Rojnameya Ronahî

Li Seyîdsadiqê 500 dar hatin çandin

Navenda Nûçeyan

Bi boneya 35’an ya Salvegera wêrankirina Seyîdsadiq, li taxa Hesenî ya Seyîdsadiq kampanyayeke dar çandinê hate destpêkirin.

 

Bi boneya 35’an ya Salvegera wêrankirina rejima beesê ya navçeya Seyîdsadiq, li taxa Hesenî ya Seyîdsadiq kampanyayeke dar çandinê hate destpêkirin. Bi rêya kampanyayê re bang hat dayîn ku li her cihê wêranî lêhatî kirin, divê bi nûbûna bahêrê ve dîsa şînbe.

Qeymeqamê Seyîdsadiqê Reza Mihemed derbarê armanca kampanyayê de ji ajansa Rojnews re axivî û got; “Me pîlankiribû em kampanyayeke şînkirinê bidin destpêkirin û îro ev yek pêk hat. Me 500 şitlên daran çandin. Em dixwazin bi vê pêngavê jîngeha navçeyê heşîn bikin.”

Serokê Rêxistina Perepêdan û Çavkaniyên Avê ya Kurdistanê Ferîdûn Mensûr jî ku tevlî pêngavê bû, ji Rojnews re got; “Armanca vê pêngavê, zêdekirina rêjeya heşînahiyê ya li herêmê ye. Hêvîdar im ku her kes bi çandina darekê xwezaya Kurdistanê heşîn bike.”