Rojnameya Ronahî

Divê hesabê dagirkerî û wêrankariyê ji Erdogan bê xwestin

Zekî Bedran

Rûsya hewl dide Erdogan bi  Esad re bîne gel hev. Ji ber ku Erdogan ji hindir û derve de tengezar bûye. Ji ber ku hilbijartin nêz bûne, pêwîstiyê bi propogandaya em ê ji penaberên Sûriyê xilas bibin û bi Esad re lihev dikin dibîne. Nekarî rêveberiya Esad hilweşîne. Bi salan ji bo vê hewl da, tu xirabî nema ku nekir. Sûriye di nava xwînê de hêla û hilweşand. Sûriyên li Tirkiyê weke hêza kar a erzan bikar anîn. Heman demê de ji xwe re şervan çêkirin. Ji wê zêdetir jî penaber li hemberî Ewropayê weke kaxezek bazarê bikar anî. Edeta Ewropa dîl girt. Li ser pişta wan bi milyonan Euro qezenç kir.

Bi piştgiriya Rûsya û DYE’yê Efrîn û Serêkaniyê dagir kir. Kurd ji axa wan derxistin û paqijiya nîjadî pêk anî. Li gel gef û komkujiyên li ser Kurdan jî negihişt armanca xwe. Nekarî rêveberiya xweser ji holê rabike. Artêşa Netewî ya Sûriyê ku li dora xwe kom kir û weke alternatîfa rêveberiya Esad ava kir, di destê wî de ma. Cîhanê destê xwe ji DAIŞ, El- Nûsra û çeteyên din kişand. Tirkiye bû welatek ku çeteyan vediguhêze cîhanê.

5 sal di ser dagirkirina Efrînê re derbas bû. Tirkiye ne dagirkeriyê bi dawî dike ne jî di vê mijarê de ji nîqaşê re vekiriye. Bi dilê xwe nêzî herêmên ku dagir kiriye dibe. Weke ku welatê wî ye nêz dibe. Gelê Efrînê di çadiran de, bi zehmetî û hejariyê re têdikoşe. Rûsya ji vê yekê bêzar nabe. Ne tîne bîra xwe û ne dixwaze bîne bîra xwe.

Niha Erdogan hatiye wê rewşê ku xwe diavêje ber lingê Misrê. Demekê digot Sîsî kujer e, ez bi wî re li ser maseyekê rûnanim. Heman şêweyî nêzî Îsraîl, Suudî û Yekîtiya Emîrên Ereban dibû. Berxwedana Kurdan bayê wî ji ber girt. Niha xwe diavêje ber lingê hemûyan û dixwaze têkiliyên xwe sererast bike. Heman tişt ji Sûriyê re jî di rojevê de ye. Li gel tevahî lîstokên qirêj û xwînrij jî Esat li ser piyan ma. Niha jî Rûsyayê bikar tîne û hewl dide bi Esad re were gel hev. Ji Sûriyê dernakeve û derketinê nîqaş jî nake. Tu sûdê vê hevdîtinê ji Sûriyê re tune ye. Bi salane ji bo Qibrisê jî hevdîtin çêdibin, lê tu encam nayên girtin. Dixwazin heman lîstokê ji Sûriyê re jî çêbikin. Dê dagirkerî ji rêzê bibe û bi rêya hevdîtinan demê wê dirêj bikin. Di vê demê de jî dê Tirkiye li van herêman polîtîkayên ku dixwaze bimeşîne û li gorî xwe şêwe bidê.

Erdogan, plan nake ku hevdîtinên bi Esad re ji bo aştî û bidawîkirina dagirkeriyê bike. Berovajî dixwaze deriyek din ê xirabiyê ji Sûriyê re veke. Dibêje Esad were em bi hev re rêveberiyên xweser û Kurdan ji holê rakin. Yanî min pir xwest û plan kir lê çênebû. Dibêje eger em bibin yek em ê van ji holê rakin. Esasê daxwazkirina vê hevdîtinê ev e. Jixwe artêşa xwe jî ji dagirkerî û êrişan re amede kiriye. Bênavber Bakur û Rojhilatê Sûriyê bombebaran dike, hewldide bê istiqrar bike. Hewl dide gel bide koçberkirin û aboriya wê hilweşîne. Bênavber bi SÎHA’yan êriş dike.

Li şûna aştiya bi Esad re, rêyên nû yên êriş û felaketan çêdike. Erdheja di 6’ê Sibatê de Sûriye, Tirkiye û Kurdistan hejand. Gelek kesî jiyana xwe ji dest da. Ji sedhezaran kesî zêdetir man di bin kavilan de. Li şûna berpirsyariya xwe ya di karesatê de bibîne û dest ji kar berde, Erdogan hewl dide careke din bibe desthilat. Yek ji sedemên israrkirin û daxwaza hevdîtina bi Esad re jî hilbijartin e. Pûtîn, ji bo Erdogan bê hilbijartin hewl dide, sponseriyê ji van hevdîtinan re dike.

Erdogan, tevahî çavkaniyên Tirkiyê di şerê li dijî Kurdan de xilas kir. Dewlet çetewarî kir û ji hiqûqê şûşt. Dizî, gendelî, zext û teror bûye şêweyê rêveberiyê. Nikare salên dirêj bi şerek evqas wêranî, propogandaya reş û rastî ji gel veşartin bi rê ve here. Rizîn û jirêderketinek kûr tê jiyîn. Hatiye wê rewşê ku hilweşîna exlaq nayê veşartin.

Erdogan dest diavêje ku wê derê vediguherîne amûrek qirêj a desthilatê. Herî zêde baweriya gel a olî bikar anî. Lê xirabiyek mezin li ol jî kir. Diyanet veguherand hêzek mezin û amûrek bêqîmet a desthilatê. Cemaet û terîqetên olî di nava madiyetê de fetisand û hindirê wan vale kirin. Van derdoran jî bi çavbirçîbûnek mezin êrişî madiyetê kirin. Tevahî bûn şirket û holdîng. Erdogan ew kirin hevkarê zordarî û faşîzmê.

Heta ku Erdogan li ser desthilatê bimîne, aştî û demokrasî nabe para gel. Her ku biçe dê faşîzm kûr bibe û bi sazî bibe. Ev yek ne dê xêrê bide gelê Sûriyê ne jî gelê Tirkiyê. Ji ber vê jî divê gelên herêmê û alîgirên demokrasiyê bikevin nava hewldana xilasbûna ji Erdogan.

kitty core gangbang LetMeJerk tracer 3d porn jessica collins hot LetMeJerk katie cummings joi simply mindy walkthrough LetMeJerk german streets porn pornvideoshub LetMeJerk backroom casting couch lilly deutsche granny sau LetMeJerk latex lucy anal yudi pineda nackt LetMeJerk xshare con nicki minaj hentai LetMeJerk android 21 r34 hentaihaen LetMeJerk emily ratajkowski sex scene milapro1 LetMeJerk emy coligado nude isabella stuffer31 LetMeJerk widowmaker cosplay porn uncharted elena porn LetMeJerk sadkitcat nudes gay torrent ru LetMeJerk titless teen arlena afrodita LetMeJerk kether donohue nude sissy incest LetMeJerk jiggly girls league of legends leeanna vamp nude LetMeJerk fire emblem lucina nackt jessica nigri ass LetMeJerk sasha grey biqle