Friday, June 19, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Divê hemû gel li Ocalan xwedî derkevin

24/07/2018
in Uncategorized
A A
Divê hemû gel li Ocalan xwedî derkevin
Share on FacebookShare on Twitter

Siyasetmedar Dr. Faîk Gulpî bal kişand tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û got, “hêzên desthilatdar ên naxwazin fikrên Ocalan belav bibin di tecrîdê de israr dikin, lê êdî fikrên Ocalan belav bûne û tecrîd ne çareserî ye.”
Siyasetmedar Dr. Faîk Gulpî li ser tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê meşandin axivî.
CPT ERKA XWE PÊK NAYNE
Gulpî bal kişand li ser rewşa Ocalan û diyar kir ku ji ber CPT bi dewleta Tirkiye û dewletên din ên desthilatdar ve girêdayî ye peywira xwe ya li dijî îşkenceyê pêk neanî.
Dr. Gulpî bal kişand ser helwesta Tirkiye û hêzên desthilatdar û wiha got: “Tenê ne dewleta Tirkiye, dewletên desthilatdar hemû li dijî fikrên Ocalan in. Niha tecrîd di her alî de berdewam dike. Ev şermezariyek mezin e ji bo CPT û hemû saziyên parastina mafên mirovan ên Navneteweyî. Li gelek welatan Ocalan wekî zanyarekî mezin hatiye nasîn. Ji bo gel ji fikrên Ocalan sûdê negire, li ser Ocalan tecrîd giran kirine û didomîne.”
Gulpî bal kişand ser bandora fikrên Ocalan ên li ser Rojhilata Navîn û wiha got: “Ji serdema sasaniyan heta niha tu kesî li Rojhilata navîn pirsgirêk çareser nekiriye. Lê Ocalan ji bo çareseriya pirsgirêkên Rojhilata Navin fikr pêş dixe. Heta niha fikrên wekî îslamê, lîberalîzmê pirsgirêkên rojhilata navîn çareser nekirin. Birêz Ocalan van fikran hemûyan dixwîne û ji nava wan tevan çareseriyek nû derdixe. Fikrên Ocalan ewe ku hemû gel di nava aştî û aramiyê de bijîn. Hewce ye gelên Rojhilata Navîn jî li Ocalan û fikrên wî xwedî derkevin. Divê hemû gelê Rojhilata Navîn zextan li ser Tirkiye bike da ku tecrîdê bi dawî bikin. Sedema tecrid û girtinê ewe ku gel ji fikrên Ocalan dûr bixe. Dixwazin ku fikrên Ocalan belav nebe. Lê beravajî vê yekê bi tecrid û girtina Ocalan re fikrên Ocalan bêtir belav bûn. Ji ber vê yekê jî ez bawer nakim ku tecrîdê berdewam bikin. Tecrîd naghêje encamê.”
TECRÎD NIKARE FIKRÊN OCALAN BI SÎNOR BIKE
Gulpî bal kişand terîda li ser Ocalan û wiha got: “Her dem hewldanên Ocalan ewe ku gelê Rojhilata navîn û cîhanê ji nava vî agirî derbixe. Hêj têgihiştina van fikran çênebûye û ji bo gel van fikran tênegêje desthilatdar vê yekê asteng dike. Dive em hemu ji derve bixebitin ku fikrên Ocalan ên ji zindanê derdikevin bigihînin hemû civakê. Ji ber serkeftina fikrên Ocalan girtin û binçavkirina siyasetmedarên kurd bandorek neyînî li ser hilbijartinê nekir û dîsa HDP’ê bend derbas kir. Derbaskirina benda hilbijartinê derbaskirina fikrên Ocalan e. Her dem fikrên Ocalan ji ber ketiye nava gelan e, tecrîd êdi dijmin serkeftî nake. Bi tecrîdê êdî dijmin bi ser nakeve. Ji ber ku êdî fikrên Ocalan belav bûne êdi tecrîd ne çareseri ye.”…MA

ShareTweetPin

Herî Dawî

Mahmûd Tewfîq; Stûna Zêrîn a Helbesta Kurdî
CIVAK Û JIYAN

Mahmûd Tewfîq; Stûna Zêrîn a Helbesta Kurdî

19/06/2026
Rêveberiya Sotemeniya herêma cizîrê sedemên kêmbûna mazotê diyar kir
CIVAK Û JIYAN

Rêveberiya Sotemeniya herêma cizîrê sedemên kêmbûna mazotê diyar kir

18/06/2026
Festîvala Şanoya Zarokan a Hêvî bi dawî bû
NÛÇE

Festîvala Şanoya Zarokan a Hêvî bi dawî bû

17/06/2026
Şehîd Ferhad Dêrik; sembola berxwedan û dilsoziyê
CIVAK Û JIYAN

Şehîd Ferhad Dêrik; sembola berxwedan û dilsoziyê

17/06/2026
MAFÊ HÊVIYÊ PÊWÎSTIYEKE SERDEMÎ YE
HAJMARA PDF

MAFÊ HÊVIYÊ PÊWÎSTIYEKE SERDEMÎ YE

17/06/2026
Bi Kamîreya Narama Mihemed
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi Kamîreya Narama Mihemed

17/06/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.