Rojnameya Ronahî

Senaryoyên li ser Sûriyeyê!

 

Ahmet Aktaş

Sûriyê, bi erdnîgariya xwe ji gelek welatên cîhanê biçûktir e. Lê stratejî û siyasetên li ser tên meşandin pir mezin in.

Hema ji despêkê ve destdirêjiya dewletên Îranê û Tirkiyeyê, li aliyê din destdirêjiya dewletên Siûdî û Misir û hwd. Hemû dewletên cîran renewestiya ne.

Belê senaryoyên herî mezin û ji yên hemû dewletên din girantir û bandortir, yên DYEyê û Rusyayê ne.

Mirov dikare bêje, yên herî kevntir ku li vir siyaseta xwe didin meşandin Rûsya û Îran e. Her wiha, ji bo di ser Sûrî re, berjewendên dewletên xwe li herêma Rojhilata Navîn misoger bikin dixebitin.

Rûsya, vê hewldanê ji dema Sovyetê ve heta îro dewam dike. Têkilî û bandora Îranê, dibe ku kevntir û taybetir be, ji ber ku li ser bingeha olî-mezhebî ye.

Erê, armancên DYEyê jî, yên li ser Suriyeyê ne nuh in kevn in û paralelê dijberiya ji Sovyetê ve despêdike. Lê ev dijberiya ji “behara Erebî” vir ve dijwartir bû ye.

Van her du dewletên serwerên cîhanê, di 15 salên dawî de, li ser xaka Suriyeyê-Rojavayê şerê xwe, piranî bi gotina”şerê wekaletê” di rêya dewletên cîranê Sûriyeyê re dan meşandin.

DYEyê, yekser dewleta Tirka, erkdarî şerê li dijî Sûriyeyê kir. Li gel ku, hema berî çend rojên ev fermana DYEyê were ji R.Erdogan re, bi B.Esed re weke bira bûn!

Rûsya jî, bi Îranê re li gel rejîma B.Esed cih girtin.

Îca nuha ev nakokîi û şer û pevçûnên li Sûriyeyê tê meşandin, ketiye qonaxek nuh.

Di vê qonaxa nuh de, gav bi gav hêzên Rûsya û DYEyê jî yekser beşdarî şer dibin. Lê mijara balkêş, êdî gelek alîgirên van her du aliyên giregir, hilwestên xwe diguhezin.

Dibe ku mijara pir giring, bi daketina qadê ya Çînê re, guhertina reng û deng û cewherê hevbendiyên herêmê be.

Çîn, bi Rûsya û Îranê re tevgeriya û lez da hewldanên balkêş. Bi giranî jî, têkiliyê xwe bi Erebistana Siûdi û hinek dewletên kendavê re, yên li herêmê bi bandor re çêkir.

Li vira mijara herî watedar jî, bi van têkilî û peymanên mezin re, bandora serweriya DYEyê û hevalbendên wê gelek şikand.

Her wiha dewletê heta nuha dujminên hev, mîna Îran û Siûdî lihev anî. Li gel vêya rejima B.Esed kişand nava Komkara Erebî û hwd.

Bêgûman, mijara yekser têkildarî gelê Kurdistanê û bi taybetî jî Rojavayê, berdewama êrîşên dewleta Tirka ya li ser îradeya gelê Kurdistanê û bi taybetî jî êrîşên li ser Rojava, Başûr, Mexmûr, Şingal û hwd.e.

Mijara ji vêna jî kambax û bêexlaqtir jî destûrdana DYEyê û Rûsyayê ya ji bo êrîşên Tirkiyê ye.

Ev, nîşan dide ku, herdu dewletan jî, di hilebaziyên hilbijartinan de destek dane faşîzma R.Erdogan. Her wiha  armanca wan a sereke jî, şikandina bandora Tevgêra Azadiyê û lawazkirina hêviya gel a ji têkoşînê û serkeftinê ye.

Di encamê de, tenê regah ev e; ji bo rizgariya Kurdiustan û azadiya Ocalan, ‘berxwedan jiyan’ e!

Ji bo berxwedanê û serkeftinê jî, pêdivî bi viyana ji pola û rêxistina bi milyonan heye!