Rojnameya Ronahî

56 sal e berhemên hunera destan çêdike

Fesla Hecî Hisên 56 sal e di ber stranên kurdî yên folklorî û bîranên demên berê hiriyê dirêse.

Jinên Kurd xwedî dîrokeke têr û tijî ne ku di serdemên kevin û nû de hemû adet û kevneşopî parastin. Jinên Kurd tevn, cil û xalîçeyan dirêsin. Her wiha muzîkê dijenin û di hemû pîşeyên din de jî cih girtine.

Piraniya jinan destekdarî ji dayîk û dapîrên xwe girtine û heta niha jî bi jîrî karê çêkirina xalîçe û cilên xemilandî dikin. Wekî tê zanîn jin pîşeyên destkariyê wek rêsandina hiriyê, rengkirina cil û xalîçeyan û çêkirina merşan û tenteneyan û gelek karên din, dikin.

Yek ji wan jinan dayika bi navê Fesla Hesen Hecî Hisên e. Dayika Fesla heta niha çand û kevneşopiya kurdî ji windabûnê diparêze û vediguhêze ji bona zarokên xwe.

Fesla Hecî Hisên (77) dayika 8 keç û 5 kuran e û li gundê Doda yê rojavayê bajarê Qamişlo dimîne. Dayika Fesla Hecî Hisên bi xwe ji Bakurê Kurdistanê ye, lê piştî ku dizewice tê Qamişloyê.

Dayika Fesla ji me re behsa bîranên berê û tiştên ku niha hatine jibîrkirin, kir.

Dayika Fesla  ku 56 sal di rêsandina hiriyê û destkariyê din de derbas kirin, dibêje, destkarî hunera yekane ye ku hemû hunerên din wekî şêwekarî, xêz û reng di bin siya wê de dihewîne.

Dayika Fesla jiyana xwe di karê zeviyan, karên malê, kişandina avê, hêrandina dexil, çêkirina nan û xwarinê û gelek karên din ên gundan de derbas kir.

Di her quncikekê de bîranînek heye

Dema yek li mala dayika Fesla bigere, bêhna demên berê dike, nexasim ji xalîçeyên kevin û karên destkariyê û cawên xemilandî.

Dayika Fesla destnîşan kir ku berê her tişt bi wate bû û wan bi dilekî xweş li ber stranên folklorî karên xwe dikirin û got: “Em hewl didin kultura kurdî biparêzin û derbasî nifşên nû bikin.”

Heta niha jî dayika Fesla stranên kurdî yên kevin di ber rêsandina  hiriyê re xweş dibêje. Dayika Fesla ji hiriyê gore, şohî, xemil, tentene û cilan ji hemû şêniyên gund re çêdike. Lê niha di vî temenê xwe de ji zarokên xwe tenê re çêdike.