Sunday, June 8, 2025
  • العربية
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Sosyalîzm û Kapîtalîzm -3-

20/07/2018
in QUNCIK NIVÎS, Ramanê Rêbertiyê
A A
Neteweya Demokratîk -5-
Share on FacebookShare on Twitter

Mirov dikare bibêje, di salên dawî yên temenê xwe de (1880-1883) li vê kêmanî û şaşiyê hayil bûye, hem li girîngiya diyardeya dewletê ya joravahî ye, hem jî li girîngiya civaka kominî ya berê hayil bûye. Eleqeya wî ji bo civaka Rojhilat zêde bûye. Di fikra xwe de hin alî sererast kirine. Lê belê xeta Rohnîbûnê di tevahiya dîroka sosyalîzma pêkhatî de serwerî Marksîzmê bûye. Şaşiya bingehîn a wê demê ev e: Bawer kirine ku ji civaka kapîtalîst bibihurin ango bi temamî di ser kapîtalîzmê re derbas bibin wê karibin civaka nû yan jî kominîzmê pêk bînin û heta di asta zanistî de ev yek weke ‘sosyalîzma zanistî’ bi nav û nirx kirine.
Di vê nêzîkatiyê bi xwe de jî du şaşiyên bingehîn hene: Ya pêşî, ne di zanistên fizîkî de, ne jî di zanistên biyolojîk de zanist xwedî hukmê vebirrî û ji sedî sed nîne (têkiliya vê yekê bi baweriya zêde ya bi zanistên demê re heye), ev rastiya ku paşê hatiye fêhm kirin nehatiye dîtin ango fêhm nekirine ku mirov nikare bi formulasyonên zanistî yên vebirrî rahêje xwezaya civakî û binirxîne. Xwezaya civakî bi xwe çand e. Bandora zêhniyetê ya di derekê de bi cih nabe her tim li ser heye. Lewma nabe ku mirov pîvanên xwezaya civakî bi yên fizîkî yan jî qanûnên biyolojîk ên Darwînîst re wekhev bibîne û di bingehê şaşiya wan de ev nêzîkatiya zanistî heye. Şaşiya duyemîn, dîrok bi felsefeyê re têkildar e. Nikarîbûne bibînin ku civak bi xwe diyardeyeke dîrokî ye, lê bi awayekî cuda divê weke xwezayeke duyemîn bê nirxandin. Jixwe nexwestine bibînin ku nihaya civakî bi giranî dîroka civakî ye. Fikra rohnîbûnê destûrê nade vê yekê. Ji vê û pêve jî nirxandinên kapîtalîzmê dimînin yên ku lîberalîzmê nava wan vala kiriye û bi fikreke çor a dinyayê hatine kirin. Kapîtalîzm weke civaka serdest, yekane û li gorî dema xwe ya herî pêşketî hatiye hesibandin. Kapîtalîzm ji şêweyekî mêtinkariyê wêdetir bi civaka nû re wekhev hatiye dîtin. Pêkhatina dinya-civakê bi mîlyonan belkî jî bi mîlyaran salî kişandiye. Lê belê rêbazeke îstîsmarê ya weke Kapîtalîzmê ya ku bi rêbazên herî zêde dermirovahî û lewra jî derdinyayî civaka mirovan dişelîne weke rastiya civakê ya bi ser ketiye hatiye hesibandin! Di paradîgmaya Marksîst de qelsiya bingehîn di vir de ye. Ango faktora bingehîn a bû sedema jihevdeketina sosyalîzma pêkhatî jî ev bû. Tevgereke sererastkirinê ya xwe bisipêre Marksîzmê yan jî sosyalîzma pêkhatî divê bi vê heqîqetê rabe.
Sosyalîzm di asta têgînê de xwe weke civakparêzî eşkere bike rastir e. Ya şaş têgîna ‘civaka kapîtalîst’ e, û bi bihurîna ji civakê xwegihandina kominîzmê ye. Beriya her tiştî mirov heta çarçoveya civaka kapîtalîst (divê mirov modelên weke koledar, feodal û hwd. jî li vê zêde bike) baş destnîşan neke, divê têgîna civaka kapîtalîst weke heqîqeteke giştî ya civakî nenirxîne û ji vî şêweyî bigere. Ya herî rast ew e, divê mirov kapîtalîzmê weke nexweşiyeke civakî ya kujer, weke mezinbûna girêkeke civakî ya cureyê kansêrê binirxîne. Civakên ji wan re koledar û feodal tê gotin jî di nav de, tevahiya civakên beriya kapîtalîzmê şêweyên mêtinkariyê yên weke kapîtalîzmê bêexlaqiya herî mezin hesibandine û ew neçar kirine ku xwe di quncikên tarî de veşêre û bi awayekî marjînalbûyî bimîne.

Abdulah Ocalan

Post Views: 106
ShareTweetPin

Herî Dawî

Kurd aştiyê dixwazin
QUNCIK NIVÎS

Rêveberiya Xweser pirrengiyê diparêze

08/06/2025
Cejna Qurbanê ya gelên Misliman pîroz be
NÛÇE

Cejna Qurbanê ya gelên Misliman pîroz be

05/06/2025
Hin wêne ji bazara pêncşemê a bajarê Dêrikê
ÇAVIKA RONAHÎ

Hin wêne ji bazara pêncşemê a bajarê Dêrikê

05/06/2025
Serhed Eren: Divê makezagoneke nû ji bo Tirkiyê saz bibe
ROJEV

Serhed Eren: Divê makezagoneke nû ji bo Tirkiyê saz bibe

05/06/2025
‘Pêwîstiya koçberan bi pêdiviyên girîng heye’
CIVAK Û JIYAN

‘Pêwîstiya koçberan bi pêdiviyên girîng heye’

05/06/2025
Belgeyên Biryarên ku Abdullah Ocalan pêşkêşî 12emîn Kongreya PKK’ê kirin
ROJEV

Belgeyên Biryarên ku Abdullah Ocalan pêşkêşî 12emîn Kongreya PKK’ê kirin

05/06/2025
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.