Rojnameya Ronahî

Azadî ji zarokatiyê dest pê dike

Birûc Resûl/Qamişlo

Bi armanca bîranîna 5 zarokên keç yên ku di 18’ê Tebaxa 2022’an de ji aliyê dewleta Tirk adagirker ve hatbûn hedefgirtin, Şanoya Zarokan di bin dirûşmeya ‘Azadî ji zarokatiyê dest pê dike’ wê di meha Tebaxê de 12 şanoyên zarokan pêşkêş bike.

Piştî şoreşa Rojava, tovên çand û hunerê hatin çandin û xebatên damezirîner bi hêztir bûn. Yek ji van projeyên çandî û hunerî jî, projeya Şanoya Zarokan e, ku bi kordîneya Çand û Hunerê tê kirin.

Tevgera Hunerê (TEV-ÇAND), Tevgera Hîlala Zêrîn a Çanda Jinê û Komîteya Şilêr bi dirûşmeya ’Azadî ji zarokatiyê destpê dike’, bi boneya yekemîn salvegera şehadeta 5 keçên ku di encama êrîşa dewleta Tirk a dagirker ya li ser dibistana perwerdehiyê ya li gundê Şmûka yê Til Temirê de şehîd bibûn, li salona Navenda Mihemed Şêxo ya Çand û Hunerê ya bajarê Qamişlo ji bo zarokan şano û govend li dar xist.

Derbarê mijarê de berpirsa Komeleya Şilêr a Parastina Mafê Zarokan Cûliya Xelo ji rojnemeya me re axivî.

Bîranîna zarokên ku ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve hatin hedefgirtin

Cûliya Xelo da xuyakirin wan ev pirojeya xwe diyarî her 5 zarokên ku ji aliyê dagirkeriya Tirk ve hatibûn armangirtin kirine û wiha got: “Projeya şanoya zarokan ji bo bîranîna 5 keçên ku di 18’ê Tebaxa 2022’an de li Til Temir ê di êrîşa dewleta Tirk de hatin hedefgirtin û gihîştin asta şehadetê ye. Di êrîşê de yek ji wan 5 keçan Slava Ramadan bi giranî birîndar bû, di 1`ê Îlonê de şehîd bû, Slava Remedan jî  ku beşdarî lîstikvaniya fîlma “Çîrokên Bajarên Wêranbûyî.”

` Zarok hunera xwe pêşkêş dikin `

Cûliya wiha berdewamî da axaftina xwe û got: “Armanca me ji vê projê têşwşqkirina hezkirina şano, hêza xeyalê, xwe îfadekirin, xwebawerî, afirînerî, gavên wêrek û hunerên hestyarî di nav zarokên Rojava de.”

Cûliya di dawiya axaftina xwe de da zanîn ku zarokên di bin tehdîda şer de ne, zarokên şehîdan, zarokên li kampên penaberan jî cihê xwe di projeyê de digirin û wiha got: “Proje bi rêya huner û şanoyê tevkariyê li pêşketina civakî ya zarokan dike û dixwaze bi hêzeke xurt tevkariyê bide pêşxistina kesayetiya zarokan. Di heman demê de em ê bibin bersiv  ji van êrîşên kun li ser bakur û rojhihlatê Suriyê tên kirin. Da ku dijmin bizanbe îradeya gelê kurd têk naçe.”