Rojnameya Ronahî

  Wê kengê yekîtiya kurdan çê bibe?

Cîger Dilşad

Pirsa ku hema hema her Kurdekî/e azadîxwaz dipirse û li bersiva xwe digere;”wê kengê kurd bibin yek û em azad bibin?”

Hinek derdor neyekbûna Kurdan bi cudabûna birdozîya partîyên Kurdan ve girê didin,hinekên din bi rewşa sosyal ya serokên partîyan ve girê didin,hinek bi bandora ol û bawerîya îslamî-elewî-êzîdî û hwd ve girê didin,hinek..hinek..û hinek jî bi parçebûna kurdistanê ve girê didin…

Bêguman rastîya hemûyan jî heye! Lê her yek hinekî rast e! Çimkî gava em dîroka gelan dixwînin em dibînin ku ,rewşa wan ya civakî û sîyasî ya ji berîya têkoşîna azadîyê bidin dişibihe ya Kurdan. Birdozîyên cuda di nava wan de jî hebûn,serokên partîyên wan jî ji tebeqeyên cuda bûn û li wir jî  ol û bawerî hebûn. Heta îxanet li cem wan jî rûda ye û li pêş tevgera wan ya azadîyê bûne asteng. Lê;

1-li cem wan îxanetê xwe wek sazî bi rêxistin nekir. Li Kurdistanê ji îxaneta Enkîdo ya li dijî Humbaba,îxaneta Harpagos ya li dijî Îstîyax, ya Mahmûd li dijî Lepzêrîn,ya Xalid li dijî birazî Ehmed beg, ya Yezdanşêr li dijî Bedirxan beg,ya Bînbaşî Qasim li dijî Şêx Saîdê kal,ya Rêyber li dijî Seyîd Riza û yên din,tev li dijî tevgerekê qewimîne .Tev jî ji boyî berjewendiyên xwe yên takekesîn e. Brûtus jî li Sezar îxanet kir, lê wî ji hezkirina Romayê îxanet kir. Gava fêm kir ku şaşîtî kiriye, bê dudilî bi heman xencerê dawî li jiyana xwe anî. Bi kuştina xwe re rêgezek afirand, xwest bêje; kesê/a îxanet kir mafê wî/wê tuneye ku bijî. Ger hinekî xwedî rûmet be, divê bi kuştina xwe rûmeta mayî biparêze. Ango xwest bêje; parastina rûmetê ne tiştekî hêsan e. Tenê yên rûmetdar xwedî mafê jiyanê ne û tenê jîna rûmetdaran bi aramiyê hatiye xemilandin.

2-li welatên din xayîn bi awayê tebeqeyekê,beşekî civakê derneketine,wekî kes an jî du-sê kesan û çend kesên pê re.

Li Kurdistanê dagirkeran bi tenê rêyek ji dewlemendiyê re vekirine. Ew jî ÎXANET E! Ji lewra pir kêm kes bêyî îxanetê li nirxên xwe bikin,dewlemend bûne,hene. Lê, dagirkeran piştî demeke kurt bi awayekî dest danîye ser mal û milkên wan. Ji xwe gotineke Kurdan heye;” di malê pir de heramî heye.” Yanê dizî heye. Gava  kes îxanet li gel û nirxên xwe yên netewî kir ,wê demê  dikare dewlemend bibe.

3- Îxaneta mala Barzanîyan  li dijî hemû tevgerên azadîxwaz, demokrat û sosyalîst qewimîye û ya herî demdirêj e û bi tenê ji boyî dewlemendîya malbata Barzanî ye!

4-îxaneta Barzanîyan senteza hemû îxanetên di dîroka Kurdan de derketî ye û ya herî dawîye! Gava îxaneta mala Barzanîyan bi dawî bû, wê êdî li Kurdistan’ê sazîya îxanetê hilweşe û careke din pişta xwe rast neke! Heger em hinekî sentezkirina wan verişînin;

a-Enkîdu ji pozbilindiya xwe û neparastina wî nirxên civakî,ji civakê hatibû aferoz kirin. Mala Barzanî heta nîvê salên 1800’yan qet nedihatin nasîn. Piştî ku Barzanî ketin tarîqeta Neqişbendî bi piştgiriya dewleta Elî Osman,li dijî mîrtîyê piştgirî da tarîqetan ku rê li mîran bigire. Li ser wê bingehê dewleta Elî Osman piştgirî da şêxên Neqişbendî.(wek nîşeyekê li vir vê bi lêv bikin;piştî şêx Ubeydulah NEHRÎ û şêx Saîd,ku her du jî şêxên Neqişbendî bûn,dewleta Osmanî rê li şêxitşyê jî girt û wekî sazîyeke nû ya îxanetê axatî derxist û li Kurdistanê belav kir).  Ji hêla din ve dubendî xist navbera tarîqeta Neqişbendî û Qadirî. Ji ber ku Qadirî xwe dispêrin HZ. Elî,Qadirî ji Osmanîyan re xeter bûn. Ji lewra divîya bû rê lê bihata girtin.Lê,Neqişbendî xwe dispêrin HZ. Ebu Bekir û feraseta parastina dewletê di wan de xurt e. Bi wê armancê Osmanîyan piştgirî da Barzanîyan.Ew Barzanîyên ku dervayî civakê û tu kesî ew nas nedikir, di demeke Kurt de bûn xwedî hêz.

b-Harpagos  desthilatdarîya Medan radestî Farsan kir. Barzanî jî her ji boyî dewletên dagirker xebitîn e . Tevgerên ku dibêtîya ku bibin xeter ji hebûna wan re beralî kirin e. Ne bi xwe dibin desthilatdarî û ne jî dihêlin ku kurd bigihînin mafên xwe.

c-ji ber ku Mahmût kiryarên deraxlaqî kiribûn,ji hêla Lepzêrînê Biradostî ve ji kela Dimdimê hatibû aferoz kirin. Barzanîyan bi pejrandina Aşî BATAL re di wijdanê gelê Kurd de hatibûn aferoz kirin û ji hêla civakê ve bê îtîbar bûbûn.

d-Reyber ji boyî pereyan apê xwe Seyîd Riza Firot! Lê piştî  darvekirina Seyîd Riza, dewleta Tirk Reyber û kurê wî kuştin ,tecawizî jina wî kirin û piştî tecawizî wê kirin,ew mişaxtî bajarê Tirkîyê kirin. Ji xwe ji bilî wê kiryarê mirov tiştekî din ji dewleta Tirk hêvî nake.Yê/ya hêvî bike,divê bizanibe ku tişta anîne serê Reyber wê were serê wî/wê jî!

5-malbata Barzanîyan sazîya îxanetê ya herî dawî ye. Gelek kes bi nîyeteke baş bangewazî dikin ku Barzanî dev ji îxanetê berdin. Îxanet bi bangewazîyan nehatiye tunekirin û heta niha jî tu encam neda ye. Çimkî ;

A-xayîn bêyî îxanet nikare bijî. Li tu devereke dinyayê nehatî dîtin ku xayîn bi bangewazîyan dev ji îxanta xwe berdaye. Îxanet bi têkoşînê tê rakirin û beralî dibe.

B-li Kurdistanê û bi taybetî jî Malbata Barzanîyan hebûna xwe di tunebûna tevgerên welatpariz,demokrat û sosyalîst de dîtiye û dibîne.(Me di nivîsa ;PDK Û ÎXANETA MALBATA BARZANÎYAN de ew berfereh anîbû ziman. Ji bo dubare nebe li vir nanivisînin) Heman mîna Enkîdu. Gava Enkîdu dît ku Gilgamêş li hemberî pêşnîyara Humbaba “min nekuje,ez darên sedrê bidim te”nerim dibe,ji Gilgamêş kuştina Humbaba dixwaz e. Van rojan jî qeşmerekî PDK bi navê Elî Ewnî kuştina rêveberên PKK dixwast. Tişta bi salan li pişt perdê dixwastin, îcar li hember raya giştî xwest.Yanê ne tiştekî ku nayê zanîn. Di vir de pirs ev e;”çima îcar vekirî daxwaza kuştina rêveberên PKK kirin? çimkî êdî dawîya xwe dibînin. Dibînin ku ew û efendîyê wan Erdoganê faşist çem û çem diçin,mecbûr bûn ku êdî vekirî bixwazin.

C- gîyana xayîn ji alîyê netewî û mirovî ve kor,lal û ker bûye. Brûtûs hêj mirovbûna xwe bi temamî wenda nekiribû,ji lewra jî gava wijdanê wî qêrîya,hema xwe kuşt. Bi qasî serê derzîyê dilîn,raman û hîsekî  netewî bi xayînan re mabe,ji xwe îxanetê nakin,bikin jî wekî Brûtûs dikevin hewla bexşandina xwe. Xayînên Kurd ji her tişta mirovî hatine şûştin. Ji lewra dervayî têkoşîneke gelêrî û netewî ne gengaze ku xayîn dev ji îxaneta xwe berdin.

Em werin  ser pirsa xwe;”wê kengê yekitîya Kurdan çê bibe?”

1-gava yên azadîyê dixwazin tev bi hev re li dijî îxaneta Barzanîyan têbikoşîn, wê xeta lanetkirî têk bibin,

2-gava PKK li ser erdê li bakur serkeftineke misoger bi dest xist û pozê faşistan di erdê re xûşand. Rast e, PKK di xeta Rêber Apo de gelek destkeftîyên hêja bi dest xistin.Lê tê xuyan  kirin ku,têrî kuştina îxanetê nekiriye.Heta PKK’ê qezencên xwe yên netewî neke malê hemû civakê,wê yekîtiya Kurdan çê nebe!PKK’ê têkoşîneke bêhempa daye û hîn dide, lê mixabin hêj fêkîyên wê têkoşînê nekirîye malê piranî gel. Ji lewra pêdivî bi pêngaveke netewî heye ku,berhemên şoreşê bikin malê hemû  gel û civakê

Kurdistan;

welatê ku bi sînoran hatîye girêdan,

welatê ku zarokên wê li ser axa xwe qaçaxçîtîyê dikin,têne birîndarkirin û têne kuştin!..

Welatê ku bi çar xenceran hatîye  birîndar kirin,

Lê,ji xecera parçekirinê tûjtir û êşdertir bêguman xencera îxaneyê ye!..

Xencera îxaneta Barzanîyan;

Ya herî temen dirêjtir e,

Ya herî zingar girtîye,

Ya herî bi xwîna Kurdan sorbûye ye,