Dema zarok tên dinyayê, jiyana li dor wan çi hebe, teşe, alav û tevger; rabûn û rûniştin, ziman, zanebûn û fikrên wan li gor van tiştan avadibin, teşe digirin. Bi axaftinê zimanê wan va dibin; bi vegotin ,ravekirin û dîtinê jî zanîna wan çêdibe.
Li gor hin zanayên pedagojiya zarokan, zarokên vê demê pir zana ne lê pirraniya wan li ber tv’yan an jî bi perwerdehiyê di bin kontrola mamoste û li gor rêgezan mezin dibin. Zanin û perwerdehî ne tiştên xerab in lê tv çî çîrokê vebêje dîmen jî pê re dide ji ber vê zarok bi xwe xeyal nakin, perwerde jî zarokan ji aliyê zanebûnê ve têdigihîne. Herçend e ev ji aliyê zanistiyê nehatiye îspatkirin jî, rastiyek tê de heye. A. Einstein dibêje “ Xeyalkirin ji zanînê girîngtir e ji ber ku zanîn bi sînor e le xeyalkirin na”
Einstein ne tenê agahî dide me, rê ji dide ber me û dibêje “Heke hun dixwazin zarokên we jîr bin ji wan re çîrokan vebêjin, heke hun dixwazin jîrtir bin hîn zêdetir çîrokan vebêjin” Vegotina çîrokan ne bes ji bo jîrbûnê baş e. Vegotina çîrokan:
– Zimanên zarokan pêş ve dibe û dewlemendtir dike,
– Ji aliyê bîrbûnê ve wan pêş ve dibe (famkirin û hifz),
– Zarok bi alikariya çîrokan bala xwe zêdetir li ser tiştekî didin hev,
– Têkiliyên wan û kesê çîrokbêj xurttir û germtir dike,
– Bi rêya van çîrokan cîhana dor xwe bi awayekî berdewamî nas dikin.
Gelek çîrokên modern hene û hin dikarin wan ji zarokên xwe re vebêjin. Lê heke hun dixwazin zarokên we li ser koka xwe şîn bibin çîrokên gelerî ji wan re vebêjin. Herçiqas di van çîrokan de hin hêmanên tirsê hebin jî netirsin, çîrokan li gor temenê wan, li gor famkirina wan adabte bikinû ji wan re vebêjin. Di aliyê din de herçiqas hêmanên tirsê bihewînin jî herî dawiyê her tim yên baş bi ser dikevin. Carinan leheng bi ser nekevin jî ev ji wan re dibe wek şîret. Bi alikariya van çîrokan zarok başî û nebaşiyê jî hîn dibin. Lehengên baş çawa tevdigerin û bi ser dikevin, têkevin binê bîrekê jî ev dibe destpêka jiyaneke nû û bi çalakî û jîrbûna leheng jiyana wî hîn xweştir dibe. Wek Gilbert K. Chesterton dibêje: “Çîrokên ji rastiyê wêdetir in; ne hebûna ejdarhayan vedibêjin lê pêkanbûna bibirîna (biserkeftina) ejderhayan vedibêjin”.
Ya girîng ew e, dema çîrok ji wan re tê vegotin bi bawerî were gotin. Dema çîrok bê tirs were gotin, zarok jî natirsin. Bi vegotina awayê vegotinê, bawerî di zarokan de çêdibe.
Divê zarok ji rastiya jiyanê haydar bin, başî û nebaşiyê bibihîzin, hîn bibin.
Dema çîrok ji zarokan re tê gotin, ew xwe dikin şûna lehengên di çîrokê de. Çi astengiyên derdikeve pêşiya leheng, di xeyala zarokê de wek derkeve pêşiya wî/wê. Dema leheng ji astengiyan xelas dibe an pirsgirêkan çareser dike wek zarok bi xwe çareser bike tecrube dike.
Meriv carinan çîrokên berê ji zarokan re hatiye vegotin, bi wan bidin vegotin ku binerin zêdetir çi bala wan kişandî û çi di bîra wan de maye. Carinan çîrokên hun ji wan re vedibêjin ew di xeyalên xwe de piçekî diguherin. Ev jî dide nîşandin ku çi di binhişê zarok de heye, çi zêdetir bala wê/wî kişandiye. Ango bi vî awayî meriv zarokan jî dikarin baştir nas dike.
Derwêş M. FERHO