiribû û pêşkêşî raya giştî cîhanê jî kiri bû. Herwiha hevserokên vê projeyê jî Corc W.Buch û Receb T.Erdogan bûn!

Di vê hilbijartina Tirkiyê ya giştî de, xwestin şûna Receb T.Erdogan, Kemal Kiliçdaroglû erkdar bikin. Lê dîtin ku Kilçdaroglu ne erbabê vî kariye û Receb bi kêrhatîtir e. Herwiha şerê Ukrayna-Rûsya jî, weke bombeyê ket rojevê, lewma hegemonên cihanê, li gel DYEyê biryar dan ku, Receb T.Erdogan, ji bo berjewendên dewletên wan baştir e.

Jixwe ew gera H.Fidan a bi lez û dengveda, parçeyê vê biryara dawî bû. Lewma, hema li pey gera wî van êrîşên hemdem ên xwînrij despêkir.

Herwiha him H.Fidan him Receb T.Erdogan, li pey hev piştgiriya xwe ya ji bo êrîşên Kerkûkê û Dêrezorê aşkere diyar kirin,

Di van bûyeran de û bi taybetî jî li ser bûyerên Dêrezorê, helwesta dewleta Şamê û Enqereyê hema hema weke hev bûn. Daxuyaniyên wan ên li dijî Tevgera Azadiya Gelê Kurdistanê pir dişibîn hev.

Wezîrê derve yê Şamê Faisal Mekdad û wezîrê derve yê Enqereyê Hakan Fidan, hema hema weke hev diaxivin û piştgriyê didin eşîrên Ereban ên Dêrezorê. Her wiha roja Receb T.Erdogan ji SOÇÎ vegeriya, wî jî bi heman zimanî pesindariya êrîşên komên çete ên ser HSDê kir.

Fidanê “Kurmê darê”, li goreyî giraniya xiyaneta xwe gotin dikir û mîna li Başûr digot; “PKKê xaka Iraqê dagir kiriye”, li vira jî digot; “YPGê xaka ereban dagir kiri ye”. Bi kurtayî, navê xwe li Tevgera Azadiya Kurdistanê dike û “kumê serê xwe” û “serê Receb”, dide serê PKK û PYDê!

Wisa diyar dibe ku, Tevgera Azadiyê, wê vê plana qirêj jî hilweşîne. Bêguman hişyarî û amadekarî her divê!

 

ShareTweetPin

Herî Dawî

RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ
HAJMARA PDF

RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ

15/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

15/07/2026
Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze
CIVAK Û JIYAN

Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze

15/07/2026
Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin
CîHAN

Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin

15/07/2026
Yekîtiya Ewropayê cezayên nû li ser Rûsya ferz dike
CîHAN

Yekîtiya Ewropayê cezayên nû li ser Rûsya ferz dike

15/07/2026
Em bi YPJ’ ê azad in
Serbest

Em bi YPJ’ ê azad in

15/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.