Rojnameya Ronahî

Komîna Fîlm a Rojava mîrasa Yilmaz Gûney ye

Komîna Fîlm a Rojava bû tovika yekemîn a sînameya kurdî piştî Şoreşa Rojava,  Endama Komîna Fîlm a Rojava Nadiya Derwîş diyar kir ku wan di warê sînemayê de gavên mezin avêtin e û got, Komîna Fîlm a Rojava  dengê gelên herêmê bi rêya sînameyê dighîn e cîhanê.

Huner neynika civakan e, sînema jî yek ji hunerên nûjen e, ku dîrok, şaristanî û taybetmendiyên gelan tomar û belge dike, ji nifşekî bo yekî din vediguhêze. Ji dayik bûna sînamayê vedigere dawiya sedsala 19an, dema ku herdû bira (Ocêst û Lwîs) Lomyêr makîneyek şanîdana wêneyên livgir dahênan kirin,  bi rêya wê, di 3ê Sibata 1895an de, herdu fîlmên xwe “Derketina Tirênê ji Kargehê” û “Gihîna Tirênê bo veniştingehê” li Ferensayê pêşkêş kirin. Li gor rexnevan û dîroknasê sînemegir Fîlîp Konglîton, pêşketina sînemayê di çar qonaxan re derbasbûye:Serdema seretayî, Serdema fîlmên bêdeng, Serdema berî şerê cîhanê a duyem, Serdema zêrîn.

 Girîngiya sînemayê bo Kurdan:

Têkiliyeke xurt di navbera wêje û sînamayê de heye, derhênerên mezin jî nameyên xwe (sînaryo) li ser berhemên wêjeyî ava dikin, wekî mînak ku romanên klasîk yên naskirî bo fîlman sînaryoyên amadekirî ne, çiku sînaryo li ser bingeha çîrokekê ava dibe, anku kesayetî, gotin û dîmen tev di tevna çîrokê de ne, û bi van hêmanan derhêner dixwaze ku nameyekê bighîne temaşevanan, lê ne bi awayekî vekirî, bi awayekî sergirtî. Ji lewra pêdivête ku Kurd bo geşkirina çanda sînemayê û çêkirina fîlman bixebitin, û her çiqas ku dewleteke Kurdî li herçar perçeyên Kurdistanê tune be jî, divê ku zana û rewşenbîrên kurd di hemû tevgerên xwe de bo avakirina bingehên vê dewletê bilivin, û di barê vê de sînemayê bi kar bînin, çiku di roja me ya îroyîn de dewletên serdest û bihêz sînemayê wekî çekekê bi kar tînin, û sînema her çiqas alaveke hunerê be, alaveke propagandayê ye jî, ku dewletên navbuhurî û ser serê wan Emerîka, bi saya fîlman hem têkçûyînên xwe vedişêrin, û hem jî çand û jiyana xwe li cîhanê belav dikin, vêca divê ku Kurd vê yekê ji dest bernedin, nemaze ku li serdirêjahiya xaknîgariya kurdistanê gelek mijar hene ku hîn li ser wan xebatên fîlman nehatine kirin, anku çîrokine xwerû “sînaryo” hene, ku hîn derneketine ser rûwê zemînê.

Sînema kurdî

Sînema Kurdî ji ber perçebûna welatê Kurdan di navbera çar dewletên serdest de, sînemayeke derengmayî û ne li gorî demê bû. Gelek sînemegerên Kurd gihiştin asteke pêşketî di sînemayê de, ji ber ku wan naskir ku kamîra wênegirê rasteqîne yê çav e, û çav jî wênegirê rasteqîne yê sînemegerê zana ye ku ew nerîn û têgihiştina wan ji huner û jiyanê re derdiberîne, û wan karîne ku fîlmine girîng çêbikin, û bi rêya wan tevlî fistîvalên xwecehî, erebî û cîhanî bibin, herwiha xelatine  nirxbuha jî bi dest bixin, ji bilî veguhestina kêşe, sirûşt, şaristanî, çand, rêwrêbazên gelê Kurd û xembariyên wî li tevahiya deverên cîhanê, û ji xwe girîngîya sînemayê û metirsîbûna wê ji vê yekê tê, û ji sînemegerên Kurd ên navdar, ji bakurê Kurdistanê sînemegerê bi nav û deng Yelmaz Gune, ji başûrê Kurdistanê Hunermend Selîm, ji rojhilatê Kurdistanê Behmen Qobadî, ji rojavayê Kurdistanê Ekrem Heydo ye.

 

Hin fîlmên kurdî yên dirêj ku di salên dawîn de hatine kişandin :

-Rê -Yilmaz Güney

– MEM Û ZÎN (1991) Umit Elçi.

-SÎYABEND U XECÊ (1993) Sahin Gok

-REWÎTÎYA BÊ DENG (1994) Ibrahim Selman

-RÊWÎTÎYA BER BI ROJÊ (1997) Yeşim Ustaoğlu,

-BIJÎ BUK U RIZGARÎYA KURDISTANÊ (1997) Hiner Saleem

-ZAROKÊ NEDIPÊYVÎ (1996), EM HER TIM KOÇBERIN (1998), Kazim Öz

-BA DÊ LI SER ME BIGIRÎ (1999) Abbas Kiarostami,

-TEXTÊ REŞ (2000) Samira Maxalbaf

-DENGÊ ERDÎ, DÊMA HÊSPAN SERXWÊŞ (2001) Behmen Qubadî

-JÎYAN (2001) Jano Rojbeyani

-FOTOGRAF (2001) Kazım Oz,

– AWAZA DAYIKA NIŞTIMAN (2002) Behmen Qubadî,

-QEWDEK GIYA (2003) Roland Suso Richter,

-Kusî Jî Dikarin Bifirin  (2005) Behmen Qubadî

Tevgera sînema li Rojava piştî şoreşa 19’ê Tîrmehê

Beriya şoreşa Rojava, çewisandin û zexta ku gelê Kurd li Rojava rastî wê hatiye, bi awayekî neyînî bandor li warê hunera sînema kir. Lewra mirov nikare behsa tecrubeya sînemaya Rojava beriya şoreşê bike. Her wiha çanda sînemayê bi giştî belav ne bûbû. Ev tişt di hejmara kêm a sînemayan de li bajarên Kurdî diyar bû. Ji bilî hinek sînemayan li Qamişlo û Amûde di salên 60 û 70`î de yên serdema borî. Her wiha holên sînemayê yên heyî hatin girtin an jî veguherî holên şahiyan.  Tevgera sînemayê piştî Şoreşa 19’ê Tîrmehê, li herêmên Rojava, Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi gelek hewldan û ceribandinên di vî warî de derket holê. Belkî ya herî sereke jî tecrubeya Komîna Fîlm a Rojava ye.

Damezrandina Komîna fîlm a Rojava

Komîna Fîlm a Rojava li bajarê Dibêsiyê yê herêma Cizîrê di 14`ê Tîrmeha 2015`an de hate damezirandin. Piştre navendên komînê li Efrîn di sala 2016`an de, li Kobanê di 2018`an de û herî dawîn li bajarê Qamişlo hate vekirin. Armanca yekemîn a damezirandina komînê ew e ku çanda sînemayê di nava civak û gelê Rojava de belav bike, rastiyan bi rêya sînemayê bigihîne civakê û civakê bi rastiyê re di nava têkiliyê de bihêle.

Komînê ji destpêka vekirinê ve, gelek film derandin jê `Darên bi tenê`, `Em zarok in`, `Hezkirin di rûyê qirkirinê de` tevî belgefîlmek girêdayî komkujiyên li dijî gelê Şingalê pêk hatine. Bi piştgiriya Navenda Welat a Çand û Hunera Demokratîk Komîna Fîlm a Rojava stranên bi dîmen û şoreşgerî di dema ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê de li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kişandin.

Komîna Fîlm gelek fîlmên girîng amade kirin. Ev film di gelek mihrîcanan de hatin pêşendan jê fîlma Ji bo azadiyê.Fîlma Ji bo azadiyê, behsa çîroka 100 rojên berxwedana şêniyan û têkoşeran li bajarê Surê-Amed li bakurê Kurdistanê li dijî arêtşa Tirk  a dagirker dike. Film di gelek mihrîcanên cîhanî de hate pêşendan di nav de Mihrîcana Calcutta ya Hindistanê.

Ji fîlmên ku xelatên cîhanî wergirtine, fîlma Bajarên wêrankirî. Komîn Fîlm tevî xwendekaran film derandin. Film di Mihrîcana Mexico sala 2018`an de hate pêşendan û xelata fîlma herî baş wergirt.

Derbarê kar û xebatên Komîna Fîlm a, Endama komîna Fîlm  a Rojava Nadiya Derwîş ji Rojnameya me re axivî.

Nadiya diyar kir ku komîna Fîlm a Rojava di gavên xwe yên destpêkê de hin zehmetî dîtin û wiha domand: “Beriya 2015’an hin karê sînema li Rojava hatibû kirin , lê karekî kesayetî bû û hin kesayetên ku ji sînemayê hez dikirin bi vî karî radibûn. Di 2015’an de, dema  Komîna Fîlm a Rojava hat damezrandin, beriya wê bi demeke dirêj çanda Sînema li Rojava nema bû, ji ber wê destpêkê de zehmetî hatin dîtin.”

Gavên komîna Fîlm a Rojava yên destpêkê

Nadiya da xuyakirin ku Komîna Fîlm a Rojava bi pêşandana fîlmê  zarokan dest pê kir û wiha got: “Komînê di gava destpêkê de, li seranserî herêmê  Fîlm ji bo zarokan da pêşandan. Piştî wê Fîlmên kurdî ku li Kurdistanê hatine çêkirin hatin pêşandan, dûv re Fîlmên Komîna Fîlm a Rojava ji bo gel hatin pêşandan. Ji bo amadekirina lîstikvanan, dewreyên perewerdeyê hatin vekirin. Li Akademiya Hunerî ya Şehîd Yekta Herekol dewreyek hat vekirin, tê de hemû beşên hunerê hebûn , di nava wan de jî  beşê sînemayê hebû, di beşê sînemayê de şagirt salekê dixwînin  û di dawiyê de ji aliyê şagirtan kurteFîlmek tê amadekirin, piştî wê şagirt dibe endamê Komîa Fîlm a Rojava ku di sînema de kar bike.”

’Gel bi her awayê dibe alîkar’

Nadiya derbarê nêzîkatiyê gel ji karê sînema yê ku ji aliyê komîna Fîlm a Rojava ve tê amadekirin wiha got: “Destpêkê gel karê sînema nas nedikir û ji ber ku di dema berê de Fîlmên ne li gorî çanda civakê dihatin pîşandan, gel  hin nerînên şaş li ser sînema stendibûn. Lê dema niha em gihiştine astekê baş û gavên pêroz hatin avêtin, xebatên girîng hatin kirin û encamên girîng jî, hatin bidestxistin. Lê piştî ku me dest bi çêkirina Fîlman kir,  gel bi xwe ket nava Fîlman de û di kêşana Fîlman de beşdar bûn, hezkirinek hat avakirin,  êdî gel çêroka fîlman nas kir, di çêkirina Fîlman de wekî kombars beşdar bûn , herwiha bûn alîkar û him jî zarokên  xwe şandin da ku bibin lîstikvan. Bi çêkirina fîlmên JI BO AZADIYê, BERXWEDANA KOBANÊ, BERBÛ, ÇÎROKA BAJARÊN WÊRANBÛYÎ, û gelek kuerteFîlmîn din hişt ku gel moral ji komînê bigre, herwiha gel jî ji bo pêşxistina xebatên sînema yê komînê bû alîkar , di dema niha gel bi hemû awayan dibe alîkar.”

’Êrîşên dagirkeriyê astengiyan li pêş me derdixe’

Nadiya Derwîş bal kişand ser hin astengiyên ku derdikevin pêş  karê komînê  û wiha got: ” Êrêşên dewleta Tirk a dagirker yên ku li ser herêmê dewam dikin, yek ji zehmetiyên ku derdikevin pêşberî karê komînê, dema ku em pirojeyekê amade dikin, ekîpekî mezin kom dibe, ev êrîşên domdar jî cihê xeteriyê ye. Herwiha komkirina lîstikvanan jî ji ber êrîşan hinekî zehmete. Lê tevî wê karê me bi serekeftî derbas dibe , gel ji me moral digire û em jî ji gelê xwe moral digrin. Di aliyê peydakirina lîstikvanan jî astengî hene,  ji ber ku karê sînema beriya niha tinebû û ev tecrîbeyeke nû ye, kesê ku bi taybet karê wan lîstikvaniye, tune ne. Herwiha yek ji zehmetiyên ku em dibînin ; bêdengkirina bajar û taxekê, tevî ku gel dibe alîkar jî, lê zehmtî heye.

Endama Komîna Fîlm  A Rojava Nadiya Derwîş  di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Karê ku em dikin pir girîng û bi hêvî me bi dilê gel be,  ji bo her kesê ku dikaribe lîstikvaniyê bike dereiyê me vekirî ye.”