Rojnameya Ronahî

‘Êrîşên dagirkeriya Tirk dewama Komploya Navneteweyî ye’

Birûc Resûl/Qamişlo

Piştî biryara Rêveberiya Xweser a dadgehkirina çeteyên DAIŞ’ê, dagirkeriya Tirk êrîşên xwe yên li dijî bakur û rojhilatrê Sûriyê zêdetir kirin, derbarê mijarê de berdevka Kongra Star Şaha Xelîl diyar ku armanca êrîşên dewleta Tirk a dagirker qirkirina gelê Kurd e û êrîşên niha dewama Komploya Navneteweyî ne.

Kongra Star ji bo girtina qada hewayî, darizandina dewleta Tirk li ser sûcên wê yên şer û vekişîna ji herêmên dagirkirî dosyayek pêşkêşî NY′yê kir.

Di 24’ê Hezîranê de, Komîteya Agahiyan a Kongra Star dosyayek li ser êrişên dewleta Tirk a dagirker ên bi balafirên bêmirov li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, hedefgirtina jinên pêşeng ên di Rêveberiya Xweser û hêzên leşkerî de dosyayek amade kir û pêşkêşî Neteweyên Yekbûyî (NY) kir.

Dosya sûcê qetilkirina 3 berpirsên Rêveberiya Xweser di 20′ê Hezîranê de ji hêla balafireke bêmirov a dewleta Tirk a dagirker li ser rêya Tirbespiyê-Qamişloyê lêkolîn dike.

Di dosyayê de behsa rewşa êrişên qetilkirinê di çarçoveya qanûnî û siyasî de, pêşkêşkirina nîqaşên ji bo pêkanîna tedbîrên guncaw ên parastina mafên mirovan û desteka qanûna navneteweyî, tê kirin.

Her wiha dosya balê dikişîne ser hedefgirtina yekemîn ku dewleta Tirk a dagirker bi rêya balafireke bêmirov di 23′yê Hezîrana 2020′an de pêk aniye. Di wê êrişa li dijî gundê Helincê yê Kobanê de 3 endamên Kongra Star Zehra Berkel, Hebûn Mela Xelîl û Emîne Weysê şehîd bûbûn.

Herî dawî jî erebeyeke Meclisa Kantona Qamişlo kir hedef, tê de hevseroka Meclisa Kantona Qamişlo Yusra Derwêş, cîgira Hevserokatiya Meclisê Leyman Şiweş, endamên meclisê Ferat Tûma şehîd bûn. Her wiha hevserokê meclisê Gabî Şemûn jî birîndar bû.

Di dosyayê de gelek xwestek hatin bibîrxistin û wiha ne:

Divê endamên Koalîsyona Navneteweyî ya Têkoşîna li dijî DAIŞ′ê û civata navneteweyî êrişên dewleta Tirk ên li dijî Rêveberiya Xweser û hêzên parastina Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi dawî bikin.

Divê nehêlin dewleta Tirk êrişeke leşkerî ya nû pêk bîne û wê neborînin.

Divê asîmanê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li pêş plan û balafirên bêmirov ên biçek û nebiçek ên dewleta Tirk were girtin.

Tirkiye li ser hemû sûcên wê yên şer were hesabkirin.

Divê dewleta Tirk yekser ji herêmên dagirkirî vekişe.

Derbarê êrîşên dewleta Tirk a dagirker û hedfgirtina jinên kurd yên pêşeng, herwiha dosiyaya ku ji aliyê Kongra Star ve ji bo NY hatiye pêşkêşkirin, berdevga Kongra Star Şaha Xelîl ji tojnameya me re axivî.

Şaha diyar kir ku dewlata Tirk a dagerkir di dema dawiyê de êrîşên xwe yên ser bakur û rojhilatê Sûriyê zêdetir kiriye û wiha domand: “Deweleta tirk a dagirker  êrîşên xwe di demên dawiyê de li ser herêmên me zêde kirine, bi taybetî piştî dagirkirina herêma Efrîn ,GirêSipî û Serê kaniyê, dagirkeriyê êrîşên xwe li ser herêmê zêdetir kirin. Wek tê zanîn hedefgirtina jinan, bi taybet jinên pêşeng ji destpêka şoreşê, heya roja îro berdewame.”

Şaha Xelîl da zanîn ku êrîşên li bakur û rojhilatê Sûriyê dewamiya komploya navneteweyî û wiha domand: “Êrîşên dewleta Tirk a dagirker dewamiya komploya navneteweyî ye ku di şexsê Rêber Apo de tevahiya gelên azadîxwaz dike armanc, êrîşên ku niha ji aliyê dagirkeriya Tirk ve tên kirin , berdewamiya wê ye. Biştî biryara Rêveberiya Xweser a dadgehkirina çeteyên DAIŞ’ê, DAGIRKERIYA Tirk bi awayekî hovane êrîşên xwe zêdetir kirin, ev yek jî eşkere dike ku çeteyên DAIŞ’ê girêdayî dewleta Tirk a dagirker in.”

Şaha da zanîn ku çawa çirûska Şoreşa Rojava bi berxwedana jinê li Rojava destpê kir, wê bi hêza jinê dagirker têk biçin û wiha got: “Li beramberî êrîşên dewleta Tirk a dagirker, wê asta  têkoşîna jinê bilintir bibe, bi pêşengiya jinê Şoreşa Rojava destpêkir û gelek destkeftî hatine bidestxistin, herwiha wê bi têkoşîn û berxwedana jinê tevahiya êrîşên dewleta Tirk a dagirker têk biçin.”

Şaha Xelîl axaftina xwe wiha qedand: “Ji bo girtina qada hewayî, darizandina dewleta Tirk li ser sûcên wê yên şer û vekişîna ji herêmên dagirkirî, me dosyayek pêşkêşî NY′yê kir.”