Can Yusef
Têkoşer Ferhad Dêrik (Husên Hacî Şiblî) di 1’ê Kanûna 1977’an de li gundê Qidêrîk a girêdayî navçeya Dêrikê ji dayîk û bav ( Hecî Ebdulezîz û Şêrîn Omer ) ji dayîk bûye û hatiye dunyayê di malbateke xwedî dahatûya navîn ku debara xwe ya jiyanê li ser çandiniyê dikirin. Di nav malbateke welatparêz a Kurd de mezin bû ku xwedan roleke mezin û dîrokeke dûr û dirêj di tekoşîna siyasî û tevgera civakî de lehîstî ye.
Di salên di navbera 1980-1990 an de, gelek ji xort û keçên malbatê û malbata Xal û mamên wî tevlî refên Tevgera Rizgariya Kurdistanê bûn û wî navê Ferhad li xwe kir ew jî piştî şihadeta mamê xwe yê şehîd Şiblî Ebdulezîz (Ferhad) û Elî Ebdulezîz (Ferhad).
Di şeş saliya xwe de malbata wî koçî bajarê Dêrikê kir û wî dibistana seretayî û navîn li dibistanên Dêrikê xwende. Bi aramî û dispilîna xwe ya di dibistanê de û ji aliyê hemû hevalên xwe ve û di nava gelemperiya taxa ku tê de dijya dihate heskirin.
Ferhad Dêrik di sala 1993’an di destpêka xortaniya xwe tevlî refên tevgera azadiya Kurdistanê bû, piştî şehadeta mamê xwe Şiblî (Ferhad) û xalê xwe (Ceger). Li herêma Cezîrê 5 salan di nava girseya gel de xebat û tekoşîn kir û di sala 1997’an de tevlî nava refên şoreşa Kurdistanê bû. Belê ew têkoşerekî wêrek û siyasetmedarekî çalak bû, ew bi rewişt(exlaq), reftar silok) û rihê xwe yê rêhevaltiya bilind ji hevalên xwe re bibû mînak, di sala 1999’an de di şerê li dijî artêşa Tirk de lingekî xwe winda dike. Di sala 2000’an de ji bo dermankirinê û rêxistinkirina gel vedigere Rojava. Ferhad Dêrik xebat û tekoşîneke bêhempa di hêla rêxistinî, siyasî û civakî di nav girseya gel de li çend deverên Cezîra Rojava, bakur û rojhilatê Sûriyê da meşandin. Di sala 2000 î de ji aliyê dezgehên îstixbarata Sûriyê ve hate girtin û piştî çend mehan serbest hate berdan. Di sala 2003’an de piştî damezirandina Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) cihê xwe di nava kar û xebatên partiyê de girt. Ew î kar û xebatên rêxistinî li Efrîn û Helebê heya sala 2006′ an dan meşandin û di sala 2007’an de careke din vegeriya Cizîrê û çavdêriya xebat û çalakiyên siyasî û rêxistinî yên Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) kir. Bi destpêkirina şoreşa bihara gelan û pêla şoreşa Sûriyê re, hemû derfetên xwe kirin xizmeta kar û xebatê, ji bona ku li gel birêveçûn û bûyerên Sûriyê re yên lez û bez re bimeşe. Ferhad xwedî roleke girîng û bandoreke mezin bû di rêxistinkirina gel de. Bi teybet jî her tim di nava komîn, meclîs û saziyan de kar û xebat dida meşandin û bi hevalên ku pêre di nava kar de cihê xwe digirtin, xebateke giranbuha dan meşandin. Ji bo avakirina Meclîsa Gel ya Rojavayê Kurdistanê di sala 2011’an de û di sala 2014’an de li Efrîn û Helebê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk ava kirin û peyre derbasî Kobanê, Girê Spî bû. Herweha di avakirina meclisê Minbic û Dêrezorê û dema ku bajarê Reqa ji çeteyên DAIş’ê rizgar bû berê xwe da Reqayê û li wir jî dest bi avakirina sîstemê komîn û meclisan kir.
Ferhad Dêrik di nava hemû bajarên bakur û rojhilatê Sûriyeyê û bi hemû kom, beş û pêkhateyên civaka Sûriyeyê re têkoşîneke mezin a siyasî, rêxistinî û civakî da meşandin.
Herwiha roleke mezin di çareserkirina gelek nakokî û pirsgirêkên ku car bi car di encama destwerdanên derve di navbera pêkhateyên Sûriyê yên Kurd, Ereb û Suryan de dediketin hebû. Ji bo ku fikra xwe bike xizmeta gelê xwe bi şev û roj û bê rawestandin kar û xebat dikin. Ferhad Dêrik mîna ava ku ranaweste li ser kar û xebata xwe bû û heyanî roja ku şehîd ketî xwedî tevger û xebateke çalakbû.
Beriya şehîd Ferhad Dêrik birayê wî şehîd Îsam di 08.01.2015′ an de li ser destê rêxistina terorîst a DAIŞê şehîd ket. Malbata wî yazdeh şehîd di riya azadiya Kurdistanê de fedakirin e. Mamên wî (Şiblî “Ferhad” û Elî “Ferhad”) û pismamên wî (Ferhad piçûk û keç mamê wî Zozan) û Xalanên wî (Ceger, Mêvan, Goran û keç xalên wî Hedar û Hêvî) ew jî ji heman malbatê di riya azadiyê de şehîd ketin e. Hîn jî bi dehan kur û keçên malbatê li ser şopa şehîdan di nava refên şoreş û têkoşînê de cihê xwe digrin.
Ferhad Dêrik 29 sal, bi têkoşîneke bêwestan û jiyana xwe ji bo xizmeta doza gelê xwe feda kir. Ew yek ji stûnên şoreşa 19’ê Tîrmehê ya li Rojava û sembola xurtkirina têgeha neteweya demokratîk li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye.
Ferhad Dêrik di dîroka 17.6.2022’an û di encama êrîşeke artêşa Tirk a dagirker ku bi balefirên bê mirov, li herêma Kelara ya girêdayî parêzgeha Silêmaniyê ya Herêma Kurdistanê, tevî 3 rêhevalên xwe şehîd bû.
Hezar rûmet û rehmet li canê te yê pak û paqij be ey zavayê welat..
Serşorî û Şermî ji kujer û sûcdaran be…
Hûn ê her û her di dilê me de bimînin
Şehîdên azadiyê, hûn saxin tucar namirin.
Ez vê helbestê diyarî giyanê Ferhad Dêrik dikim
Şehîdê azadiyê
Ferhadê çeleng
Nizanim di pesnê te de çi bêjim!!!!
Ferhadê leheng
Qehremanê bi nav û deng
Tekoşerê kurdistanê
Aşiqê jîna bedew.
Di pesnê mêraniya te de
Di pênasîna çelengî û lehengiya te de
Pênûs Lal dimînin…
Tîp û şor reswa dibin
Hevok hev nagirin
Gotin û peyv lewaz dibin
hev berdidin
Tiştekî bedew layîqê
Bejn û bala te nabînim
Ku evro li ser mêrxasiya te binivîsînim delalo.
Lehengê azadiyê
Ferhadê min
Evro li ser gora te
Kulîlkên buharê geşdibin
Sosin û binefş li dora gora te
Digrin govend û sema
Gora te delalo
bûye merqed
Bûye mehrav
Gel tewafa wê dike
Serî li ber kêlên te jêr dike.
Tu dizanî….
Çûna te pir zor bû ji bo me delalo
Me gelek rondik li ser te barandin
Me gelek şevên reş bigirî bûrandin
Keyf û xweşî bi çûna te
konê xwe ji nav me barkirin
Lê em bi te serbilindin delalo
Rêwiyê jiyanê
evîndarê jiyana azad.
Tu bûyî Mem û Kurdistan ji bo te bû Zîna çeleng
Eşqa te ji bo welat
Pir mezin bû
Tu bûyî evîndarê
Xak û Ala Kurdistan ê
Wekî eşqa Ferhad û
Şêrîn
Mîna evîna Mem û Zîn.
Tu dizanî ne tenê me bêriya te kiriye
Ferhadê min
Her kes pirsa te dike
Heval û hogirên te
Şagirt û şervanên te
Deşt û çiyayên Kurdistanê
Gul û sosinên gulistanê
tev pirsa te dikin delalo.
Her tişt pirsa te dike
Her kes bêriya te dike
Çem û robar
Lat û zinar
Gelî ù newal
Tox û al
Tev ji bo te xemgînîn
Rext û tifenga te
Şal û şapikê te
Pênûs û lênûsa te
Hîn li benda te dimînin
Delalê min.
Ne tenê di rojên
Cejn û Sersalan de
Em te bibîr tînin
Herdem tu di bala me dimînî
Roj bi roj kêlî bi kêlî em te bi bîr tînin
Kenê te yê şêrîn hîn li ber guhê me ye
Rûgeşiya te hîn li ber çavê me ye
Gotinên te yên xweş hîn li bîra me ne.
Şêrê dev biken
Ferhadê min.
Serî deyne bê xem raze hevalo
Rê hevalên we distînin tol û heyfa we
Ne hiştin arê lûla tifenga we melûl bibe
Ne hêlan xwîna canê we sar bibe
Hêvî û omîdên we
Xewin û xiyalên we
Doz û daxwazên we
Evro bi cih tînin
Rêhevalên we.
Ferhadê min
Delalê min.