Rojnameya Ronahî

“Hunermend Siruşt: Divê hunermend di mijarên netewî de xwedî helwest bin”

Hunermend Siruşt Kameran ku yek ji lîstikvanên rêze filmên komedî ye, got: “Eger budceyek baş hebe, sponserên baş hebin ku bikarîn karên baş bikîn, em ê bikarîn bandora rêze filmên biyanî ya li ser çanda Kurdî nehêlîn. Her wiha gelek giringe ku hunermend di mijarên netewî de xwedî helwest bin.”

Li Başûrê Kurdistanê li gor salên berê niha bi rêjeyek berbiçav jin di nava karên hunerî de tên dîtin. Lê jinên ku di warê lîstikvaniya komediyê de kar dikin, hejmara wan gelek kêmin. Sirûşt Kameran yek ji wan jinên lîstikvan ên hunera komediye. Ji ber jêhatina xwe ya di vê hunerê de di nava gel de tê naskirin.

Hunermend Sirûşt Kameran di hevpeyvînek taybet de behsa destpêkirina jiyana xwe ya hunerî û giringiya pêşxistina çand û hunera Kurdî kir.

‘Ji zarokatî ve heskirina min ji karê hunerê re heye’

Sirûşt Kameran di destpêkê de behsa jiyan û heskirina xwe ya ji hunerê re kir û got: “Ez li Silêmaniyê hatime dinê. Hîn ji temenê zarokatî de heskirina min ji karê huner û lîstikvaniyê re hebû. Min sitran digotin, min li beşa doblajê de kar kiriye. Min bi berdewam di kar û çalakiyên hunerî yên dibistanan de cih digrt.

Ji refa şeşem a dibistana seretayî ve min dest bi lîstikvaniyê kiriye. Karê min yê yekem şanoyek li ser kîmyabarana Helebçe bû. Wê demê mamostayên min destxweşiyek zêde li min kirin. Piştî min dibistana amadeyî temam kir, min karî li beşa pirtûkxaneyê xwendina xwe berdewam bikim. Di dema refa 12 a amadeyî de demek ji karê hunerê qut bûm. Lê bi berdewam min kar û çalakiyên hunerî dişopand.”

Di dewamê de Sirûşt behsa tevlîbûna xwe ya yekem di rêze filma komedî de jî kir û got: “Despêkê min bi karê cad destpêkir. Piştre di sala 2015’an de ez tevlî rêze filma profesyonelî bûm ku lîstikvanên wê bi ezmûn bûn. Ez gelek spasiya hunermend Kawa Qadir û Mahîr Hesen dikim ku wan bi berdewam alîkariya min kirin ku di karê rêzefilmên profesyonelî de beşdarbim. Bi taybetî Kawa Qadir têbîniyên giring bi min dida. Piraniya ew karên hunerî ku ez dihatim vexwendin yên komedî bûn.”

Di dewamê de Hunermend Siruşt diyar kir ku wê di gelek rêzefilman û şanoya milyoner ku bi qasî çar mehan berdewam kir de cih girtiye

 

‘Ragihandin û huner nêzî hevin’

 

Li ser heskirina xwe ya ji karê ragihandin û hunerê re jî Siruşt Kameran wiha axivî; “Li gor min ragihandin û huner du beşên gelek nêzî hevin. Min çar salan di radyo de kar kiriye. Lê zêdetir heskirina min ji lîstikvaniyê re tê. Malbata min gelek piştgiriya min kirine, bi taybetî jî babê min. Hertim ji min re digot netirsin. Niha jî hevjînê min piştgiriyek zêde ji min re dike û ew bixwe jî di vî warî de kar dike. Keçek min a temen 3 salî heye navê wê Kilo ye û ew gelek dixwaze li karên ku ez têde dixebitim temaşe bike.”

Di derbarê giringiya peywendiya derhênerên Kurd a bi hevre jî, Siruşt Kameran wiha axivî: “Mixabin peywendiyek baş di navbera derhênerên Kurd yên li Kurdistan û dervey Kurdistanê nîne. Lê ger peywendî hebe tiştek gelek baş e. Ji ber ku wê bibe sedema têkelbûna çand û ferhengê. Sedemê pêknehatina vê yekê jî ewe ku budceyek baş li ber destê me de nîne ku em bikarin karek mezin bikin û yekîtiyek hunermendan hebe û hunermendên her çar parçeyên Kurdistanê lihev kom bikin.”

‘Divê hunermend di mijarên nîştimanî de xwedî helwest bin’

Hunermend Siruşt Kameran destnîşankir ku divê hunermend di mijarên netewî de xwedî helwest bin û got: “Gelek giringe hunermend di mijarên nîştimanî de xwedî helwest bin. Ji ber ku di mijarên netewî de peyama hunermendan ji ya kesayetên siyasî zêdetir deng vedide.”

Di derbarê rêzefilmên biyanî û bandora wan a xirab ya li ser civakê de jî Hunermend Siruşt Kameran wiha axivî: “Eger budceyek baş hebe, sponserên baş hebin ku bikarîn karên baş bikin, em ê bikarîn bandora wan rêze filmên ku hewil didin çanda me xira bikin, nehêlin. Ji ber ku niha wisan lê hatiye ku jiyana me wek ya rêze filmên Tirkî lêhatiye. Bandora van rêze filmên biyanî di jiyana me ya rojane de xwe nîşan dide. Divê em hewil bidin xwe ji bandora van rêze filmên biyanî dûr bigrîn. Pêwîste hunermend bihevre kar bikin, nêrînên xwe bi hevre parve bikin daku bikarin karên baş bikin. Hêvîdarim bikarîn ku li gel hunermendên din dest bi dest karin baş bikin. Da ku bikarîn rêze filmên Kurdî çêkin û bigihînin asta rêze filmên cîhanî.”