Rojnameya Ronahî

Mêhtinger porên wan jî kurr dikin!

Ji bo xelkên xwecihî yên Emerîkî porê dirêj ji nîşaneyên çanda wan a qedîm bû û jin û mêran porê xwe dirêj dikir. Lê mêhtingerên parzemînê ji porê wan ê dirêj pirr aciz bûn. Wan baş dizanîbû ew nasnameya wan e. Ji ber wê jî wan porê wan kurr dikir.

Dema mêhtinger xwe li herêm yan jî welatekî bi cih dikin ji bo xelkên li wê herêmê bi bişaftinê ji holê rakin, rêbazên cûr bi cûr bi kar tînin. Tişta ku wan mijûl dike, ew pê aciz dibin. Guhartina tenê çand û zimanêkî walatekî têrê wan nake, ew dixwazin xelkên li wir bi awayekî fizîkî jî biguherînin. Yanî bi xezebeke har tevdigerin û hin nîşaneyên ku îşaret bi rêûresmên wan xelkan dikin jî ji holê radikin. Mirov nimûneya vê yekê li Emerîkayê, di helwêsta li hemberî xelkên xwecihî de baştir dibîne. Ewrûpiyên ku Emerîka kirin mîhtingeh, dema xwestin xwecihên bakurê Emerîkayê ji holê rakin, rêbazên pirr hişk bi kar anîn û bi çavsorî êrişî wan kirin. Gelek ji wan kuştin û yên nikaribûn bikujin jî, xwestin bi riya bişaftinê biguherînin da ku rabihuriya xwe ji bîr bikin.

Ji bo xelkên xwecihî nexasim jî “porê dirêj” gelek girîng bû. Porê dirêj yek ji nîşaneyên çanda wan ya qedîm bû û jin û mêran gişan, porên xwe dirêj dikirin. Lê nijadperestên li Emerîkayê ji porê dirêj ê xelkên xwecihî pirr aciz bûn. Wan baş dizanîbû ku ew porê dirêj nasnameya çermsoran e. Ji ber vê yekê jî nedixwestin çermsoran bi porê dirêj bibînin. Ji lewma jî demeke dirêj nehiştin ku çermsor porên xwe dirêj bikin. Wexta ku zarok hinekî mezin dibûn, porê wan dihat kurr kirin. A rast wan kurr nedikir, wisa kiribûn ku malbat bi xwe bitirsin û nedihiştin porê zarokên wan dirêj bibe. Pirtûka bi navê “My Powerful Hair” (Porê min ê bi hêz) ya nivîskar Carole Lindstrom hewl dide vê rastiyê bi îllûstrasyonan nîşan bide. Ew her wiha bi van xêzan çanda niştecih a xelkên xwecih ên bakurê Emerîkayê jî tîne bîra xelkê û behsa zilma li ser wan dike.

Carole Lindstrom jî ji van xelkên xwecih e. Li eyaleta Nebreska ya ser bi Emerîka hatiye dinyayê. Dema ew keçikeke piçûk bûye, xwestiye porê xwe dirêj bike. Lê dema vê yekê dixwaze dêya wê tim li hemberî wê derdikeve û beriya ku porê wê dirêj bibe, kurr dike. Ew jî mecbûr maye potikan bi porê xwe ve girê bide û bi vî awayî xwe xapandiye! Li gorî Carole Lindstrom tîne ziman, ti carî wê fêhm nekiriye bê ka çima diya wê destûr nedaye ew porê xwe dirêj bike. Wexta ku porê wê hinekî dirêj bibûya diya wê jê re digot; “Divê em porê te kurr bikin, tu dişibî hovan!” Ew gotina diya xwe ya di zarokatiyê de bi vî awayî bi bîr tîne û dide zanîn ku ev gotin qet ji bîra wê neçûye. Jixwe, ev gotin meraqa wê zêdetir dike û hîna di zarokatiyê de dike ew pirsan di serê xwe de bibe û bîne.

Birînên li dibistanên bişaftinê

Carole Lindstrom, her çiqas xwestibe ji diya xwe bipirse jî, diya wê ti carî bersivek nedaye wê û ev pirsên wê bê bersiv hiştine. Lê Carole Lindstrom çawa bi vê yekê dihise? Li mala wan, li ser dîwarê ku televizyon lê ye, fotografek heye. Di fotograf de dapîr û du xaltîkên wê hene.

Lindstrom wiha behsa fotograf dike; “Li ser wan formayên spî hebûn û porê wan hatibû kurr kirin. Di fotograf de xerîbiyek hebû lê ez tênedigihîştim. Min hîs dikir ku tiştek kêm e.” Ji ber vê meraqa xwe jî derbarê fotograf de ji diya xwe pirsan dike. Diya wê wiha lê vedigerîne; “Ha…xaltîkên te wê demê diçûn dibistana leylî, ya ji bo xwecihên bakurê Emerîkî hatibûn qeydikirin û li wir dixwendin.” Ji xeynî vab gotinan, diya wê tiştekî din nabêje jê re.

Di salên 1945’an de li Dibistanên Leylî yên ji bo Xwecihên Emerîkî de li zarokên xelkên xwecihî gelek zorî dihat kirin û dewletê dixwest wan li wir asîmîle bike. Zimanê wan qedexe bû û bi ser de jî porê wan dihat kurr kirin! Jineke ku wan salan li van dibistanan xwendiye dibêje, “Ji bo ez karibim li wir bijîm, min her roj li ber xwe da. Di dilê min û serê min de birînên ku hîna jî derman nebûne, nekewiyane, çêbûn.”

Porê me çavkaniya bîranînên me ye

Nivîskar Lindstrom ku ji xelkê eşîra Anishinaabe/Métis e, li herêma “Turtle Mountain Reservation” dijî. Ev herêmeke taybet a xwecihên Emerîkî ye û li Dakotaya Bakur e. Li vê herêmê xelkên xwecihî dikarin xwe biparêzin û perwerde bibin. Gelek zarokên xwecihan li vir bi zimanê xwe perwerde dibin û çanda xwecihên Emerîkî bi vî awayî nayê jibîrkirin. Cherona Jerome û kurê xwe jî li vê herêmê dijîn. Cherona Jerome di heman demê de mamoste ye û pirtûka Lindstrom bi wan dide xwendin. Kurê wê Talon Jerome pirtûka “My Powerful Hair” wiha pênase dike, “Porê me hêza me xelkên xwecihî nîşan dide, her wiha ew çavkaniya bibîranînên me ye jî.”

Porkurrkirin îşaret bi şînê dike

Cherona Jerome jî ji bo pirtûkê got; “Serpêhatiyeke pirr balkêş e, ev serpêhatiyên di pirtûkê de elaqedarî serpêhatiyên me yên rastî ne. Di salên 1945’an de diya min û xaltîkên min jî weke yên Lindstrom çûbûn dibistanên leylî. Wan li wir pirr zehmetî dît, diya min bi zorê ji wir filitî. Tê bîra min li mala me fotografên wan hebûn. Di wan fotografan de porê wan hatibû kurrkirin.” Di pirtûkê de keçikeke ciwan heye, dema bapîrê wê Nimishoomis dimire, porê xwe kurr dike û dibêje, “Ji bo hêz û enerjiya min li gel wî bimîne min bi vî awayî xatir ji kalikê xwe xwest.”

Jerome dide zanîn ku serpêhatiya keçikê, serpêhatiyên wê jî anîne bîra wê û got; “Dema dapîra min wefat kir min jî heman tişt kiribû. Min porê xwe kurr kir…porê min li gel wê kete gorê. Ev tişt di çanda me de heye û îşaret bi şînê dike.”

Ji bo ji çanda xwe şerm nekin
Lindstrom weke nivîskareke ji xelkên xwecihî yên bakurê Emerîkayê, hewl dide bi pirtûkan behsa çanda xelkên xwecihî ya êdî jibîrkirî bike. Ew dide zanîn ku dapîr û bapîrên wan ji tirsa mêhtinger û nijadperestan newêrîbûne bi rehetî behsa çanda xwecihan bikin û ji ber tirsê jî tim ji çanda xwe şerm kirine! Lê Lindstrom nivîskareke nifşê nû ye. Ji bo ku xelkên xwecihî fêrî çanda xwe bibin û jê şerm nekin, pirtûkan dinivisîne. Her çiqas destpêkê weşanxaneyan xwe nêzî pirtûkên wê nekiribin û ew çap nekiribin jî, wê dev ji hewldana xwe bernedaye û di dawiyê de bi awayekî pirtûkên xwe dane çapkirin. Heta, wê bi van pirtûkên xwe gelek xelat jî wergirtine.

Lindstrom herî dawî dibêje; “Ez dixwazim, dema kesekî ji xelkên xwecihî rahişt vê pirtûkê xwe baş hîs bike û têbigihîje ku çandeke wan a qedîm heye. Di wexta min de kesî tiştekî wiha nekir ji bo min. Porê min jî hatibû kurrkirin, heta hin caran boyaxa zer jî li porê min didan. Yanî dema ez ciwan bûm ez ne ez bûm! Min nizanîbû serpêhatiya xelkê min çi ye û ew niha di çi halî de ne.”

Yenî Ozgur Politîka