Rojnameya Ronahî

Xwarin û şerbetên meha Remezanê

Qamişlo/Brûc Resûl

Li bajarê Qamişlo, welatî di meha Remezanê de berê xwe didin xwarin û şerbetên ku bi taybet di meha remezanê de tên çêkirin. Çêker û firoşkarên xwarin û şerbetên remezanê jî diyar kirin ku ev xwarin û şerbet ji bo meha remezanê bûne kevneşopî û ji ber ku bûhayên wan kêmin, zêde tên xwestin.

Remezan ji bo civaka Islamî meheke girînge û xwedî wateye, ji ber ku di vê mehê de misilman rojiyê digirin. Li bakur û rojhilatê Sûriyê di meha remezanê de hin xwarin û şerbet remezanî hene, ango tenê di vê mehê tên çêkirin. Wekî marok (Nanê şêrîn), şerbeta ava sûsê( Ereqsûs) û şerbeta xurmeyên hindê( Temirhindî). Ev xwarin û şerbetên remezanî jî bûne wekî kevneşopiyan li herêmê û hersal di meha remezanê de tên çêkirin. Herwiha ji aliyê gel ve ji bo xwarinê tên kirîn.

Derbarê xwarin û şerbetên Meha Remezanê yên bi taybet, herwiha awayên çêkirina wan firoşkarê Marûkan Qasim Sebrî û firoşkarê şerbeta Temirhidî Mihemed Emîn ji me re axivîn.

 Merûk nanê herî girînge ji bo Remzanê

Qasim Sebrî diyar kir ku marok di meha remezanê de ji bo welatiyên bajarê Qamişlo pir girînge û wiha got: “Xwarina ku di remezanê de bûye wekî kevnerşopiyekê, marûke. Di heyva remezanê de welatî bi awayekî balkêş marokan dikirin. Çi ji sifreya remezanê kêm be dibe, lê bê marûk nabe. Bihayê marûkan kêm û li gorî cûreyên şêraniyên din, erzan e û her kes dikare peyda bike. Herwiha xwedî sûde û enrjiyê dide laşê mirov.”

Sebrî da zanîn ku ew li kêleka marûkan tevahiya cûreyên şêraniyê çê dikin û wiha pê da çû: “Em seat 7’ê sibehê dest bi çêkirina hemû cureyên şêranînanê dikin, bi taybetî Merûk, ji ber ku Merûk nanê herî girînge ji bo Remzanê û pir tê xwestin. Gelek malbat hene nikarin cûreyên şêraniyan bi dest bixin , ji ber ku bihayê wan zêde ye, lê marok her kes  Gelek kes ji bo kirîna wê diçin firinê û li gorî hijmare malbatê dibin, li gorî şîrîniyên din erzan e.”

Awayê çêkirina marûkan

Sebrî di derbarê çêkirina marûkan de wiha got: “Em Marûkê ji hevîr çêdikin herwiha li gorî pêwîstiyê ku tê xwestin şekir tevlî dikin, vanêliya û hevîrtiriş lê zêde dikin, piştî ku hevîr amade dibe, em dest bi çêkirina nanê şêranî û derbasî firinê dikin. Nêzî 20 xulikan dixin firina ku asta germahiya wê 250 C e,  da ku bipêje, herwiha piştî ku amade dibe em şerbetê di rûyê marokan de didin û ji bo firotinê datînin ser maseyê.”

Qasim Sebrî balkişand ser bihayê marûkan û axaftina xwe wiha qedand: “Marûk li gorî îûraniyên din erzane, maroka mezin bi 7 hezaran tê firotin, ya navîn bi 5 hezar lîreye û ya bi çûk jî bi 3’ê hezar lîreye.”

’Nifş bi nifş bû mîras’

Firoşkarê bi navê Mihemed Emîn di derbaerê amadekirina vexwarinên remezanê yên kevneşopî de yên wekî Temir Hindî, Ereq Sûs, Celab wiha got: “Ez sala 1991’ê de li bajarê Helebê ji dayik bûme, di sala 2013’an de li bajarê Qamişlo bi cih bûm. Li ser vê bingihê, min û bavê xwe, ji bav û kalên xwe me karê çêkirina şerbetên remezanê girtiye. Min di 15’e saliya xwe de alîkariya bavê xwe di çêkirina şerbeta Temir Hindî,Ereq Sûs û Celab de dikir. Herwiha  min li şûna bavê xwe bûm xwediyê bar, ji ber ku ev kar di nav malbata me de nifş bi nifş bû mîras.”

Emîn diyar kir ku şerbetên Remezanê ji bo mirovan bûne wekî kevneşopiyekê û wiha domand: “Di meha Remezanê de em van şerbetan li ser basta difroşin, herwiha ji ber ku di vê mehê de temer Hindî,Ereq Sûs,Celab bûne wekî kevneşopiyekê, ji aliyê piraniya welatiyan ve zêde tên xwestin.”

Emîn derbarê awayê amadekirina şerbetên remezanê de wiha got: “Em ji bajarê Reqayê a herêma Firatê , Ereq Sûs,Temir Hindî û Celab tînin. Ji bo çêkirina Ereq Sûsê, ew hurkirî û ameda ji mere tê, paşê tê zuhakirin, bi karbonat û avê tê çêkirin. Herwiha em Temir Hindî xav ji bazaran dikirin û bi şev dixin di nava ava kelandî de, heta ku were helandin û bi avê re bive têkel, roja din tê kelandin û li gorî pêwîstiyê şekir lê tê zêdekirin û ji bo vexwarinê amade dibe. Şerbeta Celab  jî, em  ji madeya  lîmonê, şekir û avê amade dikin.