Rojnameya Ronahî

Mihemed Beko: Di Kurdistanê de rewşenbîrtî, şoreşgertî ye

Di bin dirûşmeya “Rewşenbîrên Azan Giyana Netewa Demokratîk E” Yekîtitya Rewşenbîrên kantona Efrînê 3’yemîn konferansa xwe li Şehbayê li darxist. Rewşenbîrên Efrînê diyar kirin ku di pêvajoya pêşiya wan de barê wan girantire û wê bi fikirên demokartîk nifşên azad ava bikin.

Zana Roj/ Şehba

Di dîroka 14’ê pûşberê de li herêma Şehbayê di bin dirûşmeya “Rewşenbîrên Azad Giyana Netewa Demokratîk E” yekîtiya rewşenbîrên Efrînê 3 yemîn konferansa xwe lidarxistin. Bi dehan ji endamên saziyên herêmê, mamoste û partiyên siyasî beşdar bûn. Axaftin ji aliyê hevserokê yekîtiyê Ismet Hesen, hevserokê TEV- DEM ê yê giştî Xerîb Hiso, her wiha ji aliyê hevserokê Desteya Çand û Hunerê Mihemed Wês ve hatin kirin. Di konferansê de rapora 2 salan ha xwendin her wiha nîqaşên kar û xebatên 2 salan hate nirxandin û hevserokên nû hatin hilbijartin.

Yekemîn konferansa rewşenbîrên Efrînê 2016 an li bajarê Efrînê hat lidarxistin. Yekîtiya rewşenbîran li Şehbayê xwe ji nûve tevger kir û saziyên herêmê birêxistin kirin. Xebat û çalakiyên xwe li gorî pêvajoyê organîze kirin û berhemên balkêş tomar û pêşkêş kirin. Bi dehan pirtûk li ser rastiya berxwedana bêhempa li hemberî dagirkeriyê ya ku li Efrînê hatî meşandin nivîsandin. Gelek çîrokên Efrîniyên ku bi darê zorê ji Efrînê piştî berxwedana 58 rojan li hemberî dagirkeriyê hatin derxistin û li herêma Şehbayê bi cihbûn e hatin nivîsandin û çapkirin. Herwiha di asta Bakur û Rojhilatê Sûriyê de hemû jî çalakiyên bi nîtelîk û giranbuhabûn. Bi çalakiyên xwe bi sedan nifşên pêşerojê perwerde kirin da ku pênûsên xwe têxin xizmeta welat û şoreşê de. Bi vî rih û hestî li gor girîngiya erk û misyona rewşenbîrî di civakê de gelek gavên serkeftî hatin avêtin.

Girêdayî erk û misyona rewşenbîrên demê û girîngiya avakirina kesayetên rewşenbîr û şoreşger di Kurdistanê de Hevserokê Yekîtiya Rewşenbîrên Efrînê Mihemed Beko ji rojnameya me re axivî.

`Avakirina nifşekî nû wê erkê me be`

Mihemed di axaftina xwe de da xuyakirin ku erk û misyona rewşenbîrên demê çiye û dive çi bikin û wiha got: “Rewşenbîrtî wesfeke gelek xweş e, lê ya girîng ew e ku her kes xwe di wê wesfê de bibîne û îfade bike. Ji bo derxistin û pênasekirina rastiya gelê Kurd divê rewşenbîr dîrokê û dema ku em têde dijîn û paşerojê baş bixwînin û erkên ku dikeve ser milê wan baş nasbikin û pêkbînin. Dema em tekoşîna ku rewşenbîran di dîrokê de dane meşandin, ta roja îro bigrin dest û binirxînin, wê gavê divê em jî di roja îro de bibin şopdarê riya wan û nehêlin ku pênûsa wan li erdê bimîne. Li ser wê bingehê erk û misyona me di civakê de girînge û barê ku dikeve ser milê me girantir e. Pêwîste ku em him dîrokê zindî bihêlin û him jî avakirina nifşekî zane ku erkên demê pêkbîne”.

 

`Di cîhanê de yekemîn care pirtûkxane di kampan de tê vekirin`

Mihemed anî ziman ku yekemîn care di kampan de pirtûkxane tê vekirin û got: “Piştî ku gelê Efrînê bi dare zorê ji Efrînê hate derxistin, li herêma Şehbayê ji nû ve dest bi xebatê rewşenbîrî kirin û gava yekemîn a ku hate avêtin li kampa serdemê vekirina yekemîn pirtûkxaneyê bû. Ev yek jî di cîhanê de yekemîn carbû ku di kampan de pirtûkxane tê vekirin e. Me xwest bi vê yekê em zanebûn û rastiya berxwedanê bi hev ve girêbidin û ji cîhanê re rastiya gelê berxwedêr bi reman, fikr û bi pênûsa xwe vebêjin.

`Rewşenbîr pêşengê gelê xwe ye`

Hevserokê yekîtiya Rewşenbîran a kantona Efrînê Mihemed Beko tekez kir ku di Kurdistanê de rewşenbîrtî şoreşgertiye û wiha axaftina xwe bi dawî kir:”Di Kurdistanê de jiyan kirin tê wateya ku pêwîste tu milîtan û şoreşger be û ji beriya her tiştî divê tu weke şoreşgerekê xwedê pîvan û rêgez be. Hovîtiya ku dijmin li ser me dide meşandin ji bilî têkoşîn û berxwedanê tu rê li pêşiya me nehêştiye. Ji ber vê yekê û di rastiya rewşenbîrtiyê de û ji bo her mirovekî Kurd divê weke şoreşgerekî tevbigere. Zanyarên herî mezin ew in ku ji bona azadiyê têkoşînê didin meşandin.