Friday, July 17, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Newroza Mazlûm Dogan

19/03/2023
in QUNCIK NIVÎS
A A
Eniya Parastina Kurdistanê…
Share on FacebookShare on Twitter

Farûk Sakik

 

Di bernameya min a di Stêrk Tv, Ewroj de nivîskar Fûat Kav mêvan bû. Mijar, Newroza Mazlûm Dogan bû. Fuat Kav, ew sal, ew roj, ew şev li wê zindanê bû. Bû şahidê çalakiya Mazûm Dogan ya fedaî.

Dewleta Tirk a dagirker ji damezirandina komarê ve dest bi dijminatiya kurdan kiribû. Di her serdemî de planeke wan a tunekirina Kurdan hebû.

Dema di sala 1978’an de PKK hat avakirin, ev konsepta wan a îmha û tunekirinê derbasî merheleyeke nû bû. Digotin; plana me ya salan ku êdî hêdî hêdî  ber bi encamgirtinê ve diçû, tevgerek nû derket li pêşiya vê plana me û dibe asteng. Li dijî vê tevgerê êrişan dest pê kir û gelek pêşengên PKK’ê li zindana Amedê dîlgirtin.

Piştî demekê, darbeyek leşkerî. Li Amedê avakirina zindanek bi navê 5 Nolu. Anîna qontra û mazoşîstên wek Esat Oktay Yildirim.  Ji bo tunekirina pêşengên PKK’ê ketin nav tevgerê.

Zindan di demeke kurt de veguherî dojehê. Li dijî vê hovîtiya ku di dîrokê de emsalê wê tune bû, hemû rêyên berxwedanê hatibûn ceribandin. Bi tenê rêyek mabû ew jî bi mirina xwe jiyaneke nû afirandin bû. Ev nîqaş dihatin kirin.

Fûat Kav got; Hovîtî derketibû asta herî jor. Ji bo dawî anîna vê yekê em li rê û rêbazeke berxwedanê digeriyan. Li ser peyva fedaî dihat axaftin. Mazlûm ku firsend didît ji me re digot, heger di demê wiha de fadaî tunebin êdî di tu demî de wê bandora xwe tune be.

Di demeke wiha de rojek Newrozê li zindana Amedê di hucreya 35’an de, sibehê kesê ku xwarin belav dikir, di hucreya Mazlûm Dogan de  3 darikên niftikê dît. Lê Mazlûm nedixwiya. Piştî demeke li pişt perdeya hucrê rastî çalakiya wî ya fedaî hatin.

Fûat Kav di nirxandina xwe de digot, tukesî ji me texmîn nekir. Dojehek wisa bû, Newroz nedihat bîra tu kesî. Lê dema ku me 3 darikên niftikan dît, Newroz hat bîra me. Cûdabûna Mazlûm jî ev bû. Tiştên ku nehatibû bîra me, wî xwe li gor wê rojê amade kiribû.

Mazlûm Dogan, bi çalakiya fedaî starta berxwedana zindana Amedê da destpêkirin. Berxwedana zindanê bi ser ket. Peyamek da PKK’ê û PKK kongreya xwe kom kir, biryara vegera welat da. Peyamek da gel. Got, ‘Newroz bi ruhê berxwedanê were pîrozkirin’. Gel her sal bi vê payamê dadikeve qadan.

Lê em dîsa derbasî destpêkê bibin. Planên dijmin yên dîrokî û berxwedana îro; Piştî ku Mazlûm Dogan ev rih afirad, hemû pêlên êrişên yê tunekirinê û îmhayê vala derdikevin.

 

Êdî li her beşên têkoşînê, kurd bi rihê Newroza Mazlûm Dogan ber bi azadiyê ve dimeşin.

Îroj li Rojava sîstema rêveberiya xweser Kurdistanek azad heye. Îroj ji bo hemû destketiyên Kurdan biparêzin gerîla û şervanên leheng hene. Ev şervan û gerîla hemû êrişên dijmin vala derdixin.

Mazlûm Dogan bi çalakiya xwe ya fedaî bersiv da hemû demên raborî û pêşerojê.

Ev çanda berxwedanê ku wek ‘Berxwedan Jiyan e’ tê pênase kirin, li her qadên jiyanê ji aliyê mirovahiyê ve esas tê girtin.

Bi rihê Newroza Mazlum, Newroz pîroz be.

ShareTweetPin

Herî Dawî

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn
NÛÇE

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn

16/07/2026
Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin
NÛÇE

Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin

16/07/2026
RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ
HAJMARA PDF

RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ

15/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

15/07/2026
Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze
CIVAK Û JIYAN

Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze

15/07/2026
Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin
CîHAN

Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin

15/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.