Rojnameya Ronahî

Şoreşa Rojava şoreşa mirovahiyê ye

Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Sabrî Ok girêdayî şoreşa 19’ê Tîrmehê û salvegera Şoreşa Rojaava nirxandin kir û got. Şoreşa Rojava di dîroka mirovahiyê de cihekî gelekî girîng girt. Dibe ku ji aliyê cih û erdnîgariyê ve biçûk be, lê Şoreşa Rojava xwedî wateyeke mezin e. Tê gotin ku her şoreş encama hemû şoreşan e.

Şoreşa Rojava hemû şoreşên ku heta niha hatine jiyîn hem li xwe girt û hem jî derbas kir. Ji ber vê yekê ew pir girîng bû. Bi pêşengiya gelê Kurd, Ereb û Xiristiyan bi taybetî jinan li dijî DAIŞ û dewleta Tirk şoreşek kirin. Ger Şoreşa Rojava nebûya, belkî îro li erdnîgariya Rojhilata Navîn geşedanên cuda bibûna. DAIŞ, El Nûsra, wê çete hebin, kî dizane wê çawa êrîş û qetlîam li ser gelê Kurd were kirin, kî dizane dewleta Tirk wê li ku derê biçe? Şoreşa Rojava pêşî li vê girt. Bi vê wesîleyê ez careke din Şoreşa Rojava pîroz dikim. Bi deh hezaran şehîd hatin dayîn, em hemûyan bi rêzdarî bi bîr tînin. Em êrîşên dewleta Tirk ên li ser Rojava jî şermezar dikin.

Herî zêde dewleta Tirk li hemberî Şoreşa Rojava hêrs e û tehamulî şoreşê nake. Ev jî bi pirsgirêka Kurd ve girêdayî ye. Dewleta Tirk dixwaze li Rojhilata Navîn ti guhertin çênebe, bi taybetî jî tiştek ku Kurdan eleqedar dike, pêk neyê. Dibêje ger Kurd di guhertinê de hebin li ku bin ez ê êrîş bikim. Mixabin dinya vê rewşê qebûl dike. Mînak li Efrînê her roj bi dehan kes tên revandin, tacîz, talan, destavêtin, her tişt diqewime, lê cîhan bêdeng e. Heger li Rojhilata Navîn li şûna dewleta Tirk dewletek wiha bikira, wê Ewropa û Emerîka serî hildaba û hesab bipirsiya. Lê dewleta Tirk dike, endamê NATOyê ye. Ji wir hêza xwe distîne. Ew ne tenê dagirkeriyê dike, di heman demê de wan cihan îlhak jî dike. Weke mînak hemû cihên ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyê dagir kiribûn bi xwe ve girêdide. Hemû saziyên dewletê vekirin. Bi hezaran malbatên çeteyan li Serêkaniyê, Girê Spî bi cih kirine. Dixwazin demografiya Kurdan bi temamî biguherînin.

Li Efrînê saziyan vedikin!

Dewleta Tirk ji bo vê her rêbazê bi kar tîne, cîhan jî li hemberî vê bêdeng e. Tekane xema wan ev e, Divê penaber berê xwe nedin Ewropayê. Krîtera wan e. Jixwe dewleta Tirk ji bo vê ji Ewropayê pereyan distîne. Dewleta Tirk eşkere dibêje ku ew ê rê li ber statuya Kurdan bigire. Sedema têkoşînê ev e. Rojek jî tune ku êrîşî Rojava neyê kirin. Gelê me yê Ereb û Xiristiyan jî li dijî van êrîşan di nava berxwedaneke mezin de ne. Ew jî dizanin ku hinek dewlet çiqasî durû ne, berjewendiyên xwe di ser her tiştî re digirin. Ger ne wisa bûya, wê mudaxeleyî Efrînê bikirina, heke ne wisa bûya wê piştgirî nedana dewleta Tirk.

Ji ber vê yekê, zêde alternatîf tune. Ev alternatîf çi ne? Ya yekem ger ji destê wan were divê bi dewleta Sûriyeyê re gotûbêjê bikinn, hevdu fêm bikin û hevdu razî bikin ku çareseriyekê bibînin. Kurd dewletekê naxwazin an jî naxwazin dewleta heyî hilweşînin. Dixwaze mafê xwe bi dest bixe, ji bo rê û metoda vî tiştî jî siyaset û dîplomasiyê bikin. Heke ev pêk neyên, divê di her warî de di nava berxwedanê de bin, xwe baş bi rêxistin bikin. Bi taybetî divê civakê bi rêxistin bikin û li hemberî êrîşên dewleta Tirk amadekariya leşkerî bikin. Li Rojava serkeftinên mezin hatin bidestxistin. Ev bi rastî girîng e. Di ser ragihandina Rêveberiya Xweser re 11 sal derbas bûn. Sîstema ku 11 sal in tê avakirin tê parastin. Ger siyaseteke rast bê meşandin, civak baş bê rêxistinkirin, xebatên dîplomasiyê baş bên kirin wê pêşî li êrîşan bê girtin. Ya girîng ew e ku ruhê yekîtiya neteweyî di ser her tiştî re ye.

Mînak li Efrînê her roj tacîz, tecawiz, talan û qirkirin tê kirin, lê li aliyê din kesên li ser navê Kurd û Kurdistanê derdikevin û li wir saziyan vedikin, dagirkeriyê rewa dikin. Rê li ber dagirkeran vedikin. Divê gelê me wan bibîne.

Darizandina çeteyên DAIŞ’ê

Çend roj berê Rêveberiya Xweser ragihandibû ku ew ê çeteyên DAIŞ’ê yên ku girtine, bidarizînin. Li ser vê jî nîqaş tê kirin. Yên di komkujiyê re derbas bûn, yên xeteriya DAIŞ’ê jiyan kirin, yên ku zilma DAIŞ’ê dîtin, ev rewş bi kêfxweşî pêşwazî kirin. Çeteyên DAIŞ’ê celad bûn; serê jin, zarok û kalan jê dikirin. Helbet divê ev çeteyên hov bên darizandin. Lê bi qasî ku em dişopînin, dewletên navneteweyî li hemberî vê biryarê xemsar tevdigerin. Bi taybetî dewleta Tirk piştî vê biryarê gelekî hêrs bû. Eger DAIŞ bê darizandin û çete biaxivin wê gelek xerabiyên dewleta Tirk û yên bi DAIŞ’ê re hevkariyê dikin derkevin holê. Çawa di komkujî, talan, tacîz û tecawizê de cih girtin jî wê derkeve holê. Helbet dewleta Tirk vê naxwaze. Dibe ku dewletên din jî xwedî rewşek wiha bin. Eger ew dadgeh bên qebûlkirin wê statuya Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî bê qebûlkirin. Hinek jê bi awayekî siyasî nêz dibin ji ber vê li hemberî vê biryarê xemsar tevdigerin. Lê Rêveberiya Xweser biryareke wisa stendiye. Bi dîtina min, ev biryareke hêja ye. Mafekî wisa yê gelê Kurd, Ereb û Xiristiyan û yên ku zilma DAIŞ’ê dibînin, heye.

Di zindanan de bi hezaran çeteyên DAIŞ’ê girtî ne. Ma ew ê heta kîngê wiha bin? Ger hêzeke din a DAIŞ’ê hebûya, li cihekî din ê cîhanê bûna, ne li Rojava; ez di wê baweriyê de me ku gelek hêzên navneteweyî, dewlet ji bo darizandina wan tiştekî bikin. Lê niha her kes tenê temaşe dike. Bila li Rojava bin, wan biparêzin, nizanim çi dikin, lê bila kes nehêle wan bikeve welatê xwe û wan nedarizîne. Îcar ev rewş wê heta kîngê bidome? Ev nêzîkatiyeke siyasî ye. Mafê Rêveberiya Xweser heye ku wan li gorî qanûnên xwe bidarizîne. Divê hiqûqa navneteweyî jî li ber çavan bigire. Berê jî daxuyanîyek wisa dabûn. Wan banga beşdariya gelek saziyên navneteweyî û parêzvanên hiqûqî kirin.

Ma ji vê adil û demokratîktir çi heye? Bi eşkere dixwazin endamên DAIŞ’ê bên darizandin. Divê ew jî bên darizandin. Ger nebe, rewşek xeternak heye. Du sal berê ji zindana Hesekê reviyan û bi sedan kes qetil kirin. Dîsa piştî rizgarkirina Kobanê şevekê êrîşî gundan kirin û bi sedan mirovên me qetil kirin. Potansiyela wan a wisa heye. Ji ber vê yekê divê bên darizandin û cezakirin. Hêzên ku dibêjin em li dijî DAIŞ’ê ne, divê erkên xwe pêk bînin. Divê DAIŞ jî weke ferasetekê were darizandin. Ji ber vê yekê dewleta Tirk ji van dadgehan ditirse, lewma naxwaze çete bên darizandin. Lê divê hesab ji DAIŞ’ê bê pirsîn û kê alîkariya wan kiriye yan jî bi wan re hevkarî kiriye divê li gorî hiqûqa navneteweyî hesab were pirsîn.