Ji şiklê têkiliyên mirovan yên civakî û di taliya vê têkiliyê de ji terzê rêk û pêk bûna jiyana civakê ya derdikeve holê re civak tê gotin. Civak, ne tenê ji jimara mirovan a hêsanî pêk tê. Civak di nava xwe de xwediyê awayên cuda, têkiliyên teybet e. Rêxistina pergala li gor zagonên objektîf, keft û lefta kedkariya girber, bi riya şerê di nava çînan de guhertin û pêjveçûnên çêdibin e. Civak ji çend hîman pêk tê. 1) Hebûna şêniyan 2) Erdnîgariyeka hevpar 3) Hîmên cuda yên fonksiyonel 4) Çandeka hevpar ango dişibe hev. 5) Têkiliyên civakî yên domdar û bi rêgezî
Di nava civakê de du awayên têkiliyan hene. Yek kedkariya verijîna girbere. Ya din ji a maneviye. Awayê têkiliyên girber, avabûyîna bingehê têkiliyên civakî pêktîne. Yên din ji li ser vê bilind dibin. Civak, her tim di nava herikîna dîrokî de li gaveka cudatir de hebûna xwe diparêze. Ev gav wateya xwe ya teorîk di peyva socioeconomics de bibîne. Civak, li ser bingehê xebata mirovan hatiye avakirin. Lo gor vê zagona giştî, piştî ku mirovan dest bi ked û verijînê kirîne, ango xebata çandiniyê kirîne, ev yeka henê di nava demê de bi awayekî xwezayî derketiye pêş û di dawiya vê de ji milkiyeta taybet derketiye holê. Piştî milkiyeta teybet derketî holê ji şerê di nava çînan de despê dike û eva henê ji dibe hîmê herî xurt yê bingehîn ê pêjveçûna civakî. Ev teybetmendiya li hev nekirin û nakokiya çînî, di nava hemû hîmên socioeconomics de xwe parastiye. Piştî vê êdî mirov civakê di bin destê xwe de nagirin, ango ew êdî ne serdestê zagonêne, berovajî vê, zagon êdî dibe serdestê mirovan. Piştî ku zagon dibe serdestê mirovan, civakê, êdî ew dest bi jiyaneka nû û zehmet dikin. Ji ber ku mirov ji beriya milkiyeta teybet bi awayekî xweza dijiyan. Têkiliyan wan û xwezayê ne li gor çi zagon û pîvanan bû. Têkiliya mirovan ya bi xwezayê re ne ji bo maldarî û dewlemendiyê bû. Têkiliya wan tenê ji bo têrkirina zigê mirovan, domandina wan ya jiyanê bû. Lêbelê piştî milkiyeta teybet destpê kir, têkiliyên mirovan yên bi xwezayê re ji haten guhertin. Zagonên ku hatine danîn, ne tenê ji bo serdestiya mirovan, civakê ne. Herweha him ji bo hikimdariya civakê û him ji ya xweza yê. Di nava dîrokê de her ku diçe mirov, civak ji xwezatiya xwe dûr ketiye.
Di civakên çînî de (feodal, birjûwa) bivê nevê têkilî li gor alavên kedê têne hûnandin û vê ji bi xwe re mêtîngerî, perçiqandin, kedxwerî aniye. Di felsefa birjûwayê de, di civakên çînên wan heyî de (ev yeka henê di dîrokê de bi awayekî hişk li pêşe), têkiliyên civakî pitirê xwe ne li gor şertên civakî yên girber, madî hatine vegotin; pitirê xwe eva henê ji nedîtîve hatine û têkiliyên civakî li gor têkiliyên derûnî, hest û vînên mirovan yên komelî, zomeyî, hîmên teybet yên dîrokî-polîtîkî (dewlet, netew), delîlên wan yên hiqûqî, manevî, fenomenên wan yên exlaqî hatine vegotin. Bê goman mirov nikare van hîmên felsefa birjûwazî vedibêje û dide pêş ji nedîtî ve were. Lêbelê ev yeka henê ji bo naskirina rastiya dîroka civakî ve gelik kêm e. Ew peyvên felsefa birjûwa bi kar tîne nêrîna yek alî ye û kêm vegotina dîroka civakî ye. Herweha veşartin û ser û bin kirina rastiya têkiliyên civakî ye ji.
Sîpan ŞÎNDA