Friday, July 17, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

CEJNA NEWROZÊ Û OLDARÊN SEXTEKAR

26/03/2023
in QUNCIK NIVÎS
A A
Islam aştiyê dikuje yan Misilman dikujin?
Share on FacebookShare on Twitter

Hafiz Ahmet Turhalli

Cejna NEWROZê bi hezarî salane tê pîroz kirin. Ev Cejn ji Rojhelata navîn heta Qafqasan tê pîrozkirin.

Bi taybet ji ber ku ev cejn bingeha xwe ji azadî û serkftina gelê Kurd digre,  gelê Kurd vê cejnê bi coş pîroz dike.  Lewra gelê Kurd wateya Newrozê ya rasteqîne dizane û liv û tevgera wê jî, li gor wê rastiyê pêk tîne. Ev çend salên dawî bi taybet dewleta Tirk û hevkarên wê; Dixwazin bi navê Ola Îslamê cejna Newrozê, wek cejnekî dijî Ola Îslamê bidin nasandin.

Ev rewşa û nîqaşên hanê,  ne ji bo rastiya Îslamê ne, berovajî wê, bi rengekî gemar û sosret bikar anîna Îslamê ye. Lewra xwedî derketina nirxan ji bo milletan, millet bûyinê bi xwer peyda dike. Ev rewş bi taybet ji bo dewleta Tirk metirsîdar e. Sedsale Qanun û yasa derxistin, jin û zarokên kurd kuştin, rexmî wê jî , nikaribûn pêşî li milletbûn ê xwebuna Kurdan bigrin. Bi van nîqaş û fetwayên derewîn, dixwazin, serê gelê me di Cejnên wê yên netewîde şîlo bikin. Tevlihevîyên bîrdozî, çandî, zimanî û dîrokî pêş bixin. Gelê Kurd zêdetirê xwe ji Ola îslamê bawer dike û wek bawermendên saf û paqij tev digere. Îslam ji bo desthelata xwe bikar neaniye û nizane bikar jî bîne. Ew kesên NEWROZA me heram dikin, li ser sofra dewleta Kemalîst nan dixwin, bi mûçeyê wan jiyana xwe didomînin. Cejnên van dewletan yên derewîn wek putperestan pêk tînin, ew jî tevlî van cejnên derewîn dibin, ku di rastiya xwede ev cejnên van desthelatan, cejnên zilm, talan û dagirkeriya millet û welatên dîtirin. Qur’an ji serî heta dawî dij derketina zilmê wek erka sereke ya bawermendên ola Îslamê pênase dike. Newroz dij derketian zaliman û azadiya bindestan e. Gelo kîjan Pêxemberî ji bo gelan bike bindest kar kiriye? Kijan pêxember welatê gelên dîtir dagir kiriye?

Gellekî mûfessîrên Qur’ana pîroz dibêjin Behsa NEWROZê di Qur’anê de hene.

Bi sond be, me Mûsa ji bo gelê xwe ji taritiyan ber bi ronahiyê derxîne û rojên Xwedê bi bîra wan bîne, me ew bi mucîzeyan şand. Di vênade ji bo kesên bi dijwarî berxwe didin û gellekî sipasiya Xwedê dikin îbret hene. (Îbrahîm 5(

Mûsa: Got bira dema hevdîtina me û civandina mirovan, roja cejnê serê şefeqê be. (Taha 59)

Despêkê de Îbnî Kesîr û gellkeî şîrovekarên Qur’an a pîroz, dibêjin ev roj rojên NEWROZê ne.

Numanê kurê Sabît ku bi navê xwe yê nasraw Ebu Henîfe û şagirdên wî dibêjin: Rojiya ferz ne têde, kê Roja NEWROZ ê rojiya Sunnet bigre Mekruhe.

Bapîrê Ebu Henîfe li derdora Besrayê parêzvanê sînore û Hz Elî buye mêvanê wî. Wê sibhê Millet çilên xweyê nuh li xwe kirine û hêkên neqiş kiri lihev belav dikin. Hz Elî dipirse ev çi roje? Ew jî behsa NEWROZÊ dike. Hz Elî dibêje ‚xwezî her roj NEWROZ biya‘.

Belê Olfroşên Tirkan û Nijadperestên Ereban dibêjin NEWROZ herame. Ev Îftîraye li Xwedê û Pêxemberê me ye.

Jivanan zalimtir kes nîne. Ev kesayetan bê tirs îftîra li Ola Îslamê dikin. Tirsa wana sereke, ewekû Kurd bigîhîjin mafên xwe. Tirs têrê nake winê têk biçin. Newroz Pîrozbe.

ShareTweetPin

Herî Dawî

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn
NÛÇE

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn

16/07/2026
Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin
NÛÇE

Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin

16/07/2026
RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ
HAJMARA PDF

RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ

15/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

15/07/2026
Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze
CIVAK Û JIYAN

Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze

15/07/2026
Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin
CîHAN

Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin

15/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.