Wednesday, July 15, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

DAIŞ li Tirkiye birêxistin di be…

30/08/2023
in QUNCIK NIVÎS
A A
Nexweşiya Xemsariyê
Share on FacebookShare on Twitter

Farûk Sakik

25’ê Tebaxê di malpêra “Artigerçek” de, rojnamevan Hale Gonultaş nûçeyek taybet bi sernavê “DAIŞ bi navê Mektebî-Furkan ji nû ve birêxistin dibe” parvekir.

Gelek îdeayên balkêş hebûn. Agahî ji doza DAIŞ’iyên ku li Tirkiyê tên darizandin dide û qala kesekî DAIŞ’î ku berê li Sûrî şer kiriye, birîndar bûye, parçeyek laşê wî qût bûye û îroj li Tirkiye tedawî dibe, dike. Bi vî kesî re hevdîtinek jî pêkaniye.

Li gor van agahiyan, DAIŞ li Gurcîstanê perwerdeya eskerî dibîne û li hin welatên wek Tirkiye, Gurcistan, Azerbeycan, Rusya, Ukrayna, Çeçenistan, Malî, Ûganda û Sûdanê bi navê Mekteb-i Furkan birêxistin dibin.

Piştî ku DAIŞ têk çû gelek endamê rêxistinê xwestine ku derbasî Tirkiye bibin. Ji aliyê hin toreyan ve her mirov bi 6-8 hezar solarî wan derbasî Tirkiye kirine.

Endamên DAIŞ ên birîndar li nexweşxaneyên Tirkiye tedawî dibin. Piştî terapiyan jî derbasî qadên rêxistinê dibin. Li hin pirtûkxane û saziyên mafên mirovan, ji nû ve birêxistin dibin. Herî dawî bi navê “Kovara Exlaq û Sunnet”ku navenda wê li Yalova ya Tirkiye ye, şaxek wê jî li Gurcîstanê heye. Ji DAIŞ’ê re endaman tedarik dikin.

Li aliyê din jî kesên ku bixwazin ji nû ve bi rêxistinê re kontakt çêbikin, wan derbasî hin deverên din dikin. Ji bo van kesan jî vîzeyên taybet têne tedarikkirin.

Bi taybetî kesên hemwelatiyê Tirkiyeyê ne û bixwazin herin nav DAIŞ’ê, wek xebatkarên komeleyên bi rêxistinê re eleqedarin, wekî personelên alîkariyê tên nişandan. Piştî demekê jî van kesan her wek ji bo kar û xebatên mirovî derbasî Uganda, Malî û Sûdanê dikin. Ji van deveran jî ber bi navenda DAIŞ’ê ya li Iraq û Sûrî ve derdikevin rê.

Ev agahî ji aliyê Amerîka û hêzên kiwalisyonê ve ku li dijî DAIŞ’ê xwedênegravî têdikoşin ve jî tê zanîn. Lê heta îro me tu midaxaleyek nedît. Tu hişyarî jî ji bo Tirkiyê nîne.

Car caran li Tirkiyê hin operasyonên sexte li dijî çeteyên DAiŞ’ê têne lidarxistin. Hin kes têne girtin û di demek kurt de jî serbest têne berdan. Û bi giranî kesên ku li Tirkiyê tên darizandin jî ew kesin ku ji DAIŞ’ê qût bûne.

Kar, xebat û têkoşîna li dijî DAIŞ’ê jî dîsa dikeve ser mile QSD’ê û rêveberiya xweser.

Fermandariya Giştî ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) di 27’ê Tebaxa 2023’yan de li herêma Dêrazorê û rojhilatê Firatê “Operasyona Xurtkirina Ewlehiyê” da destpêkirin.

 

Li gorî agahiyên ku fermandarên QSD’ê parvekirine, hêzên wan di nava 2 mehan de li dijî şaneyên veşartî yên DAIŞ’ê 8 operasyonên taybet lidar xistine. Di encama van operasyonan de serçete jî di nav de, 4 çete hatin kuştin, 12 çete jî hatine girtin.

QSD dîsa li hember ewqas xemsarî û bêeleqetiya cîhanê, ji bo parastina mirovahiyê ji van çeteyan biparêze xwe berpirsyar dibîne.

Lê hêzên koalisyonê dikaribûn pêşî li vê tevgera DAIŞ’ê ya ji nû ve zindî dibe bigire. Dikaribûn midaxleyî wan sazî, komele û pirtûkxaneyên li Tirkiyê ji bo DAIŞ dixebitin bikira. Nekirin…

Diviya di serî de Amerîka, kiwalîsyonê hemû hêza xwe, îstîxbarata xwe di vî karî de bida şuxlandin. Nekir…

Çawa piştî DAIŞ têkçû, ji bo wan kesên ku hatin girtin dadgehek avanekirin, tu welatek li hemwelatiyên xwe xwedî derneket, îro jî bi wê helwesta xwe şansek nû didin DAIŞ’ê ku ji nûve birêxistin bibe!..

ShareTweetPin

Herî Dawî

RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ
HAJMARA PDF

RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ

15/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

15/07/2026
Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze
CIVAK Û JIYAN

Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze

15/07/2026
Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin
CîHAN

Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin

15/07/2026
Yekîtiya Ewropayê cezayên nû li ser Rûsya ferz dike
CîHAN

Yekîtiya Ewropayê cezayên nû li ser Rûsya ferz dike

15/07/2026
Em bi YPJ’ ê azad in
Serbest

Em bi YPJ’ ê azad in

15/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.