Wednesday, July 15, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Di rexnekirina netewîbûna Tirkî de

30/07/2023
in QUNCIK NIVÎS
A A
Di rexnekirina netewîbûna Tirkî de
Share on FacebookShare on Twitter

Rêber Hebûn

 

Dibe ku  ji reweşta netewên desthilatdar ve be ewên xwe bi demborîneke xwînî ve biçek dikin ku

pêşde biçin ji bo bindestkirina gelên ku  ji serweriya wan re xwe ditewînin, ev yeka di hişmendiya sîstema Tirkî de û çanda wê ya rabûyî li ser nefret û hilkişandina gelên ne Tirk diyar dibe û pişaftina wan di pergalê wan de,ev hizr dimîne kelemeke mezin li pêş guhertina demukratîk û çûna li pêş bi gavên pêşdemayî ve.

Pirojeya dibêje bi pêdivîbûna weşana giyana evînê li heyînê, û serkeftina li hember efsanê bi rêya zanînê, û ew nefretbûn a ku serkotkirina berdewam weşan dike diyarbûneke ji sawa nezaniyê re ye,  mirovê zanyar li heyînê dorpêç dike, ta amadekirina şerê rûbirûbûnê li hember dijminê gefxwar ji nirx û jiyana gellekî resen re li ser erdê xwe yê dîrokî dijî, di eynî demê de bi rahijtina jinê ji çek re li rex mêr tê diyarkirin, li gel wê ceng ji bo guhertinê ye û pêkanîna dadmendiyê bi wê xwesteka ji azadbûna erd ve tê pêkanîn, azadbûna erd nayê pêkanîn ji bilî azadbûna henas û rizgarbûna wê ji

kêmanî û hilweşandinê, xwestina wê ku rizgar bibe û ji talîzoka koçberiyê û hestbûna bi bêzariyê ve derkeve, ceng ji bo yeksaniyê bin siha baweriya mirov bi xwe pêktê,kanîbûna wî bi pêkanîna serkeftinê bi rêya beşdariyê bi sazîkirina jiyana nû re.

Pir axaftin li ser hevkariya civakê di bin siha desthilata faşîst ew tiştê ku romana rastîn baş dikare li ser raweste û dikare bûyerê bike belgenameyeke wijdanî dikare bandoreke baş li ser çêja wergirtî bike, taku tehliya jiyanê pesindan bike bin siha zor û gendeliyê yên ketibûn e movikên jiyana civakî û siyasî li Kurdistanê bi giştî ve û li bakûr yê bi Tirkiyê ve girêdayî bi taybet ve.

Kêliya hêrsa cemawerî zêde dibe bi zêdebûna hestê xwe bi zora sitemkarî û zorkariyê ve yê ku di dermafê wê de bi demê re tê duristkirin, ji ber ku hilkişandin û pişaftina berdewam hîşt ku tirs bibe nanê dewleta Tirk yê ku dide civakên ne tirk bi navê ku ew civak divê bawer bibe ku ew Tirk e. Ji bilî vê rêyê mafê wê nîne ku li vê cîgehê bijî, ev sitemkariya bi bîrdoziya nefret û nijadperestî ve dorpêçkirî ye. Di hizrên nifşan de tê çandin, û dihêle ku bermaya zorkariyê ji serdemek ta serdemekî ve bête veguhêztin, ev hişmendî eger newe guhertin wê gelekan dehf bide ji bo bibin

êzing ji vê cenga bîrdozî ya ku aramanca wê setimandina nîşanên hevjiyaneke hevbeş, berhinde çêdibe kirîna cemaweran bi rêya peran û dehfandina wan ta bibin kirêgirtî hevdû bikujin, û yên naxwazin vê yekê pêkbînin wê di zîndanan de bêne çekirin, pere tê wateyê pişaftin e di nav tirkan de,û tirs ango mirin an berçavkirin e, ji ber vê van milhuriyan  gelan hîştibûn di rêyeke tarî de biçin, li gel wê me êdî naskir hovîtiya van sîstemên totelîter ên hêza wana cemawerên paşdeçûyî derbas kir, ji ber vê yekê gel tenê nikare van ricîman hilweşîne.

 

Tenê bi rêya destwerdana derve û sûdwergirtina ji nakokiyên dewletên mezin ricîma milhûr li rojhilata navîn tê roxandin( Îraq- Lîbiya)  jibilî wê zorkarî naye dehfandin û herwiha jî guhertin naye pêkanîn. Di vê derbarê de ez dikarim bibêjim ku ti garentî nîne ku duristbûna destwerdana derveyî û hingemeya cemawerî wê karibe van sîsteman ji naverokê wan ve biguhêrîne, pêdiviya vê yekê bi gelek şoreşên dijwar hene ta çaxê em bikaribin li ser raperîneke hişmendî  ji bo hişmendiyê biguherîne biaxivin, ev  yeka  jî zor e.

Dijminatiya gelan wêrankirina wê bi demê re zêde dike, ji ber ku ricîmên navendî bernakevin ku qet û qut cemawer bi alavên kevinşopî ve nayên tewandin, herwekî nezanîkirina milletan û hişbirkirina wan bi rêya ol wê zêde bibe alîkar ta bibin alavên pêkanîna pîlanên dewletê li derveyî sînoran, derxistina aloziyên herêmî ew ji berhema babidestî û bêzariya van dewletan ji bo ku aloziyên xwe hembêz bikin, û mayîna Kurdistanê mîna mêtingehekê di navbera van dewletan de  wateya wê guhertina naveroka wana ta demekê ne berçav e, ji ber ku gelek heye naye pişaftin û  bi hemî awayan tekoşînê dike û zor û sitemkariyê dikşîne  û radest nabe. Ew hertimî pêşve diçe wekî  gelên cîhana azad, û tiştê ku ragihandina milhur pala xwe didiyê ew kirina jinê mîna destikekê ji

têkiliya zayendî ve û kelupelkirina wê bi awayekê ku bihêle gilîza dilbijînkeran bête xwarê,ango bibe bi pileya lawir, li rex vê yekê dîtina olî ya siyasî ji jinê re li gor dûrbîna dewleta netewislamî ku ew destikeke ji nermkêşkirina zayendî ye û zaroanîna berdewam.

Vê yekê hişt ku çav bi dû aliyê suriştî ve biçin, ji ber ku bandoreke xwe heye li ser guhertina takekesan berve beloqbûn û sertiyê, û ev yeka ekranên ragihandinê parastibûn ji bo mijûlkirina cemaweran û bindestkirina wan ta demeke dirêj.

 

 

 

 

 

ShareTweetPin

Herî Dawî

RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ
HAJMARA PDF

RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ

15/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

15/07/2026
Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze
CIVAK Û JIYAN

Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze

15/07/2026
Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin
CîHAN

Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin

15/07/2026
Yekîtiya Ewropayê cezayên nû li ser Rûsya ferz dike
CîHAN

Yekîtiya Ewropayê cezayên nû li ser Rûsya ferz dike

15/07/2026
Em bi YPJ’ ê azad in
Serbest

Em bi YPJ’ ê azad in

15/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.