Friday, July 17, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

ERDOGAN LI RIYA HILBIJARTINAN DIGERE!

12/04/2023
in QUNCIK NIVÎS
A A
BI ERDHEJÊ RE KILÎTA TÊKILIYAN KET DESTÊ RÊJÎMA ESED
Share on FacebookShare on Twitter

DILYAR CIZÎRÎ

Dewleta Tirk a dagirker di 17’ê nîsana 2022’an bi hemû cûreyên çekên pêşketî yên NATO û bi hevkariya çekdarên PDK’ê êrîşî herêmên Metîna, Zap û Avaşînê kir. Di êrişên hîn jî dewam dikin de bi hezaran car çekên kîmyawî û cûreyên din ên qedexikirî bikar anîn. Lê di encama berxwedana bê hempa ya gêrîlayên azadiyê de hemû êrîş hatin têkbirin û artêşa Tirk neçar ma hêzên xwe ji gelek herêman vekşîne.

Balkêş bû ku di dema êrîşê de Erdogan û artêşa wî îda dikirin wê di demeke kurt de herêmên ku êrîşê wan kirine dagir bikin û qadên gêrîla dorpêç bikin. Erdoxan wiha bawer dikir wê di qadên gêrîla de tevgera azadiyê tasfiye bike û bi vê serkeftinê biçe hilbijartinê. Gêrîla bi berxwedana xwe ew plan têk bir. Hemwextî êrîşan tecrîda girankirî ya li dijî Rêber APO dewam dike. Ev zêdeyî 2 sal in bi tu awayî agahî ji Imralî nayê girtin.

Êrîşên wan ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî dewam dikin û ya herî dijwar jî şeva 20’ê mijdara 2022’an bû. Di ecamê de bi balafirên şer binesaziya herêmê bi dijwarî hate bombebarankirin. Rojnamevan jî di nav de gelek welatiyên sivîl şehîd û birîndar bûn. Lê ji ber amedekariya QSD’ê Erdogan di vir de jî riya hilbijartinan venekir.

Ev rewş heta erdheja 6’ê sibatê dewam kir. Bi erhejê re çavên her kesî guhertî ser rewşa mirovî û bobelata bi serê gelê Bakurê Kurdistan, Tirkiyê û Sûriyê hatiye. Her kesî hêvî dikir, dewleta Tirk êrîşên xwe rawestîne. Lê hîn bi hezaran insan di binê kavilan de bûn, êrîşên dewleta Tirk li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê û li Başûrê Kurdistanê dewam dikin. Her çendî êrîş dijwar bûn jî destkeftiya lê digeriyan bi dest nexistin.

Niha û bi nêzîkbûna dema hilbijartinên li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê ku tê payîn di 14’ê gulanê de werine lidarxistin, gera dewleta Tirk a li wê destkeftiyê bi rê û rêbazên cûda dewam dike. Ji ber wê yekê vir de wir de xwe davêje Rûsiya da wan û hikûmeta Şamê lihev bîne û wiha zemîna êrîşkirinek berfireh li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê beriya hilbijartinan bi dest bixe.

Li aliyê din jî êrîşa li balafirgeha Silêmaniyê ya Başûrê Kurdistanê di çarçoveya hewldanên wan a destxistina serkeftina behsa mijarê ye. wiha hêvî dikirin ewê karibin di kesayeta rayedarên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de destkeftiyên xwe yên ji bo hilbijartinan bi dest bixin.

Berûvajî bi êrîşa li dijî silêmaniyê hestê gelê kurd ê yekîtiya Netewî hîn bi hêztir kir. Ev jî di mesa girseyî ya li Silêmaniyê li dijî êrîşa dewleta Tirk lidarxistî de baş hate dîtin. Niha jî rayedarên dewleta Tirk dixwazin êrîşa niha û êrîşên berê yên li dijî Silêmaniyê rewa nîşan bidin. JI ber wê jî Çavuşoglu îda kir  PKK û PYD li Silêmaniyê her derê kontrol dikin. Ev jî careke din têkçûyîn û iflasa wan nîşan dide.

Ji ber wê jî nêrîna min wê têkçiwînên wan heta piştî 14’ê gulanê jî dewam bike.

ShareTweetPin

Herî Dawî

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn
NÛÇE

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn

16/07/2026
Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin
NÛÇE

Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin

16/07/2026
RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ
HAJMARA PDF

RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ

15/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

15/07/2026
Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze
CIVAK Û JIYAN

Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze

15/07/2026
Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin
CîHAN

Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin

15/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.