Şoreşa 19’ê Tîrmehê ya Nîkaragûayê çîrokeke pêş-ciwaniya min e ku, di wan rojên destpêka jiyana çepgiriyê de, ji min re hatibû vegotin. Xuşk û birayên me weke şoreşa herî dawîn a cîhana çepgiriyê bahsa vî welatî dikirin. Xuşkên şoreşger, pirtûka bi navê ‘Keçên Sandio’ dixwendin. Birayên wan jî, peymana hevgirtina Sandinîstan a ku bûbû Eniya Rizgariya Neteweyî ya bi kurtehî weke FSLN dihate navandin dixwendin. Navê dîktatorê Nîkaraguayê Somoza bû. Beriya wî birayê wî Somoza û beriya wî jî Bav Somoza, desthilatdar bûn. Weke hemû dîktatorên Amerîkaya Latîn, wan jî digot ew rê li ber komunîzmê digrin û bi hêza Dewletên Yekbûyî Yên Amerîkayê (DYA)’yê xwe li ser piya dihişt.
Lê gelê bi dehan salan bêzar bûbû, xwe li FSLN’ê girtibû ku di hezîrana 1979’an de dest bi pêngaveke mezin kiribû. Di 19’ê tîrmehê de jî FSLN’ê dawî li wê desthilata Somozayan anîbû. Şoreşê lîderê xwe kifş kiribû; Daniel José Ortega… Ortegayê di rêveberiya Juntaya pêşiyê de cîh girt di sala 1984’an de weke serok hatibû hilbijartin û heta binketina welatên xwediyên reel sosyalîzmê, stêrka wî her biriqîbû. Lewra, DYA’yêhêzeke kontrayan avakiribû û li hemberî şoreşê dida şerkirin. Ev şer jî weke şerê herî qirêj ê dîroka Washintonê namdar bûbû. Lewra “Irangate”ê derketibû. CIA’yê ji bo li Nîkaragûayê Kontrayan xwedî bike, çek firotibû Îranê ku di bin ambargoya wê de bû. Wekî din, dîsa ji bo wan zarokên xwe yên ku bi qasî 30 hezar gelê sivîl qetilkiribûn, CIA’yê, bazirganiya kokaînê kiribû.
Li hemberî vana, Ji aliyê perwerde, alfabetîzasyonê, tendrustî û kêmkirina rêjeya feqîriyê ve sandinistan şoreşên di nava şoreşê de pêk anîbûn. Ji ber vê yekê jî, cîhana rojava mecbûr mabû vê mînaka hêja ya sîstema sosyalîzma parlementeriyê nas bike. Di sala ‘90’î de Ortega ji îktidarê ket û heta bêtirî panzdeh salan bi ser xwe ve nehat. Her hilbijartin ji bo FSLN’ê felaket bû. Lê Nîkaragûayê jî bobelatên mezin dijiya. Keraseta herî li pêş jî, birçîbûna gel bû ku polîtîkayên IMF’ê anîbû serê wan. Vê yekê hişt ku Ortega di sala 2006’an careke din were hilbijartin, ku heta niha sê caran ji van hilbijartinan serkeftî derketiye.
Belê, ji 18’ê Nîsanê û vir ve ye gelê Serokkomar Danîel Ortega sûcdar dikin ku dest daniye ser desthilatdariyê û azadî kêm kiriye, li kolanê ye. Çalakger dixwazin Ortega û hevsera wî Rosario Murillo ku Alîkara Serokkomar e, îstifa bikin. Bi şerê navbera hêzên paramîlîter ên ji FSLN’ê mane û mûxalîfên Ortega re Nîkaragûa hîn bêhtir dikeve nava şîdeteke giran.
Gelek kes îroj di wê qinetê dene ku ez jî tevlî wan dibim,; Nîkaragûa şoreşeke têkçûyî ye. Têkçûna wê jî bi destê şoreşgerên wê hatiye hûnandin. Lewra Ortegayê xwe dişiband Hugo Chavez, ji sosyalîstiyê veguhezî sosyaldemokratekî di riya awayekî din ê dîktatoriyê de. Herçiqwasî rewşa mirovên feqîr li gorî salên borî hinekî baştir bibe jî, ne ewqasî baş e û kirinên di çarçoveya kemberşidandinê yên ji bo IMF’ê, welatiyan bêzar dike. Ev bêzarî jî li kolanê veguheriye çalakiyan.
Burhan ERDEM