Friday, July 17, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Amara û Dibistana Şoreşê

02/04/2023
in QUNCIK NIVÎS
A A
Eniya Parastina Kurdistanê…
Share on FacebookShare on Twitter

Farûk Sakik

Di 4’ê Nîsanê de Kurd ji bo rojbûna Rêber Apo pîroz bikin, berê xwe didin Amara. Çima û ji ber kîjan sedeman kurd berê xwe didin Amara?

Heger pirtûka nivîskar û şoreşgerê Kurdistan M. Saît Uçlu ya ‘Vejîna li Welatê Rojê Amara’ werin xwendin wê bersiv were dîtin. Em pêşniyar dikin ku derfetên we hebin wê pirtûkê bixwînin. Dema we pirtûk xwendin hûnê di bin navê Amara da Kurdistanê nas bikin. Rêber Apo  nas bikin.

Rêber Apo jî di salên zarokatiyê de li ser wê axê li ser wê dîrokê,  li ser wê çandê, li ser jiyana wê civakê dest bi lêgerîna azadiyê dike. Û dibîne.

 

Rêber Apo di parazmameya xwe de, kesayeta xwe wiha tîne ziman;

 

..Min zanîngeha ‘ilmê siyasî’ ku dihat naskirin û kevn bû, heta sinifa dawî, bi serkeftineke mezin xwendibû. Encam ew bû, qabîliyeta hînbûnê derbeke xedar a mirinê xwaribû…

Paşê min ‘dibistana şoreşê’ hilbijart ku ew jî mîna kevirê aşekî bêrehim bû û jiyan dihêra…

 

 

Her tiştî ji vê derê û bi vê biryara ‘dibistana şoreşê’ dest pê kir. Di destpêkê de di vê dibistanê de ew bi xwe perwerde bû.

Doza Kurdistan li vê dibistanê analîz kir. Di vê dibistanê de bû xwedî ezmûneke mezin.  Piştî demek bû xwediyê vê dibistanê. Hin ciwanên pê bawerî anîn li dora fikr û ramanên wî kom bûn.  Şagirtên vê ‘dibistana şoreşê’ roj bi roj zêde  bûn.

 

Rojo hat ev şagirtên wî li Kurdistan belavbûn û ramanên vî mamosteyî belav kirin. Encam girtin. Li Kurdistan hişyariyek çêbû û gel jî berê xwe dan vê dibistanê. Piştî demek serhildanan destpêkir. Pêvajoya têkoşîna azadiya Kurdistan dest pê kir. Sal û dem derbas bûn kurdan ew wek rêberê xwe bi nav kirin. Edî ew serok, rêber ê pêşeng bû.

 

Lê ji vê navendê ji bo şoreşa cîhanê, ji bo çareseriya pirsgirêkên mirovahiyê, ji bo aştî û azadiyê û ji bo paradigmaya Konfedereralizma Demokratîk jî amadekarî dihat kirin.

 

Ev amadekarî jî gihîştin encamek. Li Rojavayê Kurdistan sistema rêveberiya xweser ku li ser bingeha vê paradigmayê hatî sazkirin avabû. Ev statuya xweseriya Demokratîk, li Rojhilata Navîn bû emsal.

 

Êdî li her deverî Mamosteyê vê dibistana şoreşê dihat axaftin. Ji bo gelan bûbû hêviyek û ji bo desthilatdaran jî bûbû tirs û xofek. Ditirsiyan wê li her deverî belav bibe û desthilatdariya wan ya zordest ji dest wan here.

 

Çi kirin? Komployek navnetewî dane destpêkirin. Piştî Rêber Apo dîl hat girtin û radestî Tirkiyê kirin jî nesekinîn. Dozaja tecrîd û hiqûqsiziya li ser wî roj bi roj zêdekirin. Ew li hundir bû, lê li derve paradigmaya wî di çareseriya gelek pirsgirêkan de rehbertî dikir.

 

Piştî ku Rêber Apo dîl hat girtin, Kurdan rojbûna wî wek rojbûna gelek qebûl kirin. Ew axa li ser hatibû dinê pîroz dîtin. Ew avahiya lê hat dinyayê wek ziyaretgehek pejirandin û her sal di 4’ê Nîsanê de di rojbûna wî de, ber bi Amara meşek lidarxistin. Ji çar aliyên Kurdistan û metrepolên Tirkiyê mirov ber bi amara birê ketin.

 

Fikr û ramanên wî, paradigmaya wî li cîhanê belav bû. Li gelek deverên cîhanê yên pirtûkên wî xwendin, kesên ku ew naskirin ji bo azadiya wî ketin nav hewldanan.

 

 

 

 

ShareTweetPin

Herî Dawî

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn
NÛÇE

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn

16/07/2026
Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin
NÛÇE

Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin

16/07/2026
RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ
HAJMARA PDF

RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ

15/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

15/07/2026
Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze
CIVAK Û JIYAN

Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze

15/07/2026
Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin
CîHAN

Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin

15/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.