Wednesday, July 15, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

QSD’Ê PLANA HERÎ QIRÊJ A ASTANA TÊK BIR

06/09/2023
in QUNCIK NIVÎS
A A
Divê gêrîla tenê nemîne
Share on FacebookShare on Twitter

 

DILYAR CIZÎRÎ

Hikumeta Şamê, Dewleta Tirk û hin aliyên din ku di çarçoveya civînên Astana dighêjin hev bi planên qirêj xwestin aramî û ewlekariya herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê têk bibin. Ev jî bi taybet dema dîtin gelê Siwêda li dijî hikûmeta Şamê xwepêşandan kirin û Rêveberiya Xweser ji xwe re wekî ilham nîşan da.

Aliyên behsa mijarê komên DAIŞ’ê li bejahiya rojavayê Dêrazorê bi cih bibûn, her wiha komên girêdayî kesê bi navê Raxib El-Beşîr bi Ibrehîm El-Hifil û kesê bi navê Ebû Xewla ku serokê Meclîsa Leşkerî ya Dêrazorê bû, re hatin cem hev. Plana bi civînên veşartî yên di navbera çeteyan de destpê kir. Piştî wê Ebû Xewla ku gerek di nava QSD’ê de be dest bi planan kir, gelek çekdarên girêdayî wan li dijî hêzên QSD’ê êriş pêk tanîn û gelek binpêkirin û sûcên wan ên wekî bazirganiya madeyên hişbir, qaçaxçî û zexta li dijî gelê herêmê dest pê kir.

Eşîr û rûspiyên Dêrazorê ji fermandariya QSD’ê xwestin wan ji zulim û bê exlaqiya Ebû Xewla û komên girêdayî wî xilas bikin. QSD’ê li ser daxwaza şêniyên herêmê Opersyona ‘Xurtkirina Ewlehiyê’ li Dêrazorê û Hesekê da destpêkirin. Di vir de plangeran beşê duyemîn ê plana xwe dan destpêkirin û xwestin aloziya heyî wekî şerê kurdan li dijî eşîrên herêmê yên ereb de nîşan bidin.

Wiha komên mezin çekdarên bi çekên giran ji rojavayê Firatê anîn herêmê, hin bajarên li ser xeta avê wêran kirin. Sazî û dezgehên sivîl talan kirin. Hin kes li dora xwe kom kirin û xwestin proveqesyonê mezintir bikin. QSD’ê ku ji hemû pêkhateyan hatiye avakirin û di şerên herî mezin de isbat kir, dikare li dijî hemû hewldanên têkbirin, berxwe bide û herêmê biparêze, vê carê jî hêza xwe nîşan da.

Ji ber komên çekdar sivîl wekî mertal bikar anîn, şervanên QSD’ê ji gelek bajarokan vekişiya û careke din dest bi hemleya paqijkirinê kir. Dewleta Tirk ku beşekî serke yê plane ye, li gundên Til Temir, Minbic û Girê SPî êrişên berfireh pêk anî. Li van eniyan jî şervanên meclîsên leşkerî yên girêdayî QSD’ê karîbûn êrişkaran têk bibin û zêdeyî 50 çete kuştin. Bi dehan birîndar kirin.

Di çarçoveya vê planê de hêzeke mezin a ragihandina dijber ket dewrê û xwestin wiha nîşan bidin ku hêza QSD’ê têk diçe, parçebûn tê de çêdibe û hejmarek mezin a sivîlan kuştine. Plana wan bi xurtiyeke mezin hate meşandin û bandor li hin kesan jî hat.

Lê şervan û fermandariya QSD’ê di çarçoveya deh rojan de karîbû planê vala derbixe. Hemû ragihandinên xizmeta şerê taybet dikir, derewîn derxist. Bajarokên Dêrazorê yek bi yek ji çeteyan paqijkirin. Wê xebatê hîn jî didomînin.

Hêza QSD’ê careke din bi tîpên zêrîn xalek din li destkeftiyên xwe zêde kir. Wiha jî peyam da şêniyên Siwêda û herêmên din ên Sûriyê ku tekane riya çareseriya aloziya Sûriyê sîstema Rêveberiya Xweser e. Şervanan çawa di têkbirina DAIŞ’ê de peyam dan cîhanê, îro careke din isbat kirin hêza xwe dispêre biratiya gelan wê tu carî ne fitne û ne êrişên dijberiyê wê têk bibin.

ShareTweetPin

Herî Dawî

RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ
HAJMARA PDF

RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ

15/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

15/07/2026
Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze
CIVAK Û JIYAN

Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze

15/07/2026
Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin
CîHAN

Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin

15/07/2026
Yekîtiya Ewropayê cezayên nû li ser Rûsya ferz dike
CîHAN

Yekîtiya Ewropayê cezayên nû li ser Rûsya ferz dike

15/07/2026
Em bi YPJ’ ê azad in
Serbest

Em bi YPJ’ ê azad in

15/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.