Rojnameya Ronahî

“Çîrok Lorîka Dayika Kurd e”

Birûc Resûl/Qamişlo

Li baxçê xwendinê, Festîvala kurte Çîrokên Kurdî bi durişmeya”Çîrok Lorîka Dayika Kurd e”, 8`e mîn festîvala kurte çîrokên kurdî 5 rojan berdewamkir, gelek nivîskar û çîrok bêj cihê xwe têde giritin û bi çîrokên xwe vegotina wêjeyê kirin.

Nivîskarên Kurd di salên derbasbûyî de, bi beşdarbûna xwe di semîner û festîvalên çandî de, ku li ser asta herêmê birêve çûn xwedî erkekî taybet bûn û cihekî ber bi çav di van hemû çalakiyên hunerî de girtin. Nivîskar û rewşenbîrên kurd di gelek çalakiyên çandî yên ku ji bo aktîvkirin û xurtkirina ramana çanda Kurdî di civakê de bi awayekî aktîf û bi bandor cihê xwe girtin.

Di nav van çalakiyên ku nivîskarên Kurd tê de beşdar bû, Festîvala Kurte Çîrokên Kurdî, di 8 salên borî de, Çîroknûsa Kurd asta pêwendiya xwe bi civakê re, û qalîteya çîrokên ku têne nivîsandin, nîşan da. Festîvala Kurte Çîroka Kurdî di kombûna xwe ya heştemîn de, îsal bi beşdariya 21 çîroknûsan û bi dirêjiya 5 rojan berdewam kir.

Girêdayî festîvalê, Redwan Mihemed Emîn endamê desteya rêveber a yekîtiya nivîskarên kurd li suriyê û endamê komîteya amedekar li vestîvala 8`e mîn a kurte çîrokên kurdî, ji mera axivî.

` Derfetên nivîsandina bi zimanê dayikê li pêşiya me vebûn `

Redwan Emîn di derbarê vestîvalê de got:” Sala 2014`an yekem festîvala kurte çîrokên kurdî hate lidarxistin û di sala 2023`an festîvala 8`e mîn, bi beşdariya 21 nivîskarên kurd hat li dar xistin. Armanca me ji van çalakiyan ew e, ku hîn bihtir çîrok û wêjeya kudî bi pêşkeve û derfet ji bo nivîsandina bi zimanê hîn baştir vebin û zimanê kurdî pêşbikeve û dewlemend bibe.

` Ciwan hêviya gel û civakêne `

Redwan wiha berdewamî da xavtina xwe û got:” Hêviya me ew bû ku hîn bêhtir ciwan tevlî festîvalan bibin, lê hijmara nivîskarên ciwan pir kêm in. Ji ber ku erkê ciwanan di hemû beşên jiyanê de pêşengiya û pêwîste ku bi erkên xwe rabin û ciwan hêviya gel û civakê ne.

Redwan Emîn wiha dawî li axavtina xwe anî:” Di festîvala 8`e mîn a kurte çîrokên kurdî de 3 nivîskar bi serketin û xelat ji wan re hatin dayîn. Nivîskarê di asta yekemîn de xelat girt Ebas Mûsa bû, asta 2`e mîn Fatima Murat û asta 3`e mîn Mîlad Xezalê bû.

 

Narîman Evdikê berdevka dîwana wêjeyê ya bakur û rojhilatê suriyê diyar kir ku 8`e mîn festîvala kurte çîroka kurdî cihê serbilindiyê ye û kêfxweşiyê ye û ev yek pir pîroz e, û got: Zimanê kurdî bi dirêjiya dîrokê ve gelek caran hatiye qedexekirin û astengî li pêşiya xwendin û fêrbûna zimanê kurdî hebûn. Lê bi şoreşa 19’ê Tîrmehê re derfetên mezin li pêşiya me vebûn ku em bi zimanê xwe yê dayikê fêrbibin. Bi destpêka şoreşê re gelek kar û xebatên ji bona pêşxistina ziman û wêjeya kurdî hatin meşandin û ev yek ji bona me mîna şoreşa ziman û wêjeyê bû.

Narîman wiha berdewamî da axavtina xwe û got:” Wek em îro dibînin gelek nivîskar ku bi zimanê Erebî dinvîsandin, lê di vê salê de hemû nivîskarên me bi zimanê dayikê û bi rengekî pir xweş çîrok nivîsandin û di festîvalê de xwendin. Pêwîsta hemû sazî û dezgeh girîngî bidin ziman û pirtûkên kurdî bixwînin û pirtûkên kurdî zêdetir werin çapkirin.

` Zimanê kurdî zimanekî dewlamend e `

Narîman Evdikê di dawiya axaftina xwe de anî ziman ku:” hêviya me ew e ku nivîskarên ciwan hîn zêdetir tevlî wêje û zimanê dayikê bibin. Çanda Kurdî bi gelek taybetmendiyên wêjeyî yên cihêreng, mîras û dîroka me ya herî giranbuhaye, nêzî wijdan û hestê gelên din ên herêmê ye.  Berhema çîroka kurdî bi taybetî ji aliyê çandî ve dewlemend e.  Em hêvîdar in ku çalakiyên rewşenbîrî û çandî yên zimanê kurdî li herêma me her tim werin lidarxistin. Herweha ez hêvîdar im ku di salên pêş de beşdarbûna van çalakiyên bi vî rengî zêdetir û bi bandortir be. Ji ber ku erkê me ew e, ku em ciwanên pêşerojê perwerde bikin û dîrok û çanda xwe her tim zindî bihêlin.