di her cejnek netewî, an jî şahî, civîn, kongre…hwd berî ku bernameya wê çalakiyê destpê bike her tim deqeyekî rêzgiritin ji pakrewanên bê hempa yên ku riya şoreşa me ronî kirine.
Rêzgirtin bi gelek aliyan mirov dikare şîrove bike. xwedîderkatina li nirxên xwe, ji kesekî bi temen mezin bigire heya dayîk û bavên ku cegera wan dilsotiye mirov li ber wan rêzê digire û destê wan maçî dike. Di mehekî wek Tîrmehê de, di dîroka gelê me de gelek buyer û bîranên netewî hene. Ji bo wê em şahiyan li dar dixin û çalakiyan bi pêş dixin. Lê; bi qasî girîngiya wê şahiyê li seranserî welatê me amedekerina van şahiyan de, ne maf û ne jî wateya wê rojê dide nîşandan. Şahiya dawetekî ji van şahiyan zêdetir birêxistinkirî ye.
Ji bo ku şahiyek encam bigire û bandorê li gel bike em dikarin çend xal û xêzan diyar bikin.
A yekem: cihê şahiyê divê fireh û xweşik bê çêkirin. Ya duyem: rêxistinkirina gelê beşdar. Ya sêyem: a herî girîng, deng û teknîka bafilan baş bên kontrolkirin. Her wiha gelek dateyên din hene.
Berî çend rojan salvegera şoreşa Rojava bû. Li Kobanê gelek çalakî di wê derbarê de hatibûn rêxistinkirin. Di roja 19’ê Tîrmehê de bi navê “festîval” şahiyek hat lidarxistin. Lê mixabin, di şahiyê de gelek tişt bala min kişand. li gorî mijarên me di destpêka nivîsê de çêrê bûye em dikarin vê şahiyê binirxînin û rexneyên xwe lê bikin.
Di serî de, wek navê festîvalê lêkirin ne di cih de bû. Ji bo ku festîvalak bê lidarxistin amedekariyên wê divê berî çend rojan bi dawî bibe, ne ku di sata destpêkirina bernamayê de hîna xemlandina cih bi dawî ne bûbe.
Ya din şahî bi rastî ne heqiyek tê de hebû û bêrêzî jî winda bibû. Di hezaran festîvalên cîhanî çêdibin hemû beşdervan li hember dikê ji oyekî disekinin. Lê; ya me di rêza yekemîn berpirsên me rûniştîbûn, di sira duyemîn de jî ewlekariya wan (guvenlîk) bû, piştre jî gelê perîşan bû. Dayîkên şehîdan yên bi temen mezin ku xwe bi ser dîwarekî paldayî bûn û li ser wan resîfan rûniştîbûn. Li dawiya dawî jî, gelek ji şervanên ku parşeyekî laşê di vê şoreşên de dabûn li pişt mabûn û ji wan berpirsiyaran belkî kesekî silavek ne dabe wan. Ma gelo ka me çi rêz ji wan kesan re girt.
Ya din jî, şahî û teknîka wê bi xwe ye. ne bernameya hunerî û ne jî ya axaftinan tu tişt jê ne hat fêmkirin. Lê di wê rojê de dîsa yek ji komîteya amedekar ji bo ku li xwe mikur neyê, bi hinceta ku hertim ev hincet amede ye got ” heval derfet û îmkanên me nînin” di nivîsek berê de jî min behsa vê mijara hincetan kiribû. Lê; bi rastî, îmkanên heyî mirov dikare şahiyekê çêbike ku di cîhanê de dengê xwe bide.
Kurt û kurmancî, li beramber ewqas zelaliya xwîna şehîd, dê û bavên wan, şahiyekî mixabin felaket bû û divê ew komîta rexnedayîna xwe di berde bide. Ew nen festîval gotina şahî lê zêde ye. mirov ne bi vî rengî rêzê ji nirxên xwe re nîşandide.
Sîpan CAN