Rojnameya Ronahî

Bihara hilbest û nivîsa kurdî ’Konê Reş’

Birûc Resûl/Qamişlo

Nivîskar û helbestvanê Kurd Konê Reş bi nivîs û helbestên xwe yên kurdî yên curbecur bû bihara nivîs û helbesta kurdî, tevî hemû zehmetiyan jî, wî ji peyv û hovokên şêrîn hestên xwe bi civakê parve dikir û bû pêşengê nivîskar û helbestvanên Kurd.

 

Konê Reş di sala 1953an de li gundê doda yê girêdayî bajarê Qamişlo hatiye ser rûyê dinyê. Navê wî yê rast Selman Osman Abdo ye. Ji malbateke Kurdperwer, zimanhez û rewşenbîr e. Xwendina xwe ya seretayî û anavîn li Qamişlo xwendiye û ya amadehî jî li bajarê Hesekê qedandiye. Piştî wê hewl daye ku xwendina xwe li Almanya bi dawî bîne, lê ji ber reşa madî, nikarîbû xwendina xwe li Almaniyayê bi dawî bike û careke din vedigere bajarê Qamişlo.

Konê Reş ji mêj ve bi dûv ziman, folklor û toreya gelê xwe de ye. Di gelek kovar, rojaname û belavokên Kurdistanî de beşdariya wî heye. Ew ji nivîskarên pêşeng yên bajarê Qamişlo ye. Piştî Osman Sebrî, Cegerxwîn, Qedrî Can, Tîrêj, Keleş û Rezoyê Osê , Konê Reş e. Ew xwediyê kovara “Gurzek Gul” bû, ew ku bi dizî di navbera salên 1989 û 1992an de, li Qamişlo dihat belav kirin.

Di sala 2003an de Konê Reş beşdarî di sedsaliya Cegerxwîn de kiriye li Amedê.  Di sala 2006’an de jî, bûye yek ji helbestvanên cîhanî (Poetas del Mundo) û jêre rûpelek hatiye vekirin di nav her 8 helbetvanên Kurdistanê de.

 

Hezkirina Konê Reş bi zimanê kurdî

Nivîskar û helbestvanê Kurd Konê Reş derbarê xebat û jiyanan xwe de ji me re axivî û wiha got: “Ji zaroktiya min ve, hezkirin û girêdana min ya bi zimanê dayikê re pir xurt bû. Min bi Erebî dinivîsand, lê piştî ku min Cegerxwîn nas kir, ku hezkirineke mezin ji zimanê min ê dayikê re çê bû,  û min biryar da ku bi zimanê kurdî binivîsim. Ceger Xwîn û stranên Şivan Perwer roleke mezin di hezkirina min ya ji zimanê Kurdî re lîst.”

 

Hin berhemên Konê Reş yên çapbûyî

Dîroka Rojanamegeriya Kurdî li Sûriyê û Libnanê: 1932 – 2012, lêkolînek berfireh e, Duhok 2013.

Bajarê Cizîra Botan û Hunera Mîr Bedirxan, Stanbol, 2013.

Ji Stêrên Welatê Qedexe, lêkolînek berfireh e li dor 30 navdarên Kurd, Duhok, 2013.

Di warê helbestên mezinan de: – Welato!, Helbest, Beyrût, 1998.- Dergehê Jîn û Evînê, Helbest, Beyrûrt, 2001.- Cûdî Çiyayê Miradan, Helbest, wergerandina Hejar Îbrahîm, Şam, 2004.- Dara Çinarê, Helbest, wergerandina Îmad Elhesen, Şam 2006.

Şîhîna Şevbuhêrkên Dîl: Helbest, Ji weşanên Yekîtiya Nivîskarên Kurd tayê Duhokê, êlûna 2010.

Di warê helbestên Zarokan de:– Sîpan û Jîn, Beyrût, 1993. – Şagirtê Bedir-Xan im, helbestên zarokan: Beyrût, 1996.

Helbestên zarokan: Amed 2013.

 

Konê Reş derbarê pirtûkên wê yên ku herî zêde ji wan hez dike wiha got: “Ji pirtokên min yên ku ez herî zêde jê hez dikim, Dîroka Qamişlo ye, ew ji 376 rûpelî pêk tê û  ez pê serbilind im.”

 

 Çima navê Konê Reş bi kar anî

 

Ewrê Reş Konê Reş, ev nav bal kişandiye, adeta helbestvan û nivîskaran e, ku sernavan li xwe bikin, lê navê Konê Reş di nav navên xerîb de, Konê Reş wiha dibêje : “Li gundê ku ez lê dijiyam, cîranekî me yê kal hebû û navê wî Ehmed bû, ew di nav xelkê de bi kesayetiyeke xurt, bi comerdî, ji neteweya xwe hezker dihat nasîn û tenê bi kurdî diaxivî, bapîrê min jê re digot Konê Reş, herwiha min dişbhandinê, ji min re got ku tu mîna Konê Reş î û navê min wiha ma.

 

 Nifşê pêşeroj bi rê ve dibe

 

Konê Reş wiha dest nîşan kir ku gelek nivîskarên Kurd çêbûn, ku ji bo belavkirina çanda kurdî, û temamkirina meşa nivîskar Ceger Xwîn, Osman Sebrî û nivîskarên din, ciwanên ku riya wan dişopînin ketine bin bandora van nivîskaran.

Konê Reş wiha  got: “Zimanê kurdî di rojên me de qedexe bû, lê me bendê tirsê şikand û nasnameya wê li ser rûpelên dîrokê nivîsand, ji bo ku bi nifşan binivîsin, bixwînin û çap bikin. Tevî ku dem derbas bûye, ew hesta ku ez di dema nivîsandinê de hîs dikim, neguheriye lê ji nû ve tê çêkirin.”

 

Konê Reş axaftina xwe wiha qedand: “Ji sala 2012’an ve, di dîroka Kurdistanê de yekem car dibistanên Kurdî dest pê kirine, lewra bername bi zimanê Kurdî ye, di demekê de ku dîtina pirtûkeke bi zimanê Kurdî ji bo me xewnek bû, herwiha îro zarok û nifş bi zimanê xwe yê resen fêr dibin, ku yek ji van nifşên pîroze Bitûl Resûl e, ku bi temenekî biçûk karîbû pirtûkên bi zimanê kurdî binvîse. Ez bi helbestvanên kurd yên nifşên nû pir ser bilind im.”