Rojnameya Ronahî

“Rola Jina Ciwan Di Werzîşê De Bingehîne”

Zana Roj/ Qamişlo

Jina ciwan di tevahiya qadên jiyanê de bû bingeha serkeftin û pêşketinê, yek ji qadên ku xwe tê de birêxistin kir û nasnameya xwe kir, qada werzîşê bû. Hevseroka Desteya Ciwan û Werzîşê Henan Bekar diyar kir ku jina ciwan bi awayekî çalak tevî qada werzîşê bû û roj bi roj  pêş dikeve.

Şoreşa Rojava şoreşeke jinê ye. Jinê ji şoreşê re pêşengtî kir û di her qadê Rêveberiya Xweser de xwe rêxistin kir û îro ji bo hemû cîhanê bûye hêvî. Jinan di 19’ê Tîrmeha 2012’an de çirûska destpêkeke nû vêxist. Piştî wê roj bi roj  gelek gavên serkeftî avêtin û qadên xwe yên xebatê berfereh kir. Bi taybetî rola jina ciwan di her qadê de ber bi çav bû, jina ciwan di perwerde, akademî, siyaset, parastina civakî, maf û edalet, aboriya komînal, têkilî, çand û huner, tenduristî, ragihandinê de cihê xwe girt û bi roleke sereke rabû. Yek ji van serkeftinên jina ciwan ya ku bi şoreşê re bi dest xist jî, di milê werzîşê de bû. Wekî her qadê, jina ciwan di nava werzîşê de cihê xwe girt û ji bo pêşxistinê bû bingeh. Di tevahiya çalakiyên werzîşê de beşçdar bû û muhra xwe lê xist. Têmên werzîşê yên jinan hatin avakirin û di tevahiya lîstikên werzîşê yên li ser asta bakur û Rojhilatê Sûriyê beşdar bûn.

JINHAGENCY

Derbarê rola jinên ciwan yên bakur û rojhilatê Sûriyê di werzîşê de Hevseroka Desteya Ciwanan û Werzîşê ya bakur û rojhilatê Sûriyê Henan Bekar ji rojnameya me re axivî.

Henan diyar kir ku rewşa jinên ciwan di tevahiya milan de, bi awayekî ber bi çav, roj bi roj pêş dikeve û wiha domand: “Hebûna jina ciwan û rola wê ya di tevahuiya aliyên civakî û jiyanî de pir girîng e, ji ber ku jina ciwan bingeha civakê ye û rola wê di azadiya civakê de sereke ye.”

’Jina ciwan di werzîşê de jî xwe isbat kir’

Henan da xuyakirin ku ji destpêka damezrandina Desteya Ciwanan û Werzîşê ve, desteyê  ji bo bilindkirina asta werzîşê kar kir û wiha got: “Ji bo ku jin cihê xwe di xebatên werzîşê de bigre, pir ked hat dayîn. Desteya Ciwanan û Werzîşê dewreyên perwerdyên werzîşê  û gelek navendên werzîşê yên taybet ji bo jinan vekirin, herwiha her dem jinan li ser asta bakur û rojhilatê Sûriyê cihê xwe di xebatên werzîşê de girtin.  Bi taybetî  beşdarî xebatên Fûtbol, goka masê, şetrenc û lîskên hêza bedenî bûn.Herwiha cihê di tevahiya lîstkên komî û kesî de jî girtin. Bi taybetî werzîşa jinê di herêma Cizîrê de bi pêş ket û jinan li hemberî tevahiya astengiyan  rola xwe di werzîşê de lîstin. Li herêma Feratê jî jin di warê werzîşê de bi pêş ket û gelek tîmên jinan hatin avakirin. Li ser asta bakur û rojhilatê Sûriyê  di tevahiya lîstkên werzîşê de tîmên jinan hene û jin çalakin.”

‘Êrîşên dagirkeriyê û şerê taybet dibin asteng’

Henan balkişand ser astengiyên ku derdikevin pêş Desteya Ciwanan û Werzîşê de û wiha got: “Ji destpêka damezrandina desteya ciwan û werzîşê ve, binesaziya werzîşê li seranserî herêmên bakur û rojhilatê Sûriyê hat avakirin, gelek stad û navendên werzîşê hatin sazkirin, lê astengiya sereke li hemberî pêşxistina werzîşê û bi taybetî ya jinan, êrîşên dewleta Tirk a dagirker û şerê taybet bû. Dewleta Tirk a dagirker herdem bi riya şerê taybet  dixwest ciwanan bê hêz bike û wan ji civak û çanda wan qut bike.”

‘Çalakiyên cur bi cur hatin lidarxistin’

JINHAGENCY

Henan derbarê xebat û çalakiyên werzîşê wiha got: “Li ser asta bakur û rojhilatê Sûriyê, desteyê bi gelek çalakiyên ji bo ciwanan rabû, herwiha li ser xeteriya  madeyên hişbir, zewaca temen biçûk û koçberiya ciwanan gelek semîner û perwerde hatin dayîn. Desteyê ji bo jina ciwan çalakiyên taybet li dar xistin, wekî  çalakiya 8’ê Adarê, pêşengeha wênesaziyê û roja helbestê. Herwiha li ser asta herêman gelek çalakiyên werzîşê yên cur bi cur ji bo jinan hatin lidar xistin û jinan cihê xwe di tevahiya xebatên werzîşê de girtin.”

 

’Emê nasnamya jina werzîşvan ronî bikin’

Henan da zanîn ku xebata herî girîng ya ku Desteya Ciwanan û Werzîşê pêk anî, çalakirina Yekîtiya Werzîşê bû û axaftina xwe wiha Qedand: “Di sala 2023’an de Konferansa Damezrandina Yekîtiya Werzîşê hat lidarxistin, tê de beçdarbûna jinê fireh bû.  Armanc ji avakirina Yekîtiya Werzîşê ew ê ku asta werzîşê bilintir bibe, lîstikên ku hatine paşguhkirin werin çalakirin û avahiyên werzîşê, stad û navendên wê werin rêxistikirin. Me plankiriye ku di demên pêş de xebatên werzîşê yên jinên ciwan zêdetir bikin û çalakiyên ku balê dikşînin ser jêhatiyên ciwanan berfirehtir bikin. Herwiha nasnameya jina ciwan di milê werzîşê ronî bikin.”