Rojnameya Ronahî

Mezher Şêxanî: Amadekariyên pîşwazîkirina berhemên çandiniyê dewam dikin

Hevserokê Desteya Çandiniyê ya bajarê Dirbêsiyê Mezher Şêxanî diyar kir ku bi barîna barên dawiyê rewşa çandiniyê baş bû û got, ji bo pêşwazîkirina berhemên çandiniyê amadekariyên me dewam dikin.

 

Norşîn Sîno / Qamişl

 

Çandinî ji bo welat û civakan jêdera aboriyê û xwejiyankirinê ya bingehîn e. Bakur û rojhilatyê Sûriyê jî yek ji serekeyên parçeyên xaka Sûriyê ku bi çandiniyê navdare û şêneyên wê xwe bi çandiniyê didin jiyan kirin . Ji bo vê jî Desteya Çandiniyê girîngiyeke mezin didin zeviyên çandiniyê bi taybet jî , di vê dema ku demsala çandiniyê destpêkir, gelek tedbîrên cidî ji bo parastina zeviyan hatin girtin.

Derbarê rawşa Çandiniyê û amadekariyên pêşwazîkirina perhemên çandiniyê, hevserokê Desteya Çandiniyê ya bajarê  Dirbêsiyê Mezher Şêxanî ji Rojnameya me “Ronahî” ra axivî.

 

 ‘Ji ber barîna baranên dawiyê rewşa çandiniyê baş bû’

Mezher Şêxanî diyar kir ku bi sedema barîna baranên dawiyê rewşa çandiniyê baş bû û wiha axivî: “Rewşa çandiniya bajarê Dirbêsiyê pir başe , ji ber ku îsal rewşa hewayê û baranan ,herwiha ji ber ku piraniya çandiniyê avî ye û hejmara bîrên ku li Dirbêsiyê dixebitin nêzî 2 hezar heta 2 hezar û 500 bîr in , ev jî bandoreke erênî li çandiniyê bi giştî kir.”

 ‘Îsal mazot di dema xwe de li cotkaran hat belavkirin’

‘Li gorî destûra rêziknameya çandiniyê me tov û mazot pêşkêşî cotkaran kir’

Mezher ragihand ku wan li gorî destûra rêziknameya çandiniyê tov û mazot pêşkêşî cotkaran kir û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Di her salê em pilaneke çandiniyê ya salane datînin, di plana me de dabeşkirina tovan heye, ji xwe du cureyên tovan `tovên hişk û tovên nerm ` .L i gorî destûra rêziknameya çandiniyê serê her donimekî ji 30 heta 35 kîloyan ji tovan didin cotkaran, herwiha li ser heman şêwazî jî dabeşkirina  gubre û mazotê tê kirin .Ji aliyê dabeşkirina mazotê beşa yekem em bi niyeta baş didin cotkaran weke alîkarî, piştre em derdikevin geryanên tespîtkirinê yên li ser zeviyên çandiniyê û em mazotê lo gorî rûbera wê dabeş dikin û didin cotkaran û bi vî awayî karê wan zû û bi rêxistinî derbas dibe.”

‘Me ji bo demsala çandiniyê gelek amadekarî kirine`

Hevserokê Desteya Çandiniyê ya bajarê Dirbêsiyê Mezher Şêxanî destnîşan kir ku wan gelek amadekarî ji bo demsala çandiniyê kirine herwiha diyar kir ku ji ber rêxistinkirina karê wan astengî li pêşiya karê wan derneketin û wiha axaftna xwe bidawî kir: “Îsal ji ber ku me karê xwe bi rêxistin kiribû astengî li pêşiya karê me derneketin. Çandinî ji bo bakur û rojhilatê pir girînge ,ji ber vê yekê me ji bo pêşwazîkirina demsala çandiniyê gelek amadekarî kirine .Yek ji amadekariyên me , bi hevrêziya meclîs û şaredariyan re me  komîteyên awarte li ser asta bakur û rojhilatê Sûriyê ava kirin , piştre ev komîte ki ser asta herêmî , rêveberî û navçeyan hatine dabeşkirin . Armanca me ji avakirina komîteyan re ku em karibin rê li ber şewat a ku îhtîmaliyeta wê di demsala çinîna genim de heye , bigrin . plana me ya dûyem jî bi hevkaruya Şaredariya gel em cadeyên sereke ji şînatiyan paqij dikin , ji ber ku metirsiya wê jî heye di aliyê şewatê de .Di heman demê de me navemdên wergirtina genim ji cotkarn amade kirine herwiha me mijarên deraseyên genim jî bi rêxistin kirin ji aliyê mazotê û her pêdiviyên ku ji bo wan pêwîste me amade kirin.”