Friday, July 17, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Heta 14’ê Gulanê

29/04/2023
in QUNCIK NIVÎS
A A
Nexweşiya Xemsariyê
Share on FacebookShare on Twitter

Farûk Sakik

Hefta borî min nivisî bû ‘heger Erdogan neçe’ ew ê çi bike. Di vê nivîsê de em ê heta hilbijartina 14’ê Gulanê wê çi bike rêz bikin.

  1. Ew ê erişî çapemeniya Kurdan bike. Di hilbijartinan de yên herî aktîf dixebitin wê binçav bike. Û wisa kir.
  2. Ew ê êrişî parêzer û hiqûqnasan bike, da ku êvara hilbijartinê kes li sindoqan xwedî dernekeve, Û wisa kir. Parêzerên ji bo êvara 14’ê Gulanê birêxistindibûn hatin binçavkirin.
  3. Ew ê kesên di kampaniyaya ‘Yeşîl Sol Partî’ de hatine erkdarkirin werin binçavkirin, Û wisa kir.
  4. Ew ê di pêvajoya kampaniya xwe de bi tenê êrişî kurdan û tevgera azadiyê bike. Bi van êrişên xwe wê peyam bide dewleta kûr. Wê bibêje ev biryara dewleta me ji bo qirkirina kurdan sed sal berê dabû destpêkirin, herî baş ez bi rê ve dibim, destûr nede ku ez têk herim.
  5. We carcarna êrişî Rojavayê Kurdistanê bike û bi vê yekê peyamek bide civaka nijadperest û ji wan alîkarî bixwaze, an jî bibêje hûn jî zextan bidin dewleta kûr da ku min biparêz e.
  6. Di nav tifaqa ked û azadiyê de fitne û fesadiyê bike. Tempoya hilbijartinê bixîne. Hin bernamzetan an jî kesên ji tifaqa demokrasiyê dûr ketine sor bike.
  7. Dîsa planek wan yê veşartî bi HUDA-PAR e heye. Lê em nizanin berî hilbijartina ew ê suprîzek çawa bikin.
  8. Roja hilbijartinê ew ê esker, polîs û hêzên xwe yên din an li dora avhiyên deng tên dayîn bi cîh bikin. Ji bo çavtirsandina hilbijêran wê provoksyonan pêk bînin.
  9. Şeva hilbijjartinê piştî ku torbê dengan hatin ‘ Îlçe Seçîm Kurulu’ ango Saziya hilbijartinê de wê fînala êrişa xwe pêk bîne. Li derdora vê avahiyê vê saziyê wê esker-polîs bi cîh bike. Wê destûr nede ku yên erkdar in û mafê wan a teqîpkirina jimartina denga heye bikevin avahiyê. Ev sazî di hemû hilbijartinan de deverek herî stratejîk e. Hemû deng li ber çavên nûnerên partiyan ku giraniya wan jî parêzerin pêk tê, tê jimartin û qeydkirin. Ji vê saziyên encam derbasî YSK dibin. Sedemek êrîşkirina parêzer û hiqûqnasan jî ev e. Dixwazin ew şev ji van kesên ku li dengê Partiya Çep a Kesk xwedî derdikebin li wê derê tunebin.

Di van kiryarên xwe de ya herî balkêş wê vanan bi tenê li Kurdistan pêk bîne. Ji bo ku li deverên din wê nikaribe van kiryarên xwe pêk bîne. Hêzek tifaqa Mîllî heye ku li sindoq û dengê xwe xwedî derkeve. Ji bo vê yekê jî wê giranî bide hilbijartinên Kurdistan. Li Kurdistan bi dû dek û dolaba bikeve.

Li hember van kiryarên Erdogan em ji neha de dibînin ku tu yek gavek jî paşve nehatiye avêtin. Piştî van êriş û binçavkirinan, valahiya kesên hatine girtin di demekî kurt de tê dagirtin. Hin kesên nû tên û tevlî xebatên hilbijartinan dibin.

Êdî li Kurdistan peyva ‘tirs’ê wateya xwe wenda kiriye. Di van erîşên dawî de li qadan, li hember êrişên polîsan, em sekna gel dibînin.

Van tiştên ku min nivisî rêvebir û kesên kampaniya birêvedibin jî dizanin. Em bawer in ku hemû tedbîrên xwe girtine.

Ew hewl bidin ku van kiryarên min li jor rêz kirine pêkbînin, lê wê her tişt di gewriya wan de bimîne, Û êdî veger nîne.

ShareTweetPin

Herî Dawî

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn
NÛÇE

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn

16/07/2026
Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin
NÛÇE

Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin

16/07/2026
RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ
HAJMARA PDF

RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ

15/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

15/07/2026
Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze
CIVAK Û JIYAN

Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze

15/07/2026
Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin
CîHAN

Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin

15/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.