Friday, July 17, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Ji Mezlûm heya Egîd dîroka lehengiyê

26/03/2023
in QUNCIK NIVÎS
A A
Eniya Parastina Kurdistanê…
Share on FacebookShare on Twitter

 

Farûk Sakik

Mahsûm Korkmaz-Egîd, pêşengê pengava 15‘ê Tebaxê bû. Bi wê çalakiya xwe bêdengiya 100 salî bi dawî kir. Piştî vê çalakiyê herkesî nav û dengê Egît bihîst. Li Kurdistan ev nav belav bû.

Egîd piştî çalakiya 15’ê Tebaxê, bi giranî li herêma Botan şer dikir. Di sala 1986an de piştî newrozê li herêma çiyayê Gabbar bû. Amedekariya hemleya biharê dikir.

Di 28’ê Adarê de li çiyayê Gabbarê şer derket û di vî şerî de şehîd bû.

Ev roja şehîd bûna wî ji bo kurdan roja herî bi êşbû. Kurdan çawa lehengiya 15’ê Tebaxê jibîr nekirin,  dixwestin vê roja reş veguhêrînin vateyek cûda. Di demek waha de li ser peyva ‘qehremaniyê’ biryar dan.

Ji çalakiya Mazlûm Dogan ya 21’ê Adarê û hetanê şahadeta Egîd ya 28’ê Adarê wek hefteya qehremnaiyê hat îlankirin.

Piştî Mazlûm Daqan, li zîndana Amedê gelek lehengên wek Kemal Pîr, Hayrî Dûrmuş, Alî Çîçek, Akîf Yimaz, Ferhat Kurtay, Mahmûd Zengîn, Eşref Anyik, Necmî Oner mora xwe li dîrokê dan. Nobeda qehremaniyê ji Mazlûm dewr girtibûn.

Û piştî şahadeta Egîd jî têkoşîna ji bo azadiya Kurdistan bê navber domkir. Cîwanên kurd ji bo li mîrasa Egid xwedî derkebin berê xwe dan çiyayên azad, bûn gerîlla, şervan û bûn Egîd.

Bi sal û demê re dijmin teknîka nû û teknolijiya xwe li hember gerîllayên Kurdistan bikaranî. Li her deverî ev teknika wan vala dihat derxistin. Dema ku bi vê teknîkê encam nedigirtin, serî li her cûre çekên qedexekirî kir. Lê dîsa jî encam nedigirt. Bi taybet di van salên dawîde êdî van çekên qedexekirî li berçavên mirovahiyê bêtirs bikardanî.

Gerîlla jî xwe li gor demê û teknîka dijmin birêxistin dikir. Gerîllayên serdemê, gerîllayên nûjen, bi cil û bergên xwe, bi çek û tenîka xwe û bi taktîkên xwe, şer derbasî merhaleyek nû dikirin.

Dema ku di sibata sala 2021‘an de li Garê êrişên dijmin destpêkirin  me ji têkçûna artêşa dagirker re şahidî kir. Erdoganê behsa mizginiyek kiribû lê bi cenazê çend dîlên şer yên di dest PKKê de bûn vegeriyan Enqerê.

Îro jî gerîllayên artêşa Egîd, li heremên parastinê yê Medya li dijî êrişên dijmin bi taktîkên Egîd bersiv didin û Kurdistanê diparêzin. Ne tenê li vê heremê li gelek deverên deskeftiyên kurdan bi taktîkên Egîd di parêzin.

Bi taktîkên şer yên Egîd heremên azad bidest dixin.

Di van 2 salên dawî de me şahidiya tiştek dinan kir. Di şerê tunêlan de şahidiya lehengiya gerîlla kir.

Di şerê Tunêlan de dema dijmin bisernediket, serî li çekên kîmyewî dida. Dîsa herkesî şahidî kir ku gerîlla bi çi awayî li dijî çekên kîmyevî şer dike.

Û Rojava…

Berxwedana Kobanê…

Li berxwedana li dijî DAÎŞê. Hemû cîhan şahidî kir ku şervan û gerîlayên artêşa fermandar Egîd çawa dawî li vê dijminê mirovahiyê  anîn. Dewletan nikaribû pêşî li vê kareseta mezin bigirin, lê şervanên YPG û YPJ li dawî li wan anîn.

Û dîsa şervanên Enternasyonal. Gelek cîwan ku lehengiya Egîd bihîstin, êdî wek berê ji bo Che Guevera derbasî Kuba nebûn, hatin li Kobanê tevlî şervanên parazvanê yên mirovahiyê bûn. Li kileka şervanan cîh girtin, şer kirin û hin ji wan şehîd bûn.

 

 

 

 

ShareTweetPin

Herî Dawî

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn
NÛÇE

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn

16/07/2026
Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin
NÛÇE

Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin

16/07/2026
RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ
HAJMARA PDF

RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ

15/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

15/07/2026
Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze
CIVAK Û JIYAN

Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze

15/07/2026
Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin
CîHAN

Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin

15/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.