Rojnameya Ronahî

Zirarên lehiyan û çareseriyên demkî

Ji ber lehiyan zedetirî 100 hezar donim genim di bin avê de ma. Bi dehan pir û ebar hilweşiyan. Komîteya Rêveberiya Herêmî û Şaredariyan û Komîteya Çandiniyê hewl didin alîkariya cotkaran bikin.

Ji ber barîna zêde ya baranê, li piraniya herêmên Sûriyeyê lehî rabû. Nexasim bajarên li ser çemê Firatê, Reqa û Dêrazorê. Di encamê de xisarên mezin li binesaziya herêmê, pir û projeyên avdanê bû.

Li rojhilatê Reqayê jî, Pira El Şahir a li ser rêya Reqa-Dêrazorê hilweşiya. Her wiha gelek beşên Pira Reqa El Sumra a li ser Çemê Belîx li rojhilatê Reqayê hilweşiyan.

Li gorî çavdêr û serokên kooperatîfan ên Reqayê ji ber lehiyan û rabûna ava Çemê Belîx zêdetirî 100 hezar donim genim xisar dît, ji ber ku av di nava zeviyan de kom bû.

Cotkarê bi navê Ebdulllah Cercîs ê ji bajarokê Hezîme yê bakurê Reqayê, xwediyê 30 donim genim e. Çandiniya wî di nava ava lehiyan de maye. Der barê mijarê de got: “30 donim genim di bin ava lehiyan de maye.”

Carcîs destnîşan kir ku piraniya zeviyên li ser Çemê Belîx di bin avê de mane ku bi rêya geliyan ji sînorên Tirkiyeyê derbasî Sûriyeyê bûye.

Carcîs hêvî kir ku aliyên têkildar bilez çareseriyekê ji vê pirsgirêkê re bibînin û got: “Dikarên wesayîtên din peyda bikin. Gelek ebar, pir û rogarên çandiniyê xitimîne, divê werin vekirin. Wesayîtên heyî kêm in û têrê nakin ku xisar bên telafîkirin.”

Serokê Kooperatîfa Merce El Zîbat a Reqayê Mihemed Cuma jî got sedema kombûna avê di nava zeviyan de ew e ku bendên axî nehatin amadekirin nexasim li dora zeviyên li hewza Çemê Belîx.

Rewşa zeviyên Kooperatîfa Merce El Zîbat jî wekî ya Ebdullah Carcîs e. Ji 11 hezar doniman 7 hezar û 500 donim di bin avê de maye.

Çavdêrê projeyên Gerînendetiya Avdanê ya Komîteya Çandiniyê ya Reqayê Mistefa El Hebîtî destnîşan kir ku herikîna avê di geliyan re, rabûna domdar a avê, xisar li kanalên avdanê û ebaran kir û got: “Karê me niha, di çarçoveya xebatên demkî û bilez de ne ji bo ku xisarên cotkaran sivik bikin. Em hewl didin ava di nava zeviyan de kom bûye, ber bi Firatê ve biherikînin û hewl didin ebaran vekin.”

Di dawiyê de El Hebîtî got: “Wesayîtên heyî, ji bo sivikkirina ziraran dixebitin. Lê binpêkirina ebarên çandiniyê û beravên Çemê Belîxê ji aliyê cotkaran ve, bû sedema vê karesatê.”

ANHA