Rojnameya Ronahî

Wênsaza ciwan Denîz Osman   

Birûc Resûl/Qamişlo

 Jina ciwan Denîz Osman di temenê 8 salî de dest bi wênesaziyê kir, nexweşiya penceşêrê jî li pêşiya jêhatiya wê nebû asteng, wê bi vîneke xurt li hemberî nexweşiyê li ber xwe da û di wênesaziyê de jî bi serket.

Jina ciwan Denîz Osman ya 13 salî ku ji bajarê Qamişlo di temenê 8 salî de dest bi wênesaziyê kir. Di temenê 13’ê de nexweşiya penceşêrê pê re hat vedîtin. Denîz li hemberî nexweşiyê li ber xwe da, bi biryardariyeke mezin jiyana xwe dewam kir û di wênwsaziyê de jî xwe pêş xist. Denîz xewn û hêviyên ku di çar demsalan de di tabloyan de cih girtiye, nîşan dide ku jiyan diguhere û tiştek wek xwe namîne.

Denîz bi nexweşiyê dest bi jiyana xwe kir. Wê pêşangeha xwe ya yekem vekir, ku 67 tablo bûn, tê de wateyên hêviyê yên ji xwezayê pêçandine. Denîz gihaşt tiştê ku xeyal dikir. Ew li ser neynika xwe radiweste û porê xwe yê dirêj ku dîsa şîn bûye dixemilîne.

Denîz ji me re wiha got: “Ji bo komkirina keziyên porê min, ên ku ji dermanên kîmyawî hatin weşandin, min tabloya xwe ya yekim de wêneyê keçeke ku bi porê xwe yê dirêj serbilind e, çêkir. Ev teşwîq û hêviyên min mezin e, min xwe iqnah kir ku ez ê şerê vê nexweşiyê bikim û xêzkirina wêneyan dewam bikim. Ji ber vê yekê wêneyê her tiştê min xêz kir, tişta ku destpêkê min xêz kir keziyên pora min bûn.”

Denîz wiha axaftina xwe dwam kir: “Ji xêzkirin û muzîkê û hem jî, ji şanoyan hez dikim, ji ber ku ez xwe di van bûyerên çandê de, yên xweş de dibînim û tevî hemû tiştên ku ez tê re derbas dibim, min dev ji xwendina xwe berneda, xwendin ji bo min tişta herî serekeye di jiyana min de. Di derbarê dibistana xwe de ez dixwazim bibim wênesazek ​​navdar, xewna min ew e ku bibim bijîşik, ku êşa mirovan derman bikim. Min di rêya Înternetê re fêrî xêzkirinê bûm, ez ji xêzkirinê hez dikim û piraniya dema xwe ya vala pê re derbas dikim,  ez bi saetan di odeya xwe de dimînim heya ku wêneyê xwe biqedînim, lê îmkana min pir kême. Ji ber ku mewadên wekî rengên xêzkirinê peyda nabin , ev ji bo her hunermendekî astenga herî mezin e.

Denîz wiha axavtina xwe bi dawî kir:”Min gelek kesên ku di jiyana xwe de bi pirsgirêkên nexweşiya pencaşêrê re rû bi rû min derbas kir. Her wiha tabloyên min yê tije ken û hêvî yê bi xewnê xwe xêz kir. Ji ber vê yekê, her kesê ku bi nexweşî û pirsgirêkên dijwar re rû bi rû derbas dibin, ku li hemberî van zehmetiyan bisekinin, teslîmbûn destpêka bêhêvîtiyê ye, ez hêvî dikim ku her kes xewnek ji xwere peyda bike. Bi jiyanê re hîn zêdetir bi hêvî xwe girê bide.”