Rojnameya Ronahî

Rola sînemayê li ser avakirina nasnameyeke hevpar û nîşandana kêşeyên civakî: wek nimûne fîlmê bîrewerên li ser kevir

Eyûb Firat

Pirosesa ku li Ewrûpayê bi Ronesans û Reformê dest pê kir, paşê jî bi Rewşengeriyê berdewamî da xwe û bandora li qada siyasî jî kir. Li Ewrûpayê bi bandora van bizavan hê di sedsala 17em de bandora monarşiyan lawaz bû û hêdî hêdî netewe-dewlet li şûna wan bi cih bûn. Pirosesa avakirina netewe-dewletan, serê pêşîn li Îngilistanê dest pê kir û piştre li Frensa û Germenistan û Îtalyayê belav bû; dawiyê jî li seranserê Ewrûpaya Rojava.

Bingeha serekî ji bo avakirina netewe-dewletan “neteweyeke hevşêwe” ye. Ev neteweya hevşêwe, di destpêka serhildana netewe-dewletan de, li tu devereke cîhanê tune bû; ji ber vê yekê kesên ku ji bo etnîsîteyekê bi avakirina netewe-dewletan rabûn, dest bi hevşêwekirina neteweyên dîtir kirin di nav etnîsîteya armanckirî de. Ji bo berbelavkirina etnîsîteya armanckirî li ser axa ku lê desthilatdar in, berê xwe dan avakirina hevpariyên wek dîrok, ziman, hest, nasname û hwd. Ev piroses, kêm-zêde li ba wan miletan eynî bû ku dixwestin netewe-dewletekê di nav sînorên desthilatdariya xwe de ava bikin.

Komkirina xwîneran –takên neteweyekê- li dor çîrokekê yan li dor bûyerekê bi rêya romanê mimkun bû. Bi sedan xwîner li dor nîqaşa li ser sifreya şîvê di heman keliyê de kom dibûn dema ku heman roman dixwendin; ev yek jî bes bû ji bo ku mirov bibêje romanê cemaeteke xeyalî aniye pê li dor nîqaşekê ku di romanekê de heye (Anderson, 2014: 42). Bi heman awayî dema ku kesek nûçeyekî ji rojnameyekê dixwîne, bêyî ku haya wî jê hebe, hevhestiyek çêdibe di navbera wî û wan kesên din de ku heman nûçeyî ji heman rojnameyê dixwînin.

Piştî ku sînema bû amrazeke girîng ji amrazên ragihandina giştî (mass media), sînemayê ev rola roman û rojnameyê bi awayekî karîgertir girte ser xwe; ji ber ku temaşekirina fîlmekî asantir û leztir bû ji xwendina romanekê yan rojnameyekê. Di gel vî aliyê sînemayê, sînema bû qadek ji bo nîşandana kêşeyên civakî jî.

Bi mebesta derxistina rola sînemayê li ser avakirina texeyuleke hevpar ji bo bîneran, fîlmê Bîrewerên li ser Kevirî hatiye guftûgokirin ka çi hêmanên hevpar ên nasnameya kurdî di vî filmî de derketine pêş; her wiha hatiye guftûgokirin ka vî fîlmî çawa amaje daye kêşeyên sînemaya kurdî.

 

Neteweperwerî û Netewe wek Cemaeteke Xeyalkirî

Piştî Şoreşa Frensî, hêdî hêdî netewe-dewlet ava dibin. Berî netewe-dewletan padişahan her tişt li dor navendeke bilind rêxistin dikir û meşrûiyeta wan ne ji gel dihat, bile’ks ji pîrozatiyê dihat (Heman berhem, r. 33). Bes piştî  sedsala 17em ev meşrûiyeta pîroz(asimanî) hêdî hêdî hate xwarê; vê yekê piştî Şoreşa Frensî hişt ku meşrûiyeta monarşiyan bi awayekî karîgertir bê nîqaşkirin. Lewma jî dema ku karîgeriya meşrûiyeta asimanî ya padişahan lawaz bû û hate nîqaşkirin ji aliyê gel ve, Anderson dibêje ku “padişah ketin pey peydakirina palpiştiyeke ‘neteweyî’ ji bo meşrûiyeta xwe” (r. 36).

Piştî ku meşrûiyeta “meşrûiyeta asimanî” têk çû û gel wek çavkaniya meşrûiyetê hate qebûlkirin, êdî dengê neteweperweriyê her ku diçû gur dibû û bi demê re wisa lê hat ku bibe bîrdoziyek.

Ji bo ku ev bîrdozî serkeftî be, pêwîst bû ku takekesên civaka neteweyî xwe wisa hest bikin ku wekhev in li gel takekesên din ên civaka neteweyî bêyî ku wan nas bikin. Ji bo pêkanîna vê hestê jî pêwîst bû ku netewesazî(nation-building) li ser navê çandeke hevpar çîrokan dahêne û ciyawaziyên etnîkî homojenîze bike û bîrdoziya vê cemaeta xeyalkirî jî bi hemwelatiyan bide qebûlkirin (Ji Judanis veguhastin Aydos, 2009: 27). Vê pirosesê jî hişt ku hesta “welatparêziya îroyîn” li nik takekesên civakê dirust bibe; ji ber ku destpêkê ev hest li nik gelan tune bû yan jî gelek hindik bû. Bi demê re û bi rêya “ziman, bajarîbûn, perwerde, leşkeriya neçarî û ragihandina giştî hesta welatparêziya hate dirustkirin” (Heman berhem, heman rûpel).

Di vê çarçoveyê de li ser hilhatina neteweyan Anderson dibêje ku “bi ruhekî entropolojîk ez ji bo neteweyê vê pênaseyê pêşniyar dikim: Netewe, komeke siyasî ye ku hatiye xeyalkirin; di heman demê de cemaeteke xeyalkirî ya wisa ye ku serwerî û sînordarî pê hatiye bexşandin” (2014: 20). Anderson li ser şirovekirina vê xeyalkirinê dibêje ku “xeyalkirî ye ji ber ku endamên neteweyeke herî biçûk jî endamên din ên neteweyê dê nas nekin û der heqê wan de dê tiştekî nebihîzin; lê belê dîsan jî di zihnê her endamekî de dê ev xeyal [netewebûn] hebe” (r. 20).

Ji bo ku ev “xeyalê netewebûn”ê li nik her endamekî civakê bê dirustkirin, pêwîstî bi hin amrazan heye. Bi derketina metbae, roman, rojnameyê û berbelavbûna xwendewariyê ev “xeyalê hevpar”, ku netewe ye, li seranserê “sînorên” welêt li nav gel belav bû.

Sînema wek amrazek ji ragihandina giştî, roja îro di demeke kurt de dikare “hemû” bînerên xwe bixe etmosfereke wisa ku bîner hest bikin ku hevpar in li gel “bîner”ên din ên civakê.

 

Hêmanên Texeyuleke Hevpar di Bîrewerên li ser Kevirî de

Sînemaya kurdî, ji ber bêstatûbûna kurdan, derfet peyda nekirine ji bo ku etmosfer(bazar)eke xwe ya navxweyî bîne pê. Encamên ku ji vê bêstatûbûnê derhatine, bo nimûne bêwelatî û sînor û mirin, reng vedane di berhemên sînemaya kurdî de. Nîşandana van mijaran –bêwelatî, sînor, mirin- wisa kiriye ku li nik bînerên kurd li dor van “hevpar”iyan hesteke hevpar dirust bibe. Ji ber tunebûna perwerde û medyayeke sertaserî ya kurdî, pirosesa netewesazî(xeyalî)yê li nik kurdan cudatir –heta zehmetir- bûye bi berawird li gel miletên din.

Fîlmê Bîrewerên li ser Kevir wekî gelek fîlmên kurdî bi nîşandana bêwelatî, sînor û mirin û zilmê, bîner li dor texeyuleke hevpar li hev civandine. Her çend desthilatdariyeke kurdî bi polîs û leşker û perwerdeya xwe xuya bibe jî di fîlm de, bi gotina “her çar parçeyên Kurdistanê” bîner wisa hest dike ku ew “bêwelatî” hêşta bi temamî berteref nebûye. Destewajeya “her çar parçeyên Kurdistan”ê gelek caran di fîlm de derbas dibe. Bo nimûne ekterê fîlm Alan di sehneyeke fîlm de dibêje ku “her çar parçeyên Kurdistanê dê lê temaşe ke” û di sehneyeke din de dema ku nûçebêjê TVyê behsa ekîba fîlm dike, dibêje ku “stafên vî fîlmî ji her çar parçeyên Kurdistanê ne”.

Têkildarî bêwelatiyê, ji ber ku kurd xudan statûyekê nebûne û hêzeke wan a wisa tune bûye ku xwe ji komkujiyên netewe-dewletên serdest biparêzin, gelek komkujî –heta jînosayd- hatine serê gelê kurd. Enfal yek ji wan jînosaydan e ku dewleta Iraqê aniye serê gelê kurd. Endamên Neteweyê ne tenê di rojên xweş û geş de dibin hevparên endamên din ên Neteweyê; her wiha dibin hevparên rojên reş ên endamên din ên Neteweyê. Van komkujiyan bi awayekî hiştiye ku li nik kurdan hesteke hevpar derkeve meydanê.

Çîroka fîlm ew e ku derhênerekî kurd piştî rûxana rejîma Sedam, dixwaze fîlmekî çêke ku mijara wî Enfal e. Hevhestbûna takekesên kurd li ser jînosayda Enfalê di fîlm de jî xuya dibe dema ku Hisên, Alan û Hejar diçin bo mala mamê Sinûr ji bo ku destûrê jê wergirin da ku Sinûr di fîlmê wan de bilîze. Mamê Sinûrê razî nabe, li ser vê yekê Hisên dibêje ku mijara fîlmê wan Enfal e; bi vê yekê dixwaze ku ji vê êşa hevpar destûrê wergire bo Sinûrê. Enfal di gelek sehneyên fîlm de derbas dibe dema ku stafên fîlm dixwazin alîkariyê bo fîlmê xwe wergirin. Mijara Enfalê ango mirinê rê li ber wê yekê vedike ku “hemû” endamên civaka kurd karker, walî, leşker, polîs, mamoste, hunermend, derhêner bêyî ku statûya wan a civakî bê nîqaşkirin di mijara Enfalê de dibine “hevhest”.

Fîlm dema ku dest pê dike leşkerên be’sî bi hinceta ku fîlmekî qedexe tê nîşandan, bi ser sînemaya bavê Hisên de digrin; heman sehne di “fîlmê qedexe” de jî heye. Ev her du sehne “weke ‘îro û duh’ bi hev re hatine hûnandin” (Zêdo, 2006: 182-186). Di fîlmê qedexe de ango fîlmê Rê yê Yilmaz Guney de, leşkerên tirk bi ser mala gundiyên kurd de digrin û çend mêrên kurd destên xwe li paş qemçika xwe girê didin û ji mala xwe derdikevin. Ev rewş dikare wek hêmanek ji wan hêmanan bê xwendin ku dibin alîkar di çêkirina texeyuleke giştî û hevpar a kurdî de.

Mijara sinûr (sînor), mijareke din e ku takekesên kurd tê de hevpar in. Ji ber parçebûna nîştimanê kurdan, her kurd bivê-nevê rûbirûyî vê diyardeyê bûye. Dema ku Hisên û Hejar diçin bo Îranê ji bo ku lîstikvana dewra sereke û wesayilên teknîk bînin rastî “sinûr” tên. Sînor dibe sebeb ku “derhêner û hunermend û karker û gundiyekî kurd” di yek tiştî de hevpar bin.

 

Rengvedana Kêşeyên Sînemaya Kurdî di Bîrewerên li ser Kevirî de

Ji bo ku bîner bikarin fîlmekî bibînin, divê ew fîlm yan li holên sînemayan bêne nîşandan yan jî li ser kanalên TVyê. Ev her du xal, holên sînemayê û kanalên TVyê, ji bo sînemaya kurdî hîna li gorî pêwîst nehatine pê. Fîlmên kurdî hem dema ku tên çêkirin rastî astengiyan tên û hem jî piştî ku hatin çêkirin di qonaxa nîşandan û belavkirinê de rastî astengiyan tên. Encama vê yekê ew e ku bîner nikare bigihîje wan fîlman; ji ber vê yekê jî gelek caran, bêyî ku fîlm ji aliyê hunerî ve lawaz be, çêkerên fîlman bi fîlmê xwe dixisirin.

Bîrewerên li ser Kevir kêşeyên rasteqîn ên sînemaya kurdî bi awayekî nîşan didin ku bîner pê dikenîne. Yek ji girîngtirîn kêşeyên sînemaya kurdî, tunebûna lîstikvanên kurd e ku bikarin bi kurdî biaxivin; nexasim jî tunebûna lîstikvanên jin e. Ev yek di fîlm de jî derbas dibe dema ku stafa fîlm dixwazin lîstikvaneke jin peyda bikin.

Di fîlm de jinên ku dixwazin bilîzin malbata wan li ber wan dibe asteng ji ber “heya û namûs”ê. Mam û pismamê Sinûrê gelek caran bi gotina peyvên wek heya û namûsê dixwazin ku Sinûr di fîlm de nelîze.

Hebûna holên sînemayê bo fîlman gelek girîng e; ji ber ku di van holan de bîner dikarin fîlman bibînin. Dema ku Hîwa li Alan dide, ekîba fîlm careke din dikevin nav bêhêvîtiyê; di vê kêliyê de bavê Alan dibêje ku “ê baş e hûn vî fîlmî çêkin hûn dê lî kîrê nîşan bidin? Li vî bajêrî tenê êk sînema heye, ew jî dê xudanê wê xerab ket û bikete met’am”. Dema ku Hisên û Alan diçin ba xwediyê hola sînemayê, bersiva xwediyê hola sînemayê ev e: Sînema li Kurdistanê kar nake. Lewma jî dixwaze vê holê bigre û li şûna wê meta’meke tirkî veke.

Wek Encam

Sînema yek ji girîngtirîn amrazan e ji amrazên ragihandina giştî. Bi saya sînemayê endamên civakekê çi qas ji hev dûr bijîn û qet hev nas nekin û tiştek nebihîstibin jî der heqê hev de, dema ku fîlmekî temaşe dikin li dor etmosfereke hevpar kom dibin ku fîlm dirust kiriye. Sînemaya kurdî her çend bandora wê ne zêde be jî li ser civaka kurd kariye li dor mijarên hevpar –bêwelatî, sînor, mirin- kom bibe û bi rêya van mijaran hevpariyê ber pa bike di nav takekesên neteweya kurd de. Fîlmê Bîrewerên li ser Kevir jî bi hilgirtina van mijaran etmosferek çêkiriye ku bînerên fîlm di bin wê etmosferê de xwe wekhev bibînin li gel bînerên din.

Çavkanî

Anderson, B. (2014). Hayali Cemaatler Milliyetçiliğin Kökenleri ve Yayılması. İskender Savaşır (Çev.). İstanbul: Metis Yayınları

Aydos, S. (2009). Türkiye’nin Tanıtım Filmlerinde Ulusal Kimlik Anlatısı. (Teza doktorayê ya çapnekirî). Zanîngeha Enqereyê, Enqere.

Zêdo, Ç. (2016). “Ji Kevirên Sînemaya Kurdî: Bîranînên li ser Kevirî”. Kovara Zarema, hej. 8,  sal: 2016, r. 182-186.