Rojnameya Ronahî

WÊJEYA BERXWEDÊR

Elî Roj

Gelek şoreşên cîhanê bi wêjeya berxwedêr vegotin û rastiya şoreşê gihandine cîhanê û heyanî roja îro jî mirov bi riya wêjeya berxwedêr dîrok, çand û hebûna wan nasdike û jê gelek ezmûnan werdigre

Ji ber ku di şoreşê de wêje û çand cihekî xwe yê teybet û giring heye û şoreş bi wêje û çanda xwe şoreş e. Şoreşa wêjeyê şoreşa gelan temamdike û wê tacîdar dike. Mîna şoreşa çandî, civakî û zanistê, wêjeya berxwedêr jî tevan temamdike û girêdana wan bi hevre dide avakirin. Vegotina şoreşê bi riya wêje, çanda berxwedêr dighêje hemû cîhanê û bandora wê bê sînor e. Wêjeya berxwedêr li ser gel xwedî bendoreke derûnî û fikrî ya gelekî mezin e. Wêjeya berxwedêr rastiya şoreşê hîn baştir ravedike û destkeftiyên şoreşê dike malê dîrokê. Bi riya wêjeya berxwedêr çanda û dîroka gelan her tim zindî dimîne û ji nifşekî derbasî nifşekî din dibe. Li gorî vê yekê dema ku em wêjeya berxwedêr li bakur û rojhilatê sûriyê bigrin dest, em dikarin bibêjin ku şoreşa bakur û rojhilatê sûriyê gelek şoreş di hundirê xwe de pêkanîne. Ji wan jî şoreşa wêje û çandê ye. Wêjeya berxwedêr jî heyanî astekî xwestiye bibe deng, reng, hebûn û vîna gel. Herweha di vî warî de kar û xebateke giranbuha tê meşandin, lê wêjeya berxwedêr nekariye bibe vedenga şoreşê û bi şoreşê re gav bi gav bimeşe û bibe şopdar şoreşê û dengê gel.

Ji bona vê yekê di serî de erkê wêjeya berxwedêr ew e, ku bibe hebûn, nasname, vîn û qîrîna gelê azadîxwaz. Herweha wêjeya berxwedêr pêwîste ku rastiya şoreşê bighîne cîhanê tevahî. Herweha pêwîste ku wêjevanê berxwedêr vekolîna dîrokê bike û şoreşê li ser piyan bihêle û li hemberî hemû êrîşan bisekne û bibe parizvanê gel, welat û dîrokê.

Wêjeya berxwedêr ji bona xwe tu astengiyan nasnake, bi rengekî rêk û bêk, bi vîneke azad her tim kar û xebateke bê navber dide meşandin û bi rastiya şoreşê re dijî û gev bi gav mezin dibe. Li bakur û rojhilatê sûriyê wêjeya berxwedêr li gorî şoreşê û destkeftiyên wê gelek kêm dimîne. Ji ber ku ew carcaran seresere dimîne û carnan ji dîrokê qut û ji rastiyên şoreşê dûr dimîne û erkên ku dikeve ser milê wê heyanî îro bi cih neaniye. Dema ku em behsa şoreşê dikin, em behsa bedelên giran buha dikin, bi hezaran şehîd û gazî, koçberî girtin, işkence, wêran û talana li ser vê axê kêlî bi kêlî tê meşandin dikin. Herweha em li milekî din rastiya gelekî berxwedêr ku ji bona azadiyê xwe fedadike dikin. Li beramberî van rastiyan pêwîste ku wêjevan jî pênûsa xwe mîna çekekî û bi wêrekî û bê tirs û xof ji bona bilindkirina asta berxwedanê û serkeftin û parastina şoreşê bikarbîne.

Wêjeya berxwedêr şoreşê bi hest, reman û dengvedana xwe kêlî bi kêlî mîna wênexêzekî wê bi giyan, hest, xweşikbûn û reman dike. Mîna sazbendekî bi mûzîka xwe mirovan sermestdike, mîna hunermendekî bi awazên xwe pêlên deryayan dîn û har dike. Herweha di heman demê de amedeye ku ji bona welat û gel canê xwe fedabike û bibe şehîdê rastiyê, parêzvan û tekoşerê azadiyê.