Rojnameya Ronahî

Navenda Diyalîzê ji nexweşiya gurçikan re cihê çareseriyê ye

Hemza Sêvo/ Qamişlo

Xebatên tendurstî yên Navenda Şuştina Gurçikan ( Diyalîz) xwesteka gelê herêma Cizîrê bi vîneke xurt kar û xebatê ji bo başkirina rewşa nexweşan dikin.

Navenda Şuştina Gurçikan ya li bajarê Qamişlo; yek ji navendên ji bo xizmetguzariya tendurstî ya gelê herêma Cizîrê ye. Ev navend di yekê cotmeha 2021`ê de hat vekirin. Herwiha ev navend girêdayî Desteya Tendurstiya Herêma Cizîrê ye.

Hejmara xebatkarên tendurstiyê yên vê navendê 17 xebatkar, rêveber û bispor in. Yek ji wan rêveberê navendê ye, 2 rêveberên tendurstî ne, 8 ji wan berdestên bijîşkan in û hejmara bisporên taqîkirin, dermanan û benckirinê jî 6 in.

Navenda Şuştina Gurçikan ji bilî roja înê, rojane ji demjimêr 8 heya demjmêr 22`yan di kar û xebatê de ye. Herwiha 8 alavên teknîkî yên taybet ji bo şuştina gurçkan (Diyalîz) hene.

Diyalîz jî, ew pirosesa rêbazeke tendurstî ye, bijîşk vê prosesê ji nexweşên ku gurçikên wan nema bi awayekî durst, bi erkê xwe radibin, tê çêkirin. Herwiha armanc ji çêkirina vê pirosesê paqijkirina gurçikê ji mekrobatan e. Alava Diyalîzê xwîna mirov dikşîne filtera safîkirinê, ji mikrobatan paqij dike û dîsa vedgerîne laşê mirov da ku xwîna wî careke din were ser gurçikên wî. Hêjayî gotinê ye ku bi saya vê pirosesê  jiyana wî bi awayekî baş berdewam dike.

Welatiyên tevahiya herêma Cezîrê, bi hêviya destxistina çareseriyê û ji bo gurçkên xwe bişûn, meqseda Navenda Şuştina Gurçkan a bajarê Qamişlo dikin. Herwiha ev navend pêşwaziya wan dike û hewl dide ku hêviya wan bi cih bîne. Navend, heftane du pirosesên Diyalîzê ji her nexweşekî/ê re çêdike û di mehê de nêzî 600 pirosesên Diyalîzê ji nexweşan re çêdike.

Girêdayê mijara kar û xebata Navenda Şuştina Gurçikan ya ji bo welatiyên nexweş yên herêma Cezîrê, xebatkatrên navendê û nexweşên di navendê de ji Rojnameya Ronahî re axivîn.

‘Pêwîstiya herêmê bi navendeke wiha hebû’

Rêveberê Navenda Şuştina Gurçikan Rafi` Ebas diyar kir ku armanc ji vekirina Navenda Şuştina Gurçikan, pêwîstiya gel bi vekirina navendeke wisa bû û wiha got: “Şîniyên herma Cizîrê dema derbasî nexweşxaneya Wetenî ya bajarê Qamişlo, gelekî astengî derdiketin pêşiya wan. Ev nexweşxane di bin siya Rêjîma Sûriyê de ye, û nexweş gelekî paşguh dikirin. Herwiha gelek ji nexweşan ji ber sedema derfetên madî yên kêm jî nikarîbûn biçin nexweşxaneyên herêmên din, lewra astengdar dibûn û gelek ji wan jî mixabin jiyana xwe ji dest didan. Me ji ber pêwîstiya gelê xwe ya ku bû bersiv ji rewşa wan ya xirab re, ev navend  vekir. Em weke xebatkarên vê navendê çi erka ku dikeve ser milê me ji bo rêvebirina karê navendê û alîkariya gel, pêk tînin. Di heman demê de dermanên pêwîst ji bo nexweşan tên dayîn û pirosesên Diyalîzê jî tên çêkirin, herwiha dayîna dermanan û çêkirina van pirosesan tev jî bê pere ne û navend hemû mesrefên madî hildigire ser milê xwe.”

‘Astengî bandorê li kar û xebatê dike’

Bijîşkê Gurçikan û rêveberê tendurstî yê Navenda Diyalîzê Lorans Ebdullezîz diyar kir ku kêmanî û astengiyên ku navenda me dikêşe bandorê li pirosesa Diyalîzê dike û wiha axivî: “Em weke bijîşkên nexweşiyên gurçikan, di vê navendê de rewşa nexweşên xwe bi awayekî baş dişopînin û li ser pirosesa Diyalîzî disekinin. Lê hin astengî derdikevin pêşberî kar û xebatên me û bandore li rewşa tendurstî ya nexweşên me dike. Herwiha  pirsgirêka ku em tê dikêşin; biçûkbûna avahiya navenda me ye. Navenda Şuştina Gurçikan li gor hejmara welatiyên herêma Cizîrê gelek, biçûk e û divê navendeke ji wisa mezintir ji bo nexweşan were vekirin. Di heman demê de jî nexeş carnan dermanan ji derve  dikirin, ji ber ku ev derman li navendê peyda nabin. Wekî din jî pêwîstiya me bi hejmareke din ji alavên ji bo çêkirina pirosesa Diyalîzê heye. Herwiha pêkanîna vê yekê wê tu astengiyê ji nexweşên me re dernexe û wê nehêle ku nexweş herin herêmên derve û astengiyên curbecur derkevin pêşiya wan. Niha jî ji bo ev astengî werin çareserkirin, em banga xwe dighînin Rêveberiya Xweser û Rêxistinên Tendurstiyê yên Navnetewî. ”

Rewşa tendurstiya nexweşan

Welatiyê nexweş yê bi navê Ehmed Hecî Ebdo ku ji navçeya Amûdê ye, da zanîn ku rewşa wî ya tendurstî bi saya navenda Şuştina Gurçikan ji berê baştir bû û wisa domand:” Ji dema ku ev navend hateye vekirin, ji bo ku pirosesa Diyalîzê ji min re were çêkirin, ez heftiyê du caran têm navendê. Ez nikarim gurçikên xwe biguherînim, ji ber vê yekê jî neçar dimînim ku van pirosesan çêbikim. Beriya niha min gelekî zor û zehmetî ji ber gurçikên xwe dikişand, lê niha  bi saya van pirosesên ku Navenda Diyalîzê ji min re çêdike rewşa min a tendurstî baş e. Ev navend bi tevaya xebatkarên xwe yên tendurstiyê rewşa me dişopînin, di heman demê de wergirtina derman, çêkirina Diyalîzê, taqîkirina xwînê û hwd… bê pere ne, ku weke alîkariyê ye û ev navend ji me re pêşkêş dike.”