Tuesday, July 21, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

‘Tifaqa bi Kurdan re wê serweriya xaka sûriyê biparêz e’

10/06/2023
in NÛÇE
A A
‘Tifaqa bi Kurdan re wê serweriya xaka sûriyê biparêz e’
Share on FacebookShare on Twitter

Hiqûqnas û şîrovekarê siyasî Hisên Naso anî ziman ku piştî hilbijartinên Tirkiyeyê dê çavnebariyên dewleta Tirk li Sûriyeyê zêdetir bibin. Naso bang li hikumeta Şamê kir ku ji bo rêgirtina li ber planên dewleta Tirk û rizgarkirina herêmên dagirkirî tifaqê bi Kurdan re bike.

Ji ber mijulbûna dewleta Tirk bi hilbijartinên serokkomariyê û yên parlamentoyê, dosyaya nêzîkbûna ji Şamê re hat paşguhkirin. Lê piştî serketina Erdogan di hilbijartinên serokkomariyê de pirsên wekî gelo wê Erdogan hewldanên xwe yên nêzîkbûna ji Şamê re dewam bike an jî dosyaya nêzîkbûnê wekî kaxezeke zextê li dijî hevrikên xwe di hilbijartinan de bi kar dianî? xwe didin der

Hiqûqnas û şîrovekarê siyasî yê ji Sûriyeyê Hisên Naso got: “Li gorî nêrîna min, dosyaya mûzakereyên Tirkiye-Sûriyeyê dê ji rewşa beriya hilbijartinên Tirkiyeyê zehmetir bibe û dê helwesta Tirkiyeyê ji ya beriya hilbijartinan hişktir bibe, sedema vê yekê ew e ku dosyaya dan û standinên bi Sûriyeyê re yek ji kaxezên hilbijartinan bû. Dîsa dosyaya vegerandina penaberan hebû ku AKP’ê ji bo razîkirina civaka Tirk bi kar dianî û pê dilîst.”

Hisên Naso diyar kir ku ji Sûriyeyê bêtir pêwîstiya Tirkiyeyê bi diyalogan hebû û got: “Lê piştî serketina Erdogan texmîn dikim ku wê şertên Tirkiyeyê zehmetir bibin û wê rejîma Sûriyeyê nikaribe pêk bîne, di encamê de wê diyalog li cihê xwe bibmîne.”

Civîneke din a çaralî

Rojnameya El Weten a nêzî hikumeta Şamê li ser zimanê çavkaniyên ji Moskovê ragihand ku civîna ‘Komîteya Çaralî’ dê vê mehê li ser asta cîgirên wezîrên karên derve yên Şam, Rûsya, Îran û Tirkiyeyê were lidarxistin. Her wiha destnîşan kir ku  civîna çaralî dê hemwextî civîna Astanayê ku tê payîn di 21’ê Hezîranê de pêk pê, li dar bikeve.

Heman çavkaniyan diyar kir ku çîgirê werzîrê karên derve yê hikumeta Şamê Eymen Sosan jî dê beşdarî civînê bibe.

Kanala El Meyadîn a nêzî Hizbullah a Lubnanê jî li ser zimanê gerînendeyê dosyaya Sûriyeyê yê girêdayî Wezareta Karên Derve ya Tirkiyeyê got: “Diyaloga bi Şamê re di çarçoveya hevdîtina çaralî ya li Moskovê de pêk tê. Dê ev diyalog ji bo gihîştina çareseriyê li Sûriyeyê, çarenûsî be.”

Li ser vê mijarê hiqûqnas Naso anî ziman ku civîna çaralî ya di navbera Tirkiye, Sûriye, Rûsya û Îranê dê di astên cuda de dewam bikin û wiha domand: “Lê bawer nakim ku ev civîn bighêjin asta hevdîtinên nêzîk di navbera Esed û Erdogan de. Hevdîtin dê di çarçoveya nîqaşkirina tedbîrên ewlehiyê û çawaniya têkbirina Rêveberiya Xweser de sînordar bimînin, lê nakevin nava mijarên siyasî û serdestiyê.”

 

Enqere dev ji çavnebariyên xwe bernade, çi ji şamê tê xwestin?

 

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo çareserkirina aloziya Sûriyeyê bi rêya diyalogên navxweyî beyannameyek ragihand. Lê hikumeta Şamê heta niha tu helwest nîşanî vê beyannameyê nedaye, ji wê zêdetir nêzîkbûna ji dewleta Tirk a ku xaka Sûriyeyê dagir kiriye, di ser nêzîkbûna ji Rêveberiya Xweser re tercîh dike.

Hisên Naso ji ber siyasetên dewleta Tirk hişyarî da û got: “Tirkiye ya Erdoganî dê dev ji daxwaz û çavnebariyên xwe bernede, dibe ku çavnebariyên wê piştî hilbijartinan zêdetir dibin. Dibe ku gelek sedem û egerên hundirîn û derve li pêşiya planên Tirkiyê yên berferhbûnê dibûn asteng, lê niha tune bin. Li beramberî wê Sûriyê helwesta xwe li hemberî Tirkiyeyê ya ku xaka wê dagir kiriye, xurt nekiriye, lê di vegera li Komkara Ereban tenê de helwesteke biçûk nîşan da. Hêza helwesta Sûriyeyê di helewsta erebî ya yekbûyî de ye ku piştgiriyê dide vegerandina xaka Sûriyeyê ya dagirkerkirî û tîfaqa bi Kurdan re ya ji bo dîtina formeke diyar ji bo çareserkirina pirsgirêka kurdî. Bêyî tifaqa bi Kurdan re wê helwesta Sûriyeyê ya bi Tirkiyeyê re lawaz be, nemaze ku di dan û standinên bi Kurdan re ya di aliyê leşkerî de tu alternatîfên din li gel rejîma Sûriyeyê tune ye.”

Hisên Naso di dawiya axaftina xwe de bang li hikumeta Şamê kir ku bi lez nêzî dewletên erebî bibe û hin daxwazên wê bi cih bîne û got, eger hikumeta Şamê bixwaze deverên dagirkirî ji destê dewleta Tirk derxîne û herêmên xwe ji terora ku desteka xwe ji dewleta Tirk digire, paqij bike divê bi Kurdan re tifaqê bike.”

ShareTweetPin

Herî Dawî

‘Qanûneke ku ji Rêbertî heta bi şervanan her kesî tevlî siyaseta demokratîk dike, divê bê derxistin’
NÛÇE

‘Qanûneke ku ji Rêbertî heta bi şervanan her kesî tevlî siyaseta demokratîk dike, divê bê derxistin’

20/07/2026
Salvgera 14’emîn a 19’ê Tîrmehê li Qamişlo hat pîrozkirin
NÛÇE

Salvgera 14’emîn a 19’ê Tîrmehê li Qamişlo hat pîrozkirin

19/07/2026
PJAK: Şoreşa Rojava mînakek zindî ya îlhambexşe
ROJEV

PJAK: Şoreşa Rojava mînakek zindî ya îlhambexşe

19/07/2026
KCKê Çarşema Sor pîroz kir
ROJEV

KCK: Gelê Rojavayê Kurdistanê wê destketiyên xwe weke doh îro biparêze

19/07/2026
Rojava TV rêwîtiya heqîqetê ku bi şoreşê re dest pê kir
NÛÇE

Rojava TV rêwîtiya heqîqetê ku bi şoreşê re dest pê kir

19/07/2026
Şoreşa 19’ê Tîrmehê; Qêrîna azadiyê ya ku sînor şikandin
CIVAK Û JIYAN

Şoreşa 19’ê Tîrmehê; Qêrîna azadiyê ya ku sînor şikandin

19/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.