Friday, July 17, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

DE BILA PÊ BIKEVE STRANA ŞERVANO

20/03/2023
in QUNCIK NIVÎS
A A
Daxwaza dagîrkirinê ya dewleta tirkî xelas nabe
Share on FacebookShare on Twitter

Zozan Cizîrî  

Şervano,

Keziya dayikê bi qurbano

Tu nehêlî tola me

Bi destê xwînmijano, şervano…

Wiha didome hestên Şoreşa Rojava ya bûyî mekanê bi hezaran şervan û fermandarên mêrxas û çeleng. Roj bi roj remzên nû li vê mêrxasî û çelengiyê zêde dibin di nav warê berxwedan û azadiyê de.

Û şeva 15’ê Adarê 9 keç û xortên herî zane, leheng, fedaiyên gel û welatê Rojê yên asoya welatê me hildan asîmanan, di bin fermandariya xortê zane û şareza Şervan Kobanê de. Di encama bûyereke jandar a helîkopterê de şehîd bûn, navên xwe li nav rêza Stêrkên Nemir ên Welatê Rojê de bi tîpên zêrîn nivîsîn di van rojên em pêşwazî li Cejna Newrozê, cejna serhildana azadiya gelê xwe dikin. Bangîna awaza Şervano, îro jî bersiva xwe dibîne bi vê lehengiya dîrokî.

Şervan û 8 rêhevalên xwe bi gotina rast dilsoz û cengawerên xeta azadiya Rêber APO bûn. Rûkeniya wan, hêz û zanebûna wan tev ji bo tolhildana êş û janên gelê Kurd û gelên Bakur-Rojhilatê Sûriyê bû. Ew hêvî û çirayek bûn ji bo xwînmij û zordaran ji ser axên me bavêjin, agirê Kawayê Hesinkar, di rêya misogerkirina azadiya gelan de geştir bikin. Em çiqas bipesinînin, hindik e lehengî û qehremaniya wan. Wê roja bûyera nexêr a helîkopterê li aliyekî jan da dilê her kesî, li aliyekî şanaziyek mezin xist dilê tevahî gelê Kurd, ruhê Yekîtiya Netewî xurt kir.

Piştî bûyera jandar a helîkopterê gelek sazî, siyasetmedar û rêxistinên Kurd, heta yên ne Kurd jî xemgîniya xwe di kesayeta Şervan Kobanê de ji bo vê bûyerê eşkere kirin. Bi taybetî daxuyaniya Serokê YNK’ê Bafil Telebanî ku resmê xwe yê li gel fermandar Şervan weşandî û tê de xemgîniya xwe ya ji ber bûyerê eşkere kiribû, wekî gelê Kurd kesek nema pê hestiyar nebû. Resmek watedar ku siyasetmedar û şervanên Kurd li kêleka hev, bi dostanî destê xwe danin ser milê hev, du rûyê herdûyan de beşişînek ji dil! Vê wêneyê careke din hesta yekîtiya netewî gur kir, dilê her Kurdekî/e azadîxwaz xweş kir.

Li hember vê kêfxweşiyê nêrînek wisa eşkere bû; em Kurd çiqas bi hesret in resmên hevgirtina hemû siyasetmedar û hêzên xwe yên parastinê yên her çar parçeyên Kurdistanê li kêleka hev, bi hev-dilî û hev-alî bibînin! Eşkere ye hemû civaka Kurd dilê xwe li ser yekîtiyê ye. Yekîtî û piştgirî hêvî û hesreta me ya sedsala ye; ji ber temînata serkeftina xeta azadiyê bi Yekîtiya Netewî ve girêdayî ye. Ji kîjan beşa Kurdistanê dibe bila bibe, îro nakokî di navbera yek mirovek Kurd de nîn e, kesek li dijî yekîtiyê nîn e. Berevajî, her kes bi hesret e êdî hemû sazî, partî, rêxistin û kesayetên siyasetmedar ên Kurd li gor vê hêvî û bendewariya civakê di yek rêzê de, li kêleka hev bisekinin, bes hinek bibin koremişkên navmala Kurdî.

Em rojên Newrozê dijîn ku aliyekî dilê me jan dide, aliyek jî kêfxweş dibe. Ev Newroz, Newroza şahiya Şervanan, Xebatan, Doganan, Harûnan, Hogiran, Koçeran, Fereşînan, Dîdaran, Rojengan e. Ev Newroz, rûmet û xelata Kawayê Hemdem Mazlûm Dogan û Zekiye Alkanan e. Newroza tilîliyên serhildan û yekîtiya gelê Kurd e. Newroza bilindkirina banga azadiya Rêber APO ye. Di vê wateyê de Newroz pîroz e, Newroz ronahî ye, Newroz Roja Serkeftina tevahî gelên azadîxwaz e.

ShareTweetPin

Herî Dawî

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn
NÛÇE

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn

16/07/2026
Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin
NÛÇE

Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin

16/07/2026
RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ
HAJMARA PDF

RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ

15/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

15/07/2026
Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze
CIVAK Û JIYAN

Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze

15/07/2026
Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin
CîHAN

Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin

15/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.