Rojnameya Ronahî

19’ê Tîrmehê bû bihar û adar

Gotina Rêber Ocelan a ji bo Şoreşa Rojava di destpêkê de ji bo hemû kurdistaniyan wiha bû. “ destekê ji bo Şoreşa Rojava bikin, kes nikare Şoreşa Li Rojava înkar bike. Helwesta herî bi rûmet jî cih girtina li rex wê ye.”
Ev gotina Rêber Ocelan bi riya Hevseroka HDP’ê ya niha Perwîn Bûldan ku 2013’an di şandeya serdana Îmralî ya ji bo çareseriyê cih digirt de hat ziman.
Tevgera Azadiyê û mayîna Rêber Ocelan li nava Gelê Rojava bingeha 19’ê Tîrmehê avakiribû..
Bûhara Ereban dihate bi navkirin, lê bûhara gelan bû û ji bo hêzên desthiladar jî bû payîz.
19’ê Tîrmehê rojekî nû di rûpela şoreşên cîhanê de mirov weke mînak dikare bibîne û bi navbike.. Ji roja destpêkê û heta niha ku ket sala xwe ya 7. li ser bingeh û xeta ku jêre hatiye xêzkirin dimeşe û didome.
Sal bi sal em bala xwe didin rojavayê kurdistanê û herêmên ku pêla Şoreşa Rojava xwe gîhand wir çawa guherîne, Herêm hatine rizgarkirin û li wir mohra şoreşê bi rengê nû derketiye hole.
Em vegerin roja ku çiroska vê bûharê li rojavayê kurdistanê di bajarê kobanê de pêket. Wekî kesek ji yên şahîdiya vê rojê, roja destpêkê ya çiroska şoreşa 19 Tîrmehê li kobanê dikarim wan kêliyan wiha bînim ziman.
Wê rojê di kolanên bajarê Kobanê de liv û tevgereke pir zêde hebû, ew tevger û kêfxweşiya li ser rûyê xelkê herêmê tenê di Cejna Newrozê de min didît.
Lê ew roj ne 21’ê Adarê, û demsala bûharê bû, ew havîn bû û 19’ê Tîrmehê bû.
Liv û tevgera ciwanan zêde bû , kesên temen mezin li pêşderiyên malên xwe li benda mizgîniyê bûn, zarokan nizanîbûn çi heye, lê dîsa jî pir kêfxweşbûn û li nava kolanan silogan bangdikirin. Gelek kesên xwe dûr didan û ditirsiyan jî hebûn, Ditirsiyan û şîretên xwe jî dikirin.
Lê ciwanên ku êdî tehemûliya wan nemabû û xwedî armanc bûn, li dora hemû saziyên dewletê yên li bajarê kobanê kombûbûn û endamên Rêjîmê xistibûn dorpêçê.
Tevî ku gelê kobanê gelek îşkence û teide ji endamên Rêjîmê dîtibûn û li ser destê wan gelek caran hatibûn girtin, dîsa jî bi sebir ji wan dixwastin xwe radest bikin û rê li ber pevçûnan bigrin.
Vê yekê jî bingeha xwe ji însaniyet û hestên mirovî yên di dilê van ciwanan de ku ji behra felsefeya rêber Ocelan digrin dihat. Îşkenc û zilm ji destê van sazî û navendên îstixbaratê dîtibûn lê nedixwastin bibin wek wan û wekî wan nêz bibin.
Bi vî awayî tevger bi encam bû û endamên hêzên Rêjîmê yek bi yek hatin girtin, Hemû dever hatin bi dest xistin, alên rêjîmê hatin daxistin û alên Kesk, Sor û Zer li ser avahiyan hatin bilindkirin.
Reng û rûyê bajar guherî, dayîk û bav yên bi hesret li benda van rojan bûn, mizgînî girtin. Zarokên wan li hemû deveran ala rengîn bilindkirin. Li ser avahiya Sereke ku cihê payebilindê Rêjîmê bû û bi navê ‘Serayê” dihate naskirin ala rengîn ku dîmenên wê kêliyê heta niha di hişê min de aliqî maye hate daliqandin.
Çawa Newroz û şeva Newrozê tê pîroz kirin, Wê rojê jî bi daliqandina alan, mizgîniya ku Kawa yê Hesinkar bi pêxistina agir îlankirina dawiya dehaq da, ji bo hemû rojavayê kurdistanê jî îşareta serketinê hat dayîn.
Bûhar û Şoreşa li Rojava beriya 6 salan wiha dest pê kir û heta niha bi gavên mezin didome.

Mihemed SEYDÎ